- Tehlûkeyên ku tên serê kesên filma wan tê çêkirin û yên tên serê Hirorî bi pirranî weke hev in, da ku karibe behsa wan bike, divê ev wisa be. Lê belê gotina van serpêhatiyan û parvekirina van tecrûbeyan hêjayî vê rîskê bûn.
Belgefilma Hogir Hirorî li ser wê têkoşîna ji bo rizgarkirina jin û zarokên DAIŞ´ê ew êsîrkirî ye. Festîvala Sundance a ku îsal di ser înternetê re bi rê ve çû, ev belgefilm jî nîşan da. Festîvala ku doh bi dawî bû, ji bo filma Hirorî ya bi navê Sabaya got, “Behsa Hogir Hirorî ya ku bêhnê li mirovan diçikîne ya li ser têkoşîna dewam dike ya ji bo rizgarkirina keçên DAIŞ´ê ew êsîrkirî, aliyê herî baş û yê herî xirab a mirovahiyê nîşan dide.” Yanî organîzatorên filmê di DAIŞ´ê de aliyê herî xirab ê mirovahiyê û di wan mirovên ji bo azadiya jinên êsîrkirî têdikoşin jî aliyê herî baş ê mirovahiyê dîtiye.
Hogir Hirorî ya rastî karên Mala Êzîdiyan a li Rojava derxistine pêş. Wêrekiya van mirovên ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî ji destê DAIŞ´ê dixebitin, filmê bi xwe li pişt xwe dihêle. Berê mirov diçe ser wê wêrekî û mirovbûna wan. Hogir Hirorî yê 40 salî û ji sala 1999´an ve li Swêdê dimîne, û bi vê belgefilma xwe ew nîşan dide ka çawa Mala Êzîdiyan mirovan dixe nava Kampa Holê yên ku xwe digihînin agahiyên li ser jin û zarokên Êzîdî. Yanî ev kesên wêrek ji bo rizgarkirina jin û zarokên Êzîdî dikevin nav kulmoza DAIŞ’iyan.
Gava DAIŞ´ê bi Fermana 3´yê Tebaxa 2014´an bi hezaran jin û keçên Êzîdî êsîr kirin, wê navê “Sabaya” li wan kir. Film jî behsa rizgarkirina wan dike.
Xwe bi dizî berdidin nav kampa Holê
Hogir Hirorî ji bo girtina dîmenên ji bo filma xwe kamerayên veşartî jî bi kar tîne. Film bi xwe bi dîmenekî wisa dest pê dike. Kamerayeke veşartî ya di bin nîqaba jinekê de dîmenên çolê yên bi siya nîqabê nerbûyî nîşan dide. Ev jina hanê yek ji wan mirovan e ku Mala Êzîdiyan ew eyar kirine da ku biçin nava Kampa Holê û jin û zarokên Êzîdî li wir nas bikin, da ku karibin bên rizgarkirin.
Yanî kesên li filmê temaşe dikin, tam jî devera ku yek ji wan jinên wêrek ê xwe bi dizî berdayî nava kampê, dibînin. Em pê nizanin, lê em texmîn dikin ku ev kesek be ku berê DAIŞ´ê ew jî êsîr kiribe, lewma ew baş dizane bi rêûresmên wan û adetên wan. Ji ber wê jî em dikairn bibêjin ku ev filmeke gelekî şexsî ye jî.
Ev jinên wêrek, ji ber tehlûkeya kuştina wan anonîm wê bimînin di filmê de. Ji ber wê jî ji derveyî wan Hogir Hirorî berê kameraya xwe dide serokê Mala Êzîdiyan ê bi navê Mehmûd; zilamekî ku cixareyekê ji ya din pê dixe.
Mehmûdê Mala Êzîdiyan
Ew pirraniya wexta xwe bi telefonkirin û tesbîtkirina cihên muhtemel ên jin û zarokên Êzîdî li Kampa Holê derbas dike. Di dîmenekî di belgefilmê de em dibînin ku bi rastî jî ew ji mirina xwe natirse û vî karî dike. Şev e, operasyoneke rizgarkirinê tê plankirin. Mehmûd û şofêrê erebeyê jineke ciwan a Êzîdî ji kampê derdixin. Beriya ku vegerin Mala Êzîdiyan, erebeyeke din bi lez dibe û dide dûv wan. Bi carekê dengê teqînê tê. Em dibihîsin ku Mehmûd bi awayekî ji temaşevanan rehettir û aramtir dibêje, “Ew guleyan li me direşînin”. Yanî em her wiha dibînin ku hîna li van deveran alîgirên DAIŞ´ê hene ku naxwazin jin û zarokên Êzîdî bên rizgarkirin.
Weke ku mirov li cihê cih be
De vê ca hûn hesab bikin, di çend belgefilman de hûn weke temaşevan li ser kursiyê şofêr mehelî rûniştine û erebeyek dide dûv ya we û guleyan li we direşîne? Hogir Hirorî ji ber ku kameraya xwe ji ber çavê xwe nedaye alî, temaşevan jî her kêlî weke li cihê bûyerê be, hîs dike. Di filmê de kêlî û dîmenên aram jî hene. Gava ku dayika Mehmûd a pîr ku alîkariyê dike ji bo rehabîlîtasyona jin û keçên rizgarkirî. Ew wan hinekî hazir dike da ku bi ser xwe ve bibin beriya ku vegerin cem malbatên xwe. Axir Hirorî we ti carî dûrî meseleyê nake. Ew qet qîmet nade dîmenên ji dûr ve yên dronan yan jî bombekirina deveran.
Tehlûkeyeke hêja
Hogir Hirorî bi vî terzê xwe hem bêhtir meselê insanî dike û hem jî hestên temaşevanan dişidîne. Di danasîna ji bo filmê ya festîvala Sundancê de ji bo filmê tê gotin, “Ev film, bêhtir kirineke wêrekiyê ye… ‘Sabaya’ serketineke xistina tehlûkeyeke ya jiyana xwe û filmçêkeriya xwe bi xwe ye. Tehlûkeyên ku tên serê kesên filma wan tê çêkirin û yên tên serê Hirorî bi pirranî weke hev in, da ku karibe behsa wan bike, divê ev wisa be. Lê belê gotina van serpêhatiyan û parvekirina van tecrûbeyan hêjayî vê rîskê bûn.”
Filma “Sabaya” di beşa World Cinema Documentary ya Festîvala Filman a Sundanceê hat nîşandan.
FRANKFURT