Ronya û Cemîle di lîsteya Cotmehê de

Nûçeyên Çand/Huner

şemî 26 îlonê 2020 - 04:00

Li gorî malpera nûçeyên çandê di nava şeş kitêbên herî baş ên li Elmanyayê de ji bo meha Cotmehê 2 nivîskarên ji Kurdistanê hene. Herduyan jî roman nivîsandiye û romana wan bi rengekî yan jî bi rengê din meseleyê digihînin Kurdistanê.
Di rêza kitêbên herî baş de li herî jor de romana bi navê Malé ya Roman Ehrlich heye. Ehrlich bi romana xwe balê dibe ser guherîna avhewayê bi romana xwe ya mekanê wê paytexta giravên Maldîv, Malé ye.
Di rêza duyem de Ronya Othmann û romana wê “der Sommer” (Havîn) tê; di vê romana weke otobiyografiyê de Ronya Othmann behsa Leylayê dike ku keça malbateke Kurd a li Sûrî ye û her havîn ji Elmanyayê diçe cem pîrîka xwe malbata xwe ya li Sûrî. Gava mirov li bîra xwe bigire ku Ronya jî keçeke Kurd a Êzîdî ye ku malbata wê ji Başûr jî be, li wargeheke penaberan a Sûrî hatiye dinê, mirov bi aliyê dişibe otobiyografiyê jî dihise. Kitêb ji weşanên Hanser derketiye û 288 rûpel e.
Di rêza sisiyan de QualityLand 2.0: Kikis Geheimnis (QualityLand 2.0: Sira Kikiyê) ya Marc Uwe Kling heye. ev roman dîstopiyeke komedî ye ku behsa jiyana siberojê ya xeyalî dike. Roman wê 12´ê Cotmehê dekeve.
Di rêza çaran de Kûçik hemû dimirin a Cemîle Şahîn heye ku bi serpêhatiya 9 kesên di avahiyeke pirrkatî de behsa zilma dewleta Tirk dike. Roman ji weşanên aufbau derketiye û 240 rûpel in.
Di rêza 5´an de Couscous mit Zimt (Kuskus bi darçinê) aElsa Koester û di rêza 6´an de jî Blutige Nachrichten (Nûçeyên xwînî) ya Stephen King heye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.