Rojnamevaniya Kurdî

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 22 Nîsan 2021 - 03:36

Îro roja rojnamevaniya Kurdî ye. Beriya bi 123 salan, ango 22'yê Nîsana 1898'an li paytexta Misrê Qahîreyê rojnameya destpêkê a bi Kurdî 'Kurdistan'ê dest bi weşana xwe kir. Ji ber vê yekê jî ev roj wekî roja rojnamevaniya Kurdî hat binavkirin. Ev çend sal in jî ew roj tê pîrozkirin.

Heger em li rojnameya destpêkê ya Kurdan binihêrin, bi tîpên Erebî hatiye çapkirin û li derveyî Kurdistanê hatiye çapkirin. Sedem jî astengî û qedexeya li ser zimanê Kurdî bû. Ji ber vê yekê jî hejmarên pêşî yên rojnameyê li Misrê, piştre li Swîsre û Ingilîstanê tên çapkirin. Bi tevahî 31 hejmarên wê hene û rojnameyê giranî daye ser ziman, perwerde û çanda Kurdistanê. Vê xebata destpêkê ya rojnamevaniyê rê li ber rêûresma rojnamevaniya Kurdî vekir. Piştî bi salan, rojnameyên Kurdî hatin çapkirin. Televizyonên Kurdî vebûn û radyoyên Kurdî dest bi weşanê kirin. Lê ji ber qedexe û astengiya li ser zimanê Kurdî gelek weşan li derveyî welat hatin kirin. Wekî rojnameya destpêkê ya Kurdistanê, televizyona destpêkê ya Kurdî Med TV jî li derveyî welat ango li Ewrûpayê dest bi weşana xwe kir. Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî rojname û kovar hatin derxistin. Lê zext, zordarî û qedexeya li ser wan di asta herî jor de bû.

Di salên 1990'î de rojnameyên Kurdan hatin bombekirin. Rojnamevan hatin kuştin, revandin û êşkence li wan hat kirin. Lê dîsa jî Kurdan dev ji rojnamevaniyê berneda û ew ketin pey şopa heqîqetê. Ji bo ku rastî di tariyê de nemînin, rojnamevanên Kurd canê xwe feda kirin. Yek ji wan rojnamevanan jî Mûsa Anter bû. Carekê li dadgehê ji Apê Mûsa dipirsin, çima tu bi Kurdî dinivîsî? Apê Mûsa jî dibêje, li Stenbolê Cihû, Rûm û Ermenî rojnameyan derdixînin. Xelkên Ingilîz û Fransî jî rojnameyan li vî welatî çap dikin. Lê tenê ez bi Kurdî dinivîsim û wê çi bibe? Hakimê dadgehê dibêje, mafê wan heye, ji ber ku hejmara wan kêm e. Belê ev mînak dijminatiya li dijî zimanê Kurdî radixe ber çavan. Apê Mûsa dehê caran li dadgehên Tirk tê dadgehkirin, girtin û êşkence lê tê kirin. Ji ber fîkandina bi Kurdî tê girtin û êşkence lê tê kirin.

Ji wan rojên reş û tarî îro rêûresmeke çapemeniya azad li her derê ava bûye. Pêşengiya wê jî Kurd dikin. Xebata destpêkê ku li Qahîrê dest pê kir, îro li tevahiya cîhanê belav bûye. Îro Kurd bi zimanê xwe û li welatê xwe rojnameyên xwe çap dikin. Li welatê xwe weşana xwe û xebata xwe dikin. Erê rast e, astengî û qedexe bi dawî nebûne, lê dîsa jî rastî di tariyê de namînin. Cara pêşî rojnameya Kurdistanê ji aliyê Mîqdad Mîthed Bedirxan ve hat derxistin û wê demê jî astengî hebûn. Îro jî heman tişt heye. Em li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dinihêrin û dibînin ku hevalên me yên rojnamevan di şert û mercên çawa de dixebitin. Hê jî bi sedan hevalên me yên rojnamevan di hepsan de ne. Dewleta Tirk welat veguherandiye zindana rojnamevanan. 

Li Başûrê Kurdistanê jî heman tişt xuya dike. Her çiqas em qala devereke federal û herêma Kurdistanê dikin jî rewş xerab e. Rêxistina rojnamevanên sînornenas (RSF) rapora xwe ya dawî ya salê eşkere kir û di vê raporê de rewşa li Başûrê Kurdistanê jî heye. Rapor destnîşan dike ku li wê derê rojnamevan tên kuştin, girtin û êşkenceli wan tê kirin. Mixabin mirov ji ber vê rewşê xemgîn dibe. Çawa dibe ku li Başûrê Kurdistanê ev tişt diqewimin. Lê agahiya xweş jî li Rojavayê welatê me ye. Îro li Rojavayê Kurdistanê rêûresmeke çapemeniyê bi pêş dikeve. Piştî şoreşê, televizyon hatin vekirin, rojname hatin çapkirin, radyo û kovar hene. Îro bi sedan rojnamevan li Rojava karê xwe dimeşînin. Ev yek hêviyê dide mirovan. Neviyên Mîqdad Mîthed Bedirxan û Mûsa Anter li ser axa Kurdistanê rastiyan radigihînin. Bila ev roj li rojnamevanên Kurdistanê û xebatkarên çapemeniya azad pîroz be. Em ê her tim li pey şopa heqîqetê bin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.