Romana ‘Rojava’ wergerandin Ermenkî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Sibat 2023 - 03:45

  • Nivîskar Magda Tagtachian bi eslê xwe Ermen e lê ew li Buenos Aires ango Arjantînê hatiye dinyayê û weke rojnamevanekê jî tê nasîn.

Romana bi navê “Rojava” ya nivîskara jin Magda Tagtachian ku ew di sala 2021’an de hatibû nivîsandin wergerandin zimanê Ermenkî. Zimanê resen yê romanê bi Spanî ye û G. Hayrapetyan ew ji Spanî wergerandiye zimanê Ermenkî. Roman ji weşanên Newmag derçûye. Newmag di warê pirtûkên Ermenkî de navdar e. Newmag ku berê weke kovarekê derdiket, niha di warê weşangeriyê de jî çalak e û heta niha gelek pirtûk bi zimanê Ermenkî çap kirine.

Nivîskar Magda Tagtachian bi eslê xwe Ermen e lê ew li Buenos Aires ango Arjantînê hatiye dinyayê û weke rojnamevanekê jî tê nasîn. Romana wê ya “Rojava” sêyem pirtûka wê ye ku nivîsandiye. Dema wê di sala 2021’ê de şerê li Rojava nirxandibû, gotibû; “Çawa ku Ermen di sala 1915’an de hatin qirkirin niha heman tiştî tînin serê Kurdan û dixwazin wan tine bikin. Dema ku Ermen hatin kuştin dinyayê xwe li vê yekê kerr kir, niha ji bo Kurdan jî heman tişt li dar e û ev yek tehlûkeyeke mezin e. Dewleta Tirk bi polîtîkayên dewleta Osmanî tevdigere û Erdogan jî hîs dike ku pegerala li Rojava tê damezirandin, dê desthilata wî ji holê rake. Ji lewma pergala li Rojava polîtîka û projeyên wî yên ku dixwaze ji nûve dewleteke weke Osmaniyan ava bike, dixitimîne.”

Magda Tagtachian dide zanîn ku şervanên YPJ’ê tesîr lê kirine û wê di bin vê tesîrê de romana bi navê “Rojava” nivîsandiye. Ji ber ku şervanên YPJ’ê li hember dewleta Tirk, Rejîma Bees û DAIŞ’ê şerekî bêhempa bi rêxistin kirin û li ber xwe dan, bûn mijara gelek romanan. 

Di romana “Rojava” de jî jineke Ermen a bi navê Nanê Parsehyan hewl dide li Rojhilata Navîn bavê xwe bibîne. Di dema lêgerînê de li Rojava leqayî artêşa jinan (YPJ) dibe û jinên di vê artêşê de cih digirin, nîşanî wê didin ku ti tişt bêyî têkoşînê naçe serî. 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.