- Mirov dikare portreyên Stefano bişibîne tabloyên Caravaggio û Rembrandt. Ji ber ku ronahiya ew bi kar tîne, dişibe ronahiya van şêwekaran. Jixwe, Stefano jî vê yekê înkar nake û dibêje, “Ez ji van şêwekaran hez dikim û teknîkên wan di warê wênegiriyê de diceribînim.”
Wênegirê Îtalî Gian Stefano Fontana li bajarê bi navê “Caravaggio” yê Mîlanoyê dimîne. Wî heta niha li gelek welatên dinyayê geriyaye. Di van ger û serdanên xwe de bi sedan mirovên ciyawaz û çandên cihê jî nas kiriye. Dema ew van mirovan nas dike, dilekî wî dibêje, divê tu rûyê van mirovan bigirî. Ew vê yekê jidil hîs dike û serpêhatiya wî ya wênegiriyê bi vî awayî dest pê dike. Stefano ji bo vê yekê wiha dibêje, “Wêne rêbaza herî baş û rast bû ji bo min. Gava min hin dîmen didîtin, min digot hêzeke vê aurayê heye, divê ez van portreyan bigirim.”
Stefano piştî ku dest bi girtina wêneyên portreyî dike, di heman demê de beşdarî kursên wênegiriyê jî dibe û dixwaze di vî warî de bi pêş bikeve.
Bi gotina wî ew dide pey tenknîkên wênegirên berê di şopa wan de dimeşe. Piştî demekê jî êdî ew riya xwe diyar dike û teknîkên nû ji xwe re peyda dike û li ser van teknîkan hûr dibe. Şêwaya girtina portreyan ji xwe re dike kar û zêdetir portreyan digire. Portreyên wî pirr bi bandor in û wênegiriya wî ya çê, derdixin holê. Ew navê “Ruh” li van wêneyên xwe yên portreyî dike û ruhê van mirovên ku wêneyên wan girtiye, nîşanî xelkê dide. Stefano ji bo portreyên xwe dibêje, “Min tenê dikaribû bi şêweyekî wiha xwe berdim kûrahiya dilê mirovan û hestên wan nîşan bidim.”
Teknîka Caravaggio û Rembrandt bi kar tîne
Wênegirên weke Robert Doisneau, Robert Capa û Henrî Cartier-Bresson bandor li Stefano kirine. Ew dibêje, van kesan di wênegiriyê de rêya min ronîtir kiriye. Her wiha wî ji wêneyên Lee Jeffreys jî gelek hez kiriye û wî weke yekî ji pêşengên wênegiriya modern dibîne. Lê li gel van tiştan, mirov dikare portreyên Stefano bişibîne tabloyên Caravaggio û Rembrandt. Ji ber ku ronahiya bi kar tîne ango di portreyên xwe de saz dike, dişibe ronahiya van şêwekaran. Jixwe, Stefano jî vê yekê înkar nake û dibêje, ez ji van şêwekaran hez dikim û teknîkên wan di warê wênegiriyê de diceribînim.
Ronahiya xwezayî tercîh dike
Stefano herî zêde ji du kamerayan hez dike û her tim bi van kamerayan wêneyên xwe digire. Ev kamera Nîkon D800 û NîkonD7100 in. Tevî van kamerayan hin lens, trîpodek û ronahiyeke piçûk di çenteyê xwe de digerîne. Gava pirsa “Tu ronahiya xwezayî bi kar tînî yan ronahiya ku tu çêdikî?” jê tê kirin, ew wiha li xwediyê pirsê vedigerîne, “Ez her tim ronahiya xwezayî tercîh dikim. Hemû wêneyên xwe li kolanan digirim û ji ronahiya xwezayî pirr hez dikim. Ez ji ronahiya ku bi destê mirovan tê çêkirin, hez nakim, ji lewre mijara dixwazim vebêjim, diherimîne.” Stefano ji bo wêneyên xwe karibe bi rêk û pêk bike û halê dawî bide wan, bernameya “Photoshop CC” bi kar tîne û dibêje, bernameyên bi vî rengî di wênegiriya modern de girîng in. Stefano dibêje, ew ji bo hemû wêneyên xwe heman teknîkê naceribîne û xwe li teknîkên nûtir ji digire. Ji bo wêneyekî sererast bike, ew dibêje, “Carinan sê yan jî çar rojan pê re mijûl dibim da ku tiştê dixwazim derxim holê.”
Her tim wêneyan bigirin
Stefano ji piçûkatiya xwe ve di nav huner de ye û dibêje, “Ez bê huner nikarim gav bavêjim. Heger wênegirî tine bûya jî ez ê dîsa bi huner re mijûl bibûma.” Stefano ji bo wênegirên dixwazin di karê xwe de serketî bibin jî şîretekê dike; “Her tim wêneyan bigirin. Divê hûn pirr wêneyan bigirin.
Bi girtina wêneyan, hûnê di karê xwe de bi ser kevin û piştî demekê afirîneriya xwe xurttir bikin.”
ROMA