Romana ‘Deriyê Winda’ a Yildiz Çakar derket

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 8 Hezîran 2022 - 03:03

Romana nû ya Yildiz Çakar a bi navê “Hangar Fünf” (Deriyê Winda) çap bû. 

Weşanxaneya Lîsê romana nû ya nivîskar û helbestkara Kurd Yildiz Çakar a bi navê “Hangar Fünf” (Deriyê Winda) çap kir. 

Yildiz Çakar herî dawî romana xwe ya bi navê “Ev rê naçe bihuştê” nivîsandibû û piştî du salan bi romana xwe ya nû silavê dide xwînerên xwe.

Hangar Fünf/Derîyê Winda, çîroka kesên ji "sê hawirdorên cîhanê" ji ber şer û zilmê ji bêgavî ji warên xwe berê xwe didin ser heman rêyê...Hangar Fünf, cîhanê dike gundekî piçûk û ev kesên ji bêgavî terka warên xwe dikin, dibin kesine ji heman axê. Bi vî awayî hîn bêhtir a di dilên hev de fêm dikin, li dor heman hêvî û hestan dibin xelek.

Yildiz Çakar, di vê romana xwe de êdî meseleyê ji nav sînorên Kurdistanê derdixe û ber bi sînorine din ve dibe.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.