HAKAN TURKMEN/BERLÎN
Li paytexta Elmanyayê Berlînê, pêşangehek hat vekirin ku tê de wêneyên wan rojnamevanên li dinyayê zilm li wan hatiye kirin û hatine kuştin, cih digirin. Pêşangeh bi şîara “Rûyên wan bîne bîra xwe, serpêhatiyên wan bîne bîra xwe” bi rê ve diçe. Ji bo pêşangehê ji seranserê dinyayê 70 hunermend dixebitin.
Komeleya “Wahrheitskämpfer” (Şervanê heqîqetê) li paytexta Elmanyayê Berlînê pêşangeheke bi navê “Abîdeya azadiya çapemeniyê” organîze kir. Di pêşangehê de portreyên gelek rojnamevanên li seranserê dinyayê hatine qetilkirin yan jî di bin zilmê de ji bo heqîqetê karê xwe dikin, cihê xwe digirin. Pêşangeha bi heman rengê berê li Den Haag, Qeter û Cenevreyê jî hatibû vekirin. Pêşangeha li Berlînê ya 27´an e. Li Konferansa Federal a Çapemeniyê de ji 700 portreyan 49 ji 17´ê Nîsanê heta 17´ê Gulanê hatin nîşandan.
Ji koordînatorên pêşangehê, hunermend Susanne Köhler, dibêje, “Em hemû ji bo projeyê, ji dil û can û bêyî berdêlekê kar dikin. Niha 70 hunermendên ji seranserê dinyayê ji bo projeya me kar dikin. Ji sala 2015´an ve em portreyên rojnamevanên li dinyayê tên qetilkirin, xêz dikin û li her devera dinyayê nîşan didin. Ji sala 2017’an ve ev xêz û wêne di pêşangeha online de ne. Di heft salên pêşî de me qederê 700 portreyî xêz kirin.”
Ji Tirkiyeyê 89 portre
Susanne Kohler got, li Tirkiye û Kurdistanê zext û tehlûkeyên mezin li ser rojnamevanên Kurd hene û wiha peyivî: “Di pêşangeha me de portreyên rojnamevanên ji Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê hene. Ji Tirkiyeyê Ahmet Altan, Beritan Canözer, Nedim Türfent û bi giştî portreyên 89 rojnamevanan me xêz kirin.”
Susanne Kohler got, her sal qederê 100 portreyên nû li “Abîdeya Azadiya Çapemeniyê” zêde dibin û li ser tesîra li Silêmaniyê qetilkirina endama navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnamevan Nagîhan Akarsel jî wiha peyivî: “Qetilkirina Nagîhanê tesîreke mezin li min kir. Lê mirov nikare xebatên wê û hizirên wê bikuje. Ji bo min rûmeteke mezin e ku me portreya wê xêz kir û em serpêhatiya wê vedibêjin.”
Wekî din di pêşangehê de portreyên Ozgur Amed, Seyithan Akyuz, Nazım Babaoglu, Hayri Demir, Zehra Dogan, Asli Erdogan, Zana Bilir Kaya, Meltem Oktay, Şerife Oruç jî hene.