Roja cejna Şevberatê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 26 Sibat 2024 - 00:22

CÎLAN ROJ / NÛJINHA / ŞENGAL

Roja cejna Şevberatê her sal bi xweza û guherîna werza salê, heyv û asîman tê hesabkirin. Ji ber vê yekê Şevberat li ser tevahî rojên salê digere û di her rojek cuda ya salê de tê pîrozkirin. Civaka Êzîdî şêva Şevberatê pîroz dibînin, ji ber ku di vê evarê de berata civaka Êzîdî hatiye çêkirin. Ji ber vê divê hemû kesên Êzîdî heta serê sibê şiyar bimînin. 

Ji aliyê din jî di şeva cejna Şevberatê de mirovên temenê wan mezin di malekê de kom dibin, çîrok û serpêhatiyan vedibêjin. Ciwan û zarokên Êzîdî jî kom dibin, govendê digerînin, kêf û şahiya xwe heta serê sibê pêk tînin. Şevberat bi derketina rojê û zelalbûna dinyayê bi dawî dibe. Pêr bi şev li Şengalê hemû Êzîdiyan bi hev re şevberata xwe girtin û heya sibehê hêvî û daxwazên xwe anîn ziman. Yek ji kevneşopiya vê şevê ew e ku tembûr ango saz tê lêxistin. Zarokê bi navê Dilşad Feqîr ango zarokê fermandarê YBŞ’ê Dijwar Feqîr ê ku di êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê de şehîd bû, li sazê da. Di vê şevê de herî zêde zarok li kolanan şeva xwe bi lîstik û kêfxweşî derbas dikin. Gelek zarokan hêviya xwe anî ziman û gotin divê miletê me vegere ser cih û warê xwe. Gelek ji wan kêfxweşiya xwe bi gotina stranan parve kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.