Rûsyayê derew kirin

Sêşem 7 Kanûn 2021 - 23:39

  • Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê, Mihemed Nûr Şebab got, hikûmeta Şamê ambargoyê li ser herêmê didomîne û Rûsya sozên ku dabûn desteyê bi cih neanîne.

FÎRAS ÎBRAHÎM  / ANHA/ŞEHBA

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê, Mihemed Nûr Şebab got, hikûmeta Şamê ambargoyê li ser herêmê didomîne û Rûsya sozên ku dabûn desteyê bi cih neanîne.

Ji ber ambargoya hikûmeta Şamê ya li ser herêmê, roj bi roj azarên koçberên Efrînê yên li Şehbayê zêdetir dibin, ji ber ku derman û pêwîstiyên tibî derbasî herêmê nabin. Ji 4 salan ve hikûmeta Şamê vê siyasetê li dijî gelê herêmê dimeşîne û ji her aliyî ve ambargoyê ferz dike.

Li ser rêya di navbera bajarê Helebê û kantona Şehbayê de ku tenê 15 kîlometre ye, 4 bendên kontrolê yên şaxên ewlekariya dewletê, îstixbarata hewayî, furqeya çaran û ewlekariya leşkerî hene û çekên giran û navîn lê hatine bicihkirin.

Hikûmeta Şamê rê nade ambulans nexweşan veguhêzin nexweşxaneyên Helebê, di encama vê yekê de gelek zarokên koçber ên Efrînê jiyana xwe ji dest dan.

Li ser mijarê hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê Mihemed Nûr Şebab got, "Herêmên me wekî herêmên din ên Sûriyê ne ku ji ber ambargo, girtina gelek kargehan, keysbaziya bazirganan û depokirina dermanan zehmetiya kêmbûna dermanan dikişînin. Lê li kantona Şehbayê sedema sereke ya bilindbûna bihayê dermanan ew e ku hikûmeta Şamê ambargo ferz kiriye û bi rêya saziyên xwe yên ewlekariyê bacên derqanûnî li ser dermanên diçin Şehbayê, dixwazin."

Şebab got, Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê alîkariya tenduristî bêpere pêşkêşî şêniyan dike çi li nexweşxanê çi jî li navendên tenduristiyê û wiha dewam kir: "Lê ji ber ambargoyê azarên welatiyan zêde dibin."

Efserên Rûs sozên xwe bi cih neanîn

Şebab bal bire  ser serdanên xwe yên li baregeha hêzên Rûsyayê ya li gundê Wehşiyê ya navçeya Fafînê û got, " Di hevdîtinên me yên li gel efserên Rûs de daxwazên me qebûl kirin, piştgirî dan ku ew mijarên mirovî, di nav de derbaskirina dermanan û veguhestina nexweşan ji bo Helebê, polîtîze nakin. Lê heta niha heman siyasetê didomînin, rê nadin ku derman derbasî herêmê bibin û sozên xwe bi cih nayînin.

Elaqedarî ambargoyê, em bi polêsên Rûs re civiyan û her carê jî soz didan me, lê sozên xwe pêk nedianîn.

Em nikarin xwe bispêrin komeleyên tenduristiyê yên ku derbasî herêmên Şehbayê dibin, ji ber ku tiştekî ji welatiyan re pêşkêş nakin û barê xizmetguzariyên tenduristiyê li ser milên saziyên Rêveberiya Xweser dimîne."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.