Sala Korona

Aslan ASLAN nivîsand —

Çarşem 30 Kanûn 2020 - 23:55

  • Gotina dawî; Serê salê binê salê, xwedê korona nede ti malê. Bi hêviya ku di sala nû de nexweşî tinebin. Sersala we pîroz be.

Em bi nexweşiya vîrusa korona ketin sala 2020'an. Ev nexweşî ji bajarê Wûhan ê Çînê derket û li tevahiya dinyayê belav bû. Destpêkê çavê her kesî li ser welatê Çînê bû. Lê bi demê re ango piştî bi çend mehan nexweşî giha welatên din. Piştî ku nexweşî li dinyayê belav bû, li Çînê kêm bû û hema bêje bi dawî bû. Tişta ecêb jî ew e ku devera nexweşî jê derket bi carekê re hat jibîrkirin. Destpêkê ewqasî bi nav û deng bû û piştre ji rojevê derket. Niha jî di rêza 82'an de cih digre. Ango li Çînê di nava salekê de nêzî 5 hezar kes ji ber vîrusê mirin û 87 hezar kes jî bi nexweşiyê ketin.

Îro li cîhanê zêdetirî 82 milyon kesî bi nexweşiya vîrusa korona ketine. Milyonek û 800 hezar kes jî pê mirine. Ji bo vê nexweşiyê gelek çîrok û çîvanok hatin gotin. Hinek dibêjin, ev nexweşî şerekî biyolojîk e. Ango Emerîkayê li dijî Çînê ev şer da destpêkirin û Çînê jî ev nexweşî li dinyayê belav kir. Jixwe, ji ber nexweşiyê herî zêde mirin li Emerîkayê çêbûne. Heta niha qederê 350 hezar kesî li wir mirine.

Gelek welatan destpêkê ji nexweşiyê bawer nedikir û tevdîr negirtin. Lê bi carekê, ango ji meha Adarê û pê ve dest û lingê wan kete nav hev. Ji nişka ve rewşa dinyayê guherî. Tiştekî ku kes ne li bendê bû, pêk hat. Bûyerên bi vî rengî tenê di filman de hatibûn dîtin. Vîrusek belav dibû û bi milyonan kes dimirin.

Niha jî em di nava wê filmê de ne û her yek ji me bûye lîstikvanek. Hinek dibêjin ev nexweşî ji bo kesên extiyar derxistine da ku hejmara wan kêm bikin. Jixwe yên herî dimrin jî ew kesên extiyar in. Tişta balkêş jî ew e ku niha derziya hatiye derxistin jî gumanên wê hene. Yanî dibe ku ev derzî bi kêr neyê û bibe sedem ku tenê kesên extiyar bimirin. Welhasil çîrok û çîvanok an jî gotegotên bi vî rengî zêde ne.

Saleke bi korona di ser me re derbas bû.

Tê bîra min berê ji bo hin kesan dihat gotin; tu di wê sala berfa sor de çêbûye. Ji bo vê salê jî wê bêjin sala korona. An jî zarokên korona. Saleke ku bandora wê li ser her kesî çêbû. Li aliyekî, kesî tiştek jê fêm nekir, ji ber ku bi nexweşiyê derbas bû û her kes di mal de hatibû hepiskirin. Lê li aliyê din, gelek tişt ji me birin. Saleke bi êş û dijwar bû.

Bi vê nexweşiyê re hin aliyên erênî jî hebûn. Erê rast e mirovan zerar dît, lê zindiyên din bi ser xwe ve hatin. Li aliyekî qirêjiya hewayê kêm bû, li çem û deryayan masî zêde bûn. Ew qirêja fabrîkeyan ku li hewayê belav dikir kêm bû. Meydan ji ajal û sewalan re ma. Gelek mînakên bi vî rengî hene ku em behsa wê bikin. Wekî din mirov bêhtir nêzî hev bûn. Ev nêzîkbûn ji aliyekî ve baş bû, lê ji aliyê din ve xerab bû. Aliyê baş her kes hate cem hev û dûrketina mirovan ji hev kêm bû. Aliyê xerab jî şideta li nava malê bû. Bi carekê re her kes ket hundiran û nema zanîbûn bê çi bikin. Ji ber ku tiştekî bi vî rengî nedîtibûn û amadekariya wê jî nekiribûn. Lewma gelek nexweşî jî di nava malê de çêbûn.

Di encamê de ji bo vê nexweşiyê mirov dikare bibêje aliyên wê yên siyasî zêdetir bûn. Her çiqasî navê wê nexweşî be jî, lê bandora wê li ser aborî û siyasetê zêdetir bû. Mirov dikare wekî jinûve dizaynkirina dinyayê bihesibîne. Bi korona re her tişt hat guhertin. Êdî dinya wê nebe wekî berê. Derûniya mirovan û sosyolojiya civakê wê derbasî qonaxeke din bibe. Lê tişta ku naguhere heye ew jî siyaseta dewletan e. Di vê nexweşiyê de me dît ku ti qîmeta mirovan tineye. Mirov ji bo dewletan tenê wekî makîneyeke kar e û divê bê xebitandin. Ji bo tendurustiya mirovan ti amadekarî nehatibû kirin. Pergala kapîtalîst ji bo ku ji vê nexweşiyê fêdê bigire her tişt kir.

Erê rast e navê nexweşiya korona heye û bi nav û deng e. Lê di nava vê salê de 10 milyon kes ji penceşêrê mirine. Rojê bi hezaran kes ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest didin. Lê bala xwe bidinê di rojeva wan de tenê korona heye. Her wiha pispor dibêjin, êdî wê ev sedsal bibe sedsala nexweşiyên vîrusê. Korona biçe wê yek din were. Ewqas nexweşî jî bi destê me çêbûn. Îro em dibînin ku germbûn û sarbûna hewayê serûbin bûye. Li deverên ku bi dehê salan berf lê nehatiye berf dibare. Deverên ku di bin berfê de diman niha berfê nabînin. Welhasil xwedê dawiya me bi xêr ke.

Gotina dawî; Serê salê binê salê, xwedê korona nede ti malê. Bi hêviya ku di sala nû de nexweşî tinebin. Sersala we pîroz be.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.