Rêyeke nû ji bo Qamişlo û Dêrikê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 23 Tebax 2022 - 22:36

  • Armanca projeyê ew e ku zexma li ser rêya Dêrik-Qamişloyê sivik bibe.

Daîreya Teknîkî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, doh dest bi projeya mezin a avakirina rêya di navbera Dêrik û Qamişloyê de kir.

Armanca projeyê ew e ku zexma li ser rêya Dêrik-Qamişloyê sivik bibe. Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê wê rêyeke nû li seranserê bajar û bajarokên li ser xeta bajarên Dêrik û Qamişloyê, bi dirêjahiya 100 kîlometre ava bike.

Ev rê pirr girîng e, ji ber ku deriyê Sêmalka bi herêmên Cizîrê ve girê dide û dikeve xizmeta 500 gund û bajarokên bakur û başûrê rê, ji bilî wê jî dikeve xizmeta bajarên sereke; Dêrik, Girkê Legê, Tibespiyê, Çilaxa û Qamişloyê.

Gerînendeyê projeyê, endezyar Kawa Elî têkildarî projeyê got, li gorî îsal ev proje li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya herî mezin e. Rêveberiya Herêmî armanc dike ku zextê li ser şaredariyan sivik bike, dest bi avakirina rêyên navendî bike û wan sererast bike, da ku şaredarî dema xwe ji xizmet û xebata li bajar û bajarokan re veqetînin, û li van karan vala bibin.

Endezyarê axnasiyê, Dawûd Şêxmûs jî got, ev proje dê bi kalîteyke bilind pêk bê û karekî zêde jê re divê: "Ev rê ji aliyê taybetmendiyên teknîkî ve mîna rêya M4 e, hemû madeyên vê projeyê ji herêmê ne û madeyek jî ji derve nehatiye bikaranîn. Dê test werin çêkirin, çawa lazim be, wê wiha be."

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.