Rîzwanî dadenîşê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 11 Kanûn 2021 - 02:48

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (106)

hsghazi@gmail.com

Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Muhsîn Rîzwanî Awirêk le bizûtnewey çepî  Iran le nawewe, Hemîd Şewket, Çapî yekem:1384 / 2005  zayînî
Bilaw kerewe: Murtezewî  

 

Şewket:  Çi wulamêkyan dawe?

Rîzwanî: Gutyan eger qisêkt heye debê bêye Kurdistan. Bom nûsîn leber ew wutuwêjey legel Talebanî kirdûme hest be emnîyet nakem û ew rûdawem bo şî kirdnewe ke le îdarey îstîxbaratî Kerkûk bom hatbuwe pêşê. Ew carîş maweyek çawerêy wulamî wanim kird. Be taybetî çunke îmkanî nardinî name be şêwey rastewxo nebû, debû namekan binêrîn bo kesêk le Silêmanî û ew namekan be qasîd da bigeyênête dest hawrêyan. Be kurtî dway alugorî çend name hestim kird hemû hewlêk bê faydeye. Ewan le dwayîn name da boyan nûsîm  lewaneye qisekanit rast bê belam debê bêy lêre ew qisane bikey û eger neyey le hîzb der dekrêy. Be xom gut ewe îdî pelip pê girtne. Eger ew qisane duruste îdî boçî debê bigerêmewe Kurdistan, ewîş bew metrisîyey ke îdarey îstîxbarat hereşem lê deka.

 

Şewket: Belam ewe kem û zor heman şêweyeke legel Îrec cûlabûyewe. Ewîş manewe le Kurdistanî be bê fayde da dena û deywîst korî piçûkî êwe becê bêlê. Helsukewtî toş legel wî hênde dostane nebû.

Rîzwanî: Pêm gut eger mandû bûwe her ew corey ke Mam Celal deygut detuwanê biçê û maweyek bihesêtewe û pişû bida.

 

Şewket: Îrec xo ehlî pişû dan nebû. Ew manewey ziyatirî le Kurdistan be bê fayde dezanî. Her ew akamey ke maweyek direngtir to pêy geyiştî.

Rîzwanî: Katêk hawrêyekî qedîmî le helkewtêkî awa da hemû şit becê dêlê û derwa hîwa birawî ye. Xozge hemûman be yekewe biryarêkman daba û nek ewey ke yek be dway yek da lê deyn û biroyn.

 

Şewket: Delêy jiyan her awaye. Be tenê dêye dinya û be tenê demrî. Way lew rojgarey ke jiyan hemûy le dinyay hîzbî da ke dinyayekî piçûke kurt bikrêtewe.

Rîzwanî: Însan katêk deyewê le hîzbekey cwê bêtewe û bîr le xoy û mesele taybetîyekanî xoy dekatewe; bîr le hawser û mindal, lew derfetaney le kîsî dawe, le dahatûyekî nadyarî ke çaweruwanî deka û ewey ke barî gişt ewane debê be tenyayî be kol dada, be wey ke mandû buwe û be qewlî Kurdekan "danîşê" û min demwîst danîşim. Demwîst dway ew hemû hewl û mileye birêk heda dem.

 

Şewket: Bigerêynewe ser amadekarî bo xebatî çekdarane le Kurdistan. Aya duruste ke pêşmergekan be karî nîzamî berêçûnî xoyan dabîn dekird? 

Rêzwanî: Hem şêwey jiyanyan bû û hem  xercîyan lew rêgayewe dabîn debû û ême pareyekman nebû bo ew kare.

 

Şewket: Îrec delê ew demey ke le Çoxmax bûn 20 hezar dolartan le îstîxbaratî 'Iraq wergirt ke le bandirolî 'Erebistanî S'ûdîyewe pêçrabû.

Rîzwanî: Min agam lewe nîye. Eger 20 hezar dolarman pare hebûba demantuwanî quşûnêk saz keyn. Katêk min Kurdistanim be cê dehêşt, berpirsî malîyekeman 'Elî Sadiqî tenê 150 dolarî da be min.

 

Şewket: Ew deber kar nan û ragirtnî pêşmerge pêm wa bê coreyek deber kar nan û ragirtinî desnêj bû bo ewey be parey Çîn dijî Cumhûrî Îslamî şer biken. Çon bû le têorî damezrandinî erteşî gelewe geyiştine ewey ke jimareyek destnêj deber kar nên? Awa detanwîst siyasetî serbexo û neteweyî xotan le Iran dekar ken?

Rîzwanî: Ew qiseye rast nîye. Pêşmerge debû le rûy siyasîyewe amade bê, çunke giyanî lew pênawe da bext deka.

 

Şewket:  Bo dena destinêjan le şwênî dîke giyanyan bexit naken? Meger lojyone  Feranseyiyekan awa nebûn? Meger le hêndêk le wulate Efrîqayiyekan ke be salan neberdî nîzamîyan têda bû, her awa nebû?

Rîzwanî: Le waneye deçîye serzewîyekî bêgane û lewê dest be xebatî çekdarî dekey, belam eger le ber ho û songey neteweyî le ser zewî xot da awa bikey ew duwane le yek ciyawazin.

 

Şewket: Eger Hîzbî Dêmokratî Kurdistan qiseyekî awa bika manay heye. Belam le mer êwe awa nebû. Ew pêşmerganey ke legel êwe dekewtin deyan tuwanî çi ho û songeyekî neteweyiyan hebê?  Êwe rewtêkî komonîstî bûn ke rojgarêkî ne hênde dûr, bergirîtan dekird le Cumhûrî Îslamî ke şerî Kurdekanî dekird. Lecêda ewe çi engîzeyekî neteweyî ye ke be yarmetîy darayî Çîn pêk hatbê?

Rêzwanî: Bo berewpêşbirdinî xebat debê îmkan û deretanî malî hebê.

 

Şewket: Emin demewê be gerî helsukewt û kirdarî êwe da bêmewe. Êwe le hawkarî legel grûpî partîzanî Simayîl Şerîfzade û têorî sazkirdinî mekoy raperîn destitan pê kird, ewîş bê wergirtinî yarmetî le Çîn, û geyiştine ewey ke be ragirtin û deberkarnanî pêşmergey Kurd xebatî çekdarane werê bixen; ewîş be parey Çînîyekan. Le naw ew dwane da tefawetî cêy raman heye. Êwe hîzbî tûdetan be tawanî bestiranewe be Şûrewî le meydan der kird. Îdî boçî serkoney ewantan dekird ?

Rîzwanî: Amancî ême azadkirdinî Iran bû.

 

Şewket: Ewey ke detanwîst bigene kwê dastanêkî dîkeye. Ewey aşkraye rêbaz nabê le amanc cwê bikrêtewe.

Rîzwanî: Nabê wuşey distnêj sebaret be wan dekar bênî. Detwanî bilêy ke ew siyasete legel rêbazî cemawerî ême yekî nedegirtewe.

 

Şewket: Eger dewletî Iran îdî'ay kirdba pêwe bûn be parey bêgane xebatî çekdarane werrê bixen çi wulamêktan dedawe?

Rîzwanî: Îdî'ayekî awa tenê deytuwanî be mebestî xirapkirdnî ême bikrê. Belam pêy lê denêm karekeman hele bû û akamî nerênî debû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.