Şahiya Kurdistanê

Duşem 27 Îlon 2021 - 01:00

Li Şahiya Çanda Kurd a Navneteweyî ya 29´an rengên Kurdî bêhtir darî çav bûn û dezgehên reng û nîşanên Kurdî jî bêhtir xwedî rewac bûn. Peyamên siyasî jî li ser rola Kurdên li Ewrûpa di yekîtiya Kurdistanê û tkoşîna ji bo azadkirina Rêber Ocalan bûn.

Ji gelek welatên Ewrûpayê doh bi hezaran mirov li Şahiya Çanda Kurd a navneteweyî ya 29´an a li bajarê Hollandayê Landgraafê hatin cem hev. Di rojeke havînî de haziran îradeya xwe ya “ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu” pircarî kir. 

Vê carê meydana bernameya çandî ya li ser dika mezin û meydana dezgehan ji hev veqetandî bû û vê yekê kir ku xelk rehettir li bernameyê binihêre, lê her wiha rehettir li dezgehan jî bigere.   

Ji Fransa, Hollanda, Belçîka, Swîsreyê Kurdistanê beşdarî şahiyê bûn. Ji dema şewba ji ber vîrusa koronayê ve, ev çalakiya herî girseyî ya Kurdistaniyan bû li Ewrûpayê. Di nava beşdaran de îsal kesên cilûbergên Kurdî li xwe kiribûn ji carê bêhtir bû. Wekî din li nava dezgehan jî pirrbûna înternasyonalîstan balkêş bû.

Ji ber zehmetiyên rayedarên Holandî ji bo destûrê derxistî, îsal gundê Kurdan, pêşangehên peyker û resman nekarîn bên danîn. 

Li meydana dezgehan a şahiyê dezgehên xwarin û vexwarinê, ji ber meydana fereh rehettir ji carê bûn. Lê dîsa jî ber dezgehên kitêban û ber dezgehên cilûberg û xişiran ne ewqasî rehet bû: Xelkê dixwest ji xwe û zarokên xwe re reng û nîşanên Kurdî bigirin. Herçî kitêbên, gelek nivîskar hazir bûn û kitêbên xwe mohrkirin.   
Bernameya sereke ya li ser dikê jî xîtabî her aliyê Kurdistanê dikir: Diyar Dêrsim, Ozan Canê, Şivan Perwer, Nanobeat, Choman Reşîd, Yelda Abbasî derketin ser dikê. Nanobeat hem bi beatên xwe yên nû hem jî bi senteza bi stranên gelêrî û stranên salên 90´î xasma jî ciwan coşandin. 

Peyam li dijî tecrîdê bûn

Hevserokên KCDK-E´yê Fatoş Goksungur û Yuksel Koç axaftina destpêkê kir.  Piştre parêzerê Rêber Abdullah Ocalan, Arturo Salerni axivî û got, “Asêmana ji ber komploya navneteweyî dest pê kir, bi girtîbûna fizîkî îro dewam dike û xwest tecrîdkirin û girtina Ocalan tavilê bi dawî bibe.

Endama Koordînasyona Kongreya Starê, Asya Abdullah jî xwest, malbatên li ewrûpayê xwe dî li çand û zimanê Kurdî derkevin. Wê di dawiyê de got, “Îro divê em ji carê bêhtir rêxistinkirî bin.” 

Siyasetvan Hatîp Dîcle got, şerê li Kurdistanê yê “man û nemanê” ye. 

Hevserokê KNK´ê Ehmed Karamus jî got, şerê qirkirina Kurdan wê bi berxwedana Kurdan bişike.

Hevserokê KCK´ê Cemîl Bayik jî peyameke vîdeoyê ji şahiyê re şand û got, “Miletê me yê li Ewrûpayê ji bo welat, gel û têkoşîna xwe hewl da erkên xwe bi cih bîne. Ez ji ber vê wan pîroz dikim. Divê miletê me yê li Ewrûpayê ji bo yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê biçe serî, bi erkên xwe rabe.”

Parlamenterê federal ê Elmanyayê yê ji Partiya Çep  Andre Hunko jî got, di çareseriya pirsgirêka Kurd de Ocalan muxatebê sereke ye û xwest tavilê bê serbestkirin.

ERKAN GULBAHÇE - M.ZAHÎT EKÎNCÎ / LANDGRAAF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.