‘Rojên Muzîkê’ yên MA’yê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 20 Çile 2022 - 22:06

  • Akademiya Ma Musicê ku bi pêşengiya xebatkarên Konservatuwara Aram Tîgran hat vekirin, xebatên xwe didomîne.

Akademiya Ma Musicê ku bi pêşengiya xebatkarên Konservatuwara Aram Tîgran hat vekirin, xebatên xwe didomîne. Qeyûmê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dagir kir, konservatuwar sala 2016'an girtibû. 

Li Akademiya Ma Musicê, Koroya Jinan, Koroya Zarokan, Okestraya MA û Orkestraya Rîtma Xwezayî hene, û di 4 salan de bi sedan zarok û ciwan perwerde kirin di warê muzîka Kurdî de. 

Ji perwerdekarên Ma Musicê, Evîn Tiryakî dibêje, bi boneya 4'emîn salvegera damezirandina Ma Musicê, ew ê çalakiyên "Rojên Muzîkê" li dar bixin: "Em ê zarokên vî bajarî bê muzîk nehêlin."  Ma Music, dê di navbera 23-25 Çile de û 30'ê Çile çend çalakiyan li dar bixe.

Çalakî diyariyê Egîdo Cimo ne

Evîn Tiryakî dibêje, "Wekî her sal, em ê îsal jî bi şagirtên xwe yên di kursên me de perwerde dibin, çalakiyeke muzîkê li dar bixin.

Qederê 70 şagirtên me dê biçin ser dikê. Ji ber pandemiyê, ev bûn 2 sal, me çalakiyên bi vî rengî li dar nexistibûn. Lê îsal em ê li dar bixin. Em ê di 23'yê Çile de li Ma Musicê, di 24-25'ê Çile de li Şanoya Bajêr a Amedê û di 30'ê Çile de cardin li Ma Musicê bin." 

Ma Music dê çalakiyên îsal diyarî hosteyê bilûrê Egîdê Cimo bike û di çarçoveya çalakiyan de sertîfikayan bide kursiyeran. 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.