Rojên şên ên Helebce

Nûçeyên Çand/Huner

În 17 Adar 2023 - 05:27

  • Saziya “Gulan” projeya “Halabja: In the Golden Days” (Helebce; Di rojên zêrîn de) biriye serî. Ew dide zanîn ku “Divê bajarek tenê bi qetlîman neyê bibîranîn. Naxwe civaka li wir nikare li rabuhiriyê jî vegere û siberojekê ji xwe re ava bike. Ji lewma jî divê mirov karibe hin hêlên baş jî bibîne û li wan rojên xweş ên li Helebceyê vegere.”

Hêzên rejîma dagirker ên Beesî yên Iraqê, beriya sala 1988’an dest bi qirkirina bi navê “Operasyona Enfalê” kiribû û bi dehhezaran Kurd qetil kiribûn. Wan di 16’ê Adara 1988’an de li Helebceyê komkujiyeke kambaxbtir bire serî. Rejîma dagirker a Sedam Huseyîn li bajarê Helebce bi kîmyabarandinê bêhtirî 5 hezar Kurdî, yanî zarok, jin, xort, kal û pîr, bi çekên kîmyewî qetil kirin. Lê di qirkirinê de bi giştî 182 hezar Kurd hatin qetilkirin û gelek hatin bêserûşûnkirin. Rejîma kujer tenê insan nekuştin, wê her wiha gelek gundên Kurdan jî vala kirin û xwest Kurdên li Başûrê Kurdistanê bi bişaftinê jî ji holê rake. Ji lewma, komkujiya Helebce di dîroka Kurdistanê de weke rojeke tarî ya ku sembola qirkeriya li dijî Kurdan e, hatiye qeydkirin. Ji ber van sedeman jî Kurd her sal di 16’ê Adarê de şehîdên komkujiya Helebceyê bi bîr tînin û naxwazin ku ev roja reş were jibîrkirin.

Helebce bajarekî çawa bû, beriya ku komkujî li wir biqewime xelkê li wir çi dikirin û bi çi re mijûl dibûn? Bajarê ku îro bi komkujiyê tê bibîranîn, xwedî rabuhiriyeke çawa bû? 

Saziya “Gulan”  sala 2009’an li Ingilîstanê hatiye damezirandin. Wê derbarê rabuhiriya Helebceyê de xebateke weke arşîvê di sala 2020 û 2021’an de bire serî. Saziya Gulanê bi projeya “Halabja: In the Golden Days” (Helebce: Di rojên zêrîn de) tevlî “Journey’s Festival International” dibe. Ev festîval nexasim ji bo penaber û xelkên koçber tê organîzekirin û cih dide xebatên afirîner ên hunermendan. Saziya Gulan jî bi projeya xwe pêşangehekê organîze dike û di pêşangehê de cih dide hunermend, nivîskar û muzîkjenên Kurd ên Helebceyî. 

Helebce, bajarê helbestkaran

Di çarçoveya pêşangehê de performansên hunerî, helbest û fotografên beriya sala 1988’an ango beriya komkujiyê tên nîşandan. Proje hewl dide bikeve pey rabuhiriya Helebceyê û rojên beriya komkujiyê nîşanî xelkê bide. Ji lewma jî pêşangeh derheqê Helebceyê de di heman demê de xebateke hafize û arşîvê bû. Derbarê dîroka Helebceyê û her wiha rêûresmên wê de xebateke taybet derketiye holê. Lêkolînên li ser rabuhiriya Helebceyê nîşan didin ka bajarê Helebceyê çiqas rengîn û xwedî çandeke dewlemend bûye. Ji lewma beriya komkujiyê, Helebce weke “bajarê helbestkaran” dihat bibîranîn. Projeya bi navê “Halabja: In the Golden Days” di heman demê de weke kovarekê jî hatiye hazirkirin. Li gel xebatên wêne, bibîranîn û fotografên arşîvê, behsa helbestkarên Helebceyî jî dike. Abdulla Goran, Ehmed Begî Caf û Tahir Begî Caff çend ji wan helbestkarên Kurd in ku di kovarê de cih digirin.