Rûsya û Îranê dorpêç dikin

Kendal CÛDÎ nivîsand —

sêşem 13 Çiriyê 2020 - 23:00

Piştî ku nûnerê taybet ê Emerîkayê yê ji bo Sûriyê James Jeffrey got siyaseta Emerîkayê ew e ku Sûriyê ji bo Rûsyayê bikin çirav, diyar e ku êdî ev siyaset tenê bi Sûriyê sînordar nemaye. Ji Sûriyê heta Lîbyayê û herî dawî li herêma Qefqasyayê heman siyaset tê meşandin. Ê ku vê siyasetê dimeşîne jî anku bi wê rolê radibe, dewleta Tirk e. Bi gotineke din her devera ku alozî lê derdikeve, Tirkiye û Rûsya tê de ne, ew der dibe eniyeke Emerîkayê ya li dijî Rûsyayê.
Li Sûriyê, Rûsyayê piştî destkeftiyên leşkerî bi dest xistin û herêmên di bin serweriya çeteyan de ji bilî Idlibê vegerandin bin serweriya rejîmê, gihîşt wê baweriyê ku bêyî qezencên siyasî êdî wê di Sûriyê de têk biçe. Lê li hemberî qezencên siyasî ku Rûsyayê hewl da bi Astana, Soçî û herî dawî bi avakirina Komîteya Destûrê bi dest bixe, lê nikaribû. Sedema vê yekê jî ew bû ku Emerîkayê rê nedayê. Rûsya niha bêyî Emerîkayê nikare gavekê li Sûriyê biavêje, nexasim piştî Qanûna Qeyser li ser rejîma Sûriyê ku Rûsya hewl dide dorpêça aborî li ser rejîmê rake, lê ji ber Emerîkayê nikare. Li Idlibê jî çi dema ku Rûsya û Îran behsa şerekî dikin, yekser Emerîka mudaxele dike û nahêle ku Rûsya û Îran bêyî wê li Idlibê tiştekî bikin. Emerîka herêmên ku artêşa Tirk li Sûriyê dagir kirine, ji bo Rûsyayê kirin çirav. Emerîkayê heman siyaset li Sûriyê li dijî Îranê bi kar anî û hebûna Îranê li Sûriyê kêmtir dike.
Li Lîbyayê jî Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê bi fermandariya Xelîfe Hefter ku destek ji Rûsyayê digirt, piraniya herêmên di bin serweriya hikumeta Wîfaqê de ku destekê ji Tirkiyê digire, bi dest xistin û nêzî paytexeta Lîbyayê Terablusê bû. Emerîkayê dît ku eger Hefter bi desteka Rûsyayê Lîbyayê tev bixe bin serweriya xwe, wê hebûneke Rûsyayê ya xurt li parzemîna Afrîkayê çêbe. Lewra Tirkiyê bi çavgirtina ji Emerîkayê re xwe mudaxil kir û hevsengiyên Ii Lîbyayê guherîn. Piştre bi zexta Emerîkayê her du aliyên şer ên Lîbyayê; Hefter û hikumeta Wîfaqê gihîştin lihevhatinekê. Di vir de jî rê li pêşiya belavbûna Rûsyayê hate girtin.
Herî dawî li herêma Qerebaxê ku serxwebûna xwe piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê di salên 90ʼî de bi dest xist, ji 27`ê Îlonê ve şerekî giran lê rû dide. Şer bi destpêkirina êrişa li ser herêma Qerebaxê ji aliyê Azerbeycanê bi destek û perspektîfên Tirkiyê hate destpêkirin.
Piştî destpêkirina şer, yekser Rûsya û Îran ketin nava tirsekê, ji ber ku Qerebax li ser sînorê Rûsya û Îranê ne û ew herêm wekî dergehekî sereke yê aboriya her du welatan e. Nexasim herêmeke stratejîk a veguhestina gazê ber bi Ewrûpayê ve ye. Lewra Rûsya û Îran ku destekê didin Ermenistanê, yekser banga rawestandina şer kir. Serokê Îranê Rûhanî jî got ew veguhestina terorîstan ji Sûriyê ber bi sînorê xwe ve qebûl nakin, bi vî awayî helwesta xwe eşkere kir.
Rûsya bi Ermenistanê re hevpeymana ewlehiyê îmze kiriye, lê Qerebax ne di wê hevpeymanê de ye. Eger şer berfirehtir bû û Tirkiye destwerdanê li Ermenistanê bike, Rûsya dê parastina Ermenistanê bike û bi Tirkiyê re bikeve nava şerekî. Lê Rûsya naxwaze ev yek pêk were.
Rûsya ji bo şer bide rawestandin, rayedarên Ermenistan û Azerbeycanê vexwendin Rûsyayê û hişt ku her du alî agirbestê ji roja şemiyê 10ʼê Cotmehê ve îlan bikin. Heta niha serkeftina vê agirbestê heta çi astê dê pêk were, ne diyar e. Ew jî girêdayî hevsengiyên herêmî û cîhanî yên piştî hilbijartinên Emerîkayê ye.
Emerîka xwe wekî bêteref nîşan da, lê di rastiyê de ev şer ji bo Emerîkayê pir girîng e. Ji ber ku li ser sînorê Îran û Rûsyayê ye û bi vî awayî Rûsya û Îran li şûna destwerdanên li derveyî sînorê xwe, wê bi rewşa welatê xwe ve mijûl bibin. Ev yek jî wekî derfeteke rihet ji bo Emerîkayê ye ku hebûna Îran û Rûsyayê li herêmê kêm bike.
Kurt û kurmancî; şer û siyaseta ku Tirkiye niha li herêmê dimeşîne û aloziyan çêdike, li gorî berjewendiyên Emerîkayê ne û Emerîka bi rêya Tirkiyê hewl dide Îran û Rûsyayê bixe dorpêçê. Lewra Emerîka li pêşiya Tirkiyê nasekine, madem ku bê xisar tiştên ku dixwaze, pêk tîne. Lê gelo heta kengî Emerîka dê vê siyasetê bi kar bîne; dê ev yek jî di serdemeke din a Trump an jî serdema nû ya John Biden de diyar bibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.