Romana parastina ji dil

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Îlon 2021 - 01:08

  • Kerenn Elkaim jî li ser malpera “Livres Hebdo” pesnê kitêba Sara Omar dide: Sara Omar rûmeta jinan diparêzê, ew hêrsa xwe ji bo nivîsê werdigerîne xerceke bêhempa. Derbarê xwîşkîtiyê de romaneke rojane ye, ji bo wekhevî û azadiyê jî parastineke ji dil e.

Romannûsa Kurd, Sara Omar li Denmarkê dijî. Bi kitêba xwe  “Dødevaskeren” (Mirîşo) xelata Lorientalesê ya 2021’ê ji bo wergera bi Fransî "La laveuse de mort" wergirt. Ev kitêba Sara Omar li Denmarkê wek pirtûka herî zêde hatibû firotin jî deng vedabû. Her wiha dîsa li Denmarkê “Xelata Xwîneran” jî wergirtibû.

Romaneke bi hêz e û zindî ye

Lorientales her sal li Fransayê vê xelatê dide romana herî baş a li ser Rojhilatê. Lorientales ji bo Rojhilat bide nasîn vê xelatê dide û dixwaze ziman û çanda Rojhilat bi vê xelatê derxe pêş. Juriya Lorientales a îsal ji bo kitêba Sara Omar ev nirxandin kir, “Me dixe nav bahoz û lehiyeke çetîn, romaneke bi hêz e û zindî ye.” Her wiha Kerenn Elkaim jî ku li ser malpera “Livres Hebdo” dinivisîne, pesnê kitêba Sara Omar dide û dibêje, “Sara Omar rûmeta jinan diparêzê, ew hêrsa xwe ji bo nivîsê werdigerîne xerceke bêhempa. Derbarê xwîşkîtiyê de romaneke rojane ye, ji bo wekhevî û azadiyê jî parastineke ji dil e.”

Li cem dapîr û kalikê xwe mezin dibe

Sara Omar sala 1986’an li bajarê “Zewma” yê ser bi Silêmaniye tê dinyayê. Gava tê dinyayê bavê wê jê hez nake, ji lewma ew li bendê ye ku kurekî wî çêbe. Sara Omar gava çê dibe por li serê wê tine ye û keçel e. Ji ber van sedeman bav Firmêskê naxwaze û dixwaze wê bikuje. Lê diya Sara Omar nerazîbûn nîşanî bav dide û li ber wî radibe. Dinihêre ku bi bavê wê nikare, Sarayê dişîne cem kal û pîra wê da ku lê binihêrin û ew xwedî bikin. Diya Sarayê bi vî awayî rêyeke bi ewle dibîne. Sara li cem kalikê xwe Derwêş û pirîka xwe Gewher mezin dibe. Dapîra wê Gehwer mirîşo ye û kesên ku dimirin dişo. Kesên ku dişo jî nexasim ew jin in ku bi şideta mêran re rû bi rû mane û ji bo namûsê hatine kuştin. Kes naxwaze li van keçên ku tên kuştin, xwedî derkeve û wan binax bike. Lê dapîra Sarayê li wan xwedî derdikeve. Kalikê wê Derwêş jî xwedî pirtûkxaneyek e û li malê tim Quranê dixwîne. Her wiha ew albayekî teqewît bûyî ye. 

Di temenekî piçûk de dibe penaber

Dapîr û kalikê Sarayê demekê wê xwedî dikin, lê di salên 1990’î de şerê Kendavê yê 2´yê diqewime, ew jî nema dikarin wê li cem xwe bigirin û dixawzin wê derxin derveyî welat. Sara di salên 1990’î de hê piçûk e, dibe penaber û li Danîmarkê bi cih dibe. Ew li wir beşa siyasetê dixwîne û her wiha di qada wêjêyê de jî xwe nîşan dide. Pêşî bi helbestan dest pê dike lê roj bi roj ber bi romannivîsandinê ve diçe û romanan dinivisîne. Romana wê ya yekê Mirîşo behsa wan serpêhatiyên bi dapîra wê re dike. Lehenga romana wê jî Firmêsk e. Li wê jî weke li Sarayê, şidet û destdirêjî hatiye kirin. Sara û Firmêsk gelekî dişibin hev: Di nava poreke qîr-reş de xelekeke spî heye. Sara jî 21 salî hatiye zewicandin û dayika keçeke “hatiye qetilkirin” e. Wê li nexweşxaneyeke psîkyatriyê dest pê kiriye û serpêhatiye Firmêskê di romana Mirîşo de nivîsandiye. Beriya wê, wê çend caran hewl dabû xwe bikuje, û ketibû nexweşxaneyê. 

Kovara Elle ew wek ‘jina salê’ neqand

Sara Omar bi romana xwe ya yekê Mirîşo sala 2018’an “Xelata Xwîneran” wergirtibû û sala 2020’an de jî dîsa li Danîmarkê xelata wêjeyê ya herî baş “Defneya Zêrîn” wergirt. Her wiha kovara “Elle” jî 2019’an Sara Omar wek “Jina Salê” hildibijart. Sara ji xeynî van xelatan, “Xelata Mafên Mirovan” jî werdigire. Sara Omar bi saziyên wek “Komeleya Netewên Yekbûyî” û “Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî” re di nava têkiliyê de ye û bi wan re li ser mafên mirovan dixebite. Jixwe, gava wê xelata xwe ya pêşî wergirt jî xelata xwe bexşî saziya “Borns Vilkar” kir ku ew jî saziyeke alîkariya mirovan e.

Bipirsin û biceribînin

Sara Omar di hevpyevîneke xwe de dibêje, “Li hember xwe tim durist bin, ti car dev ji afirîneriyên xwe bernedin. Bipirsin qet xem nake, biceribînin qet ji xwe re nekin derd. Ji ber ku hûn bi ser kevin, divê hûn bişikin jî, erê divê hûn gelek caran bi ser nekevin. Ji bo em dersê ji têkçûyinên xwe bigirin, divê em gelek caran têk herin. Gelek mirov dê derkevin û rê ber we bixin û bibêjin, wiha bikin û wiha nekin.

Heta hinek ji wan dê bibêjin, dev ji her tiştî berdin ji lewma kes wê bi qedrê we nizanibe. Gava ez mezin bûm ji min re jî wisa gotin. Lê divê hûn bi hêz bin. Divê hêza we hebe û hûn rastiyê bibêjin yan jî binivisînin. Nehêlin ku hin kes we pênase bikin ji lewre ew ronahî û hêz di hundirê we de heye hûn bi xwe dikarin vê yekê bikin.”

Firmêsk efsaneyek e

Ji bo Sarayê, Firmêsk efsaneyek e; berga duyem a vê efsaneyê (Skyggedanseren/Reqsvana Ezmanan) kir ku Sara Omar xelata wêjeyê ya Danîmarkayê wergire. Lê efsane bi dawî nebûye. Wê Çileyê bihurê ji AFP´ê re gotibû: “Min hîna serpêhatiya Firmêsk xilas nekiriye, lewma ew ne tenê zarokeke destavêtinê, jineke tepisandî ye; ew şervanek e û divê ez serpêhatiya wê ya mayî bibêjim.”

Ew niha mastira xwe di zanista siyasî de dinivîse. Ew di heman demê de kitêbên xwe werdigerîne Kurdî û Erebî. Ew ê wan weke nivîskar biweşîne da ku pêşiyê li sansura muhtemel bigire.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.