- Em baş dizanin ku ev naqosên dêrê her tim dengekî ku dilerize derdixist. Ez wisa hîs dikim ku di hundirê van naqosan de ruhek heye. Ev lerzên ku derdikevin holê naqosan bi ruh û can dikin.
Bestekar û pisporê deng, Bill Fontana bi ceribandinên xwe yên li ser deng tê naskirin û di vî warî de gelek xebatên wî hene. Ceribandinên wî yên li ser deng ew kirin pêşengê vî karî û li dinyayê kesekî naskirî ye. Bill Fontana herî dawî bala xwe da ser dengê naqosên Dêra Notre-Dame ya Parîsê û dengên naqosên dêrê bi awayekî meriv bibihîzin, qeyd kir. Bill Fontana bi 10 awayan dengên naqosan qeyd kir û ev xebata xwe bi navê “Silent Echoes: Notre-Dame “(Dengvedanên bêdeng-Notre Dame) nîşanî xelkê kir.
Bill Fontana, ew qederê 40 salan e ku bi karên deng re mijûl e û li ser deng ceribandinên bi vî awayî dike.
Heta ji wî tê ew dixwaze hin hêlên veşartî yên deng û muzîkê derbixe holê û serê xwe bi vê meseleyê re diêşîne. Piştî ku agir girtibû katedrala Notre-Dame ya Parîsê, katêdral demeke dirêj bêdeng mabû û dengên naqosên wê nedihatin bihîstin. Bill Fontana jî ev yek veguherand fersendê û li wir dest bi xebatên xwe kir. Wî 10 dengên cûda yên naqosan qeyd kirin. Bill Fontana bi van qeydên xwe yên cuda dixwaze nihêrîna xelkê ya li ser mîmariyê û her wiha ya dîtbarî ji nû ve binirxîne û hin hêlên deng ên veşartî derxe holê. Jixwe, ew bi înstalasyonên xwe yên ku peyker û dengan bi hevre nîşan didin tê naskirin, û di vî warî de kesekî şareza ye.
Dengê 10 naqosên ji agir xilasbûyî
Li dêra Notre-Dame ku dîroka wê heta sedsala 12’an diçe, hîna jî xebatên piştî agir didomin. Li Dêra Notre-Dame zirareke mezin jî bûbû ji ber vê şewatê. Wisa tê texmînkirin ku dê Notre-Dame di sala 2024’an de dîsa deriyên xwe li xelkê veke. Vêca ji agirê ku derketibû, 10 naqosên dêrê jî hatibû xelaskirin. Bill Fontane piştî ku destûreke taybet ji berpirsyarên dêrê wergirt, dest bi vî karê xwe kir. Beriya dengên naqosan qeyd bike wî li dora van naqosan “akselerometre” yanî ew amûrên ku lez û lerzra deng dipîvin, bi cih kir û bi saya van amûran dengên ku dixwest qeyd bike, qeyd kirin. Piştî ku wî ev deng qeyd kirin, li ser wan xebitî û ji bo ku meriv karibin van dengan bibihîzin û ji wan aciz nebin, ew hazir kirin.
Naqosan bi ruh û can dike
Bill Fontana piştî ku ev xebata xwe ya dengan bi dawî kir, bi saya hoparlorekê ku li ser “Centre Pompidou” bi cih kir, bi awayekî zindî da guhdarîkirin. Centre Pompidou jî weke Notre-Dame yek ji îkonên Parîsê ye û avahiyeke giring e. Derbarê vê xebata xwe ya ku ezmûngeriyeke nû bû li ser deng, Bill Fontana dibêje, “Em baş dizanin ku van naqosên dêrê her tim dengekî ku dilerize, derdixist. Ez wisa hîs dikim ku di hundirê van naqosan de ruhek heye. Ev lerzen ku derdikevin holê, naqosan bi ruh û can dikin.”
Her wiha Bill Fontana xebata xwe ya “Silent Echoes: Notre-Dame“ weke vîdeoyekê jî hazir kiriye. Ev vîdeoya wî jî ezmûn û ceribandineke nû ye. Ev vîdeoya wî jî li gel dengên naqosan tê nîşandan. Xebata Bill Fontana piştî ku li Parîsê hat nîşandan niha li gelek welatên din jî tê nîşandan.