Rûsya Tirkiyê dikişîne aliyê xwe

Şemî 7 Çile 2023 - 01:06

Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar têkildarî hevdîtinên sê alî yên navbera Tirkiye-Sûriye-Rûsyayê ji ANF'ê re axivî.

Riyad Derar bi bîr xist ku piştî danûstandinên serokên istîxbaratê yên herdu welatan, Wezîrên Parastinê yên herdu dewletan hevdîtin kirin û got, "Hevdîtin bû destpêka tifaqa gefxwarinên herdu aliyan. Hin daxwaz hatin ragihandin, hin mijar veşartî man û hîna jî ev nehatine eşkerekirin."

Riyad Derar diyar kir ku Rûsya di demeke zehmet de ye û got, "Ji ber vê yekê, civandina Tirkiye û Sûriyeyê li dora maseyê, li berjewendiyên xwe dibîne. Ji bo Tirkiye li aliyê Rûsyayê cih bigire, dixwaze hin berjewendiyan pêşkêş bike. Bi vî rengî dixwaze di şerê Ûkraynayê de Tirkiyeyê bide aliyê xwe. Bêguman ev yek li hesabê dewleta Tirk jî tê. Bi hincetên bêbingeh îdîa dike ku gefa 'terorê' li ser sînorê welêt heye û dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kontrol bike. Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê desteser bike, ji ber ku destûr wernegirt û nekarî bi ser bikeve, vê carê berê xwe da hikûmeta Şamê û xwest bi Mutabaqata Edeneyê valahiyan dagire. Çawa dibe bila bibe, heger dewleta Tirk bi lihevkirinekê bikeve nava xaka Sûriyeyê, ev yek wê li dijî berjewendiyên gel be û wê derfetê bide çeteyên alîgirê dewleta Tirk li van herêman bi cih bibin.”

 

Hevdîtin bi kêrî Sûriyê nayên

Riyad Derar bal kişand ser nîqaşên têkildarî hevdîtineke gengaz a navbera Erdogan û Esad û got, "Ev hevdîtin bi ti awayî bi kêrî hikûmeta Şamê nayê. Hikûmeta Şamê ji ber zexta Rûsyayê van hevdîtinan qebûl dike û li bendê ye ka encameke çawa ji hevdîtinan derkeve. Hevdîtin çi qasî bêne dirêjkirin, ewqasî bi kêrî Rûsyayê tên. Ji ber ku li gorî berjewendiyên xwe, hewl dide ku serketina li dijî Ûkraynayê bi rêya Tirkiyeyê bike û Tirkiye jî sînorên xwe li Rûsyayê vedike. Her wiha ji bo çekan derbasî aliyê Ûkraynayê bike, hin tifaqan dike."

 

Em ji xwe re rêya sêyemîn dikin esas

Riyad Derar ragihand ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji destpêkê ve xeta sêyemîn a çareseriya bi rêya diyalogê ji xwe re kiriye esas û got, "Li ser vê bingehê bang li hikûmeta Şamê û muxalefeta Sûriyeyê hate kirin ku di destûra bingehîn a heyî û hevdîtinên Cenevreyê de karibin biryarekê bidin. Lê belê ji ber înada herdu aliyan gavek nehate avêtin.

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de sîstema xwe ava kir û piştgirî ji hêzên navneteweyî wergirt. Herêmên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn dagirkirin, azad kirin û veguherî mînakeke ji bo jiyanekê sîstemeke nenavendî ya ji pêkhateyan hemûyan.”

Riyad Derar got, divê hikûmeta Şamê zanibe ku mafên gel hene û bi gelê xwe re ji bo avakirina welatekî nû divê polîtîkaya hikûmetê biguherîne.

ANF/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.