‘Rêya ji hestûyan’ û kampên Sibîryayê!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 7 Adar 2024 - 00:06

  • Wênegirê Ingilîz Barry Lewîs di sala 1991’an de diçe Sibîryayê û wêneyên kampên ku ji wan re “gulag” dihatin gotin digire. Li wan kampan ji ber birçîbûn, nexweşî û sermayê bi qasî 2 milyon insan canê xwe didin. Ji lewma jî ji wir re dibêjin ‘rêya ji hestûyan’.

Barry Lewîs wênegirekî Ingilîzî ye ku di sala 1991’an de rêya bi Sibîryayê ketiye. Wî di wan salan de li wir gelek wêneyên balkêş girtine. Wî berê vîzora xwe daye “gulag”ên sar ên Sibîryayê û bi kesên ku ji ber zilma Stalîn hatine surgûnkirin re peyiviye. Her wiha wêneyên van kesan jî girtiye. Wî daye pey şopa mehkûman, ew mehkûmên ku ji Magadanê ber bi Kolyama bi hezaran kilometre rê çûne. Ji ber ku gelek kes di vê rêyê de canê xwe ji dest dene jê re gotine “Rêya ji hestûyan” jî û niha jî ev rêya dirêj ya ku mehkûm tê re bihurîne bi vî navê tê bibîranîn. Piştî ku mehkûm canê xwe ji dest didan hem li ser rê dihatin binaxkirin. Hin mehkûmên nexebitîn hatin kuştin û lê zafek ji wan jî ji ber nexweşî, birçîbûn û sermayê mirin.

Li vir ango li Magadan û Kolyamayê gelek hepsên ku ji hêla polîsên îstixbarata SSCB’yê tên birêvebirin hene. Her wiha “gulag” (kampên koleyan) jî hene ku ew jî parçeyekî van hepsên SSCB’yê ne. 

Magadan bendereke navdar e li Sibîryayê û erdên li wir jî qerisîne. Ew 6 hezar kilometre dûrû Moskowê ye. Yanî ewder cihekî gelek dûr, bi berf û sar e. Malên li wir jî weke bereqeyan in û axlebî wan bi axşeb hatine çêkirin. Kesên diketin ber xezeba Stalîn mecbûr xwe li wir didîtin. Û bi salan li vir sirgûn diman, an di hepsan de diriziyan an jî di kampan de dibeicîn! 

2 milyon kes can da!

Barry Lewîs dide zanîn ku di navbera salên 1930 û 1950’î de li herêma Magadan gelek “gulag” hatine avakirin ku ew bi navê xwe yê xerab tên zanîn. Barry Lewîs di derbarê van gulagan de dibêje; “Kesên xwedî sûc li van kampan dihatin bi cihkirin. Lê gelek kes jê bêyî werin dadgehkirin dişandin van kampan û bi salan di hepsên Sibîryayê de diman. Di navbera salên 1930 û 1950’î de qederê 18 milyon kes şandin van kampan û li van kampan nêzî 2 milyon insan canê xwe dan. Lê dikarim bibêjim ku kampên li Kolyma yên herî dijwar û xerab bûn.”

Nedilsozên proleteryayê!

SSBC’yê qaşo ev kampên li Magadan û Kolyma ji bo mehkûman perwerde bike ava kiribû lê piştî demekê ev qamp bûn kampên mirinê. Yanî SSCB’yê xwest bi rêya van kampan kesên serhildêr ango li hember pergala wan serî radikin di van kampan de bi cih bike û wan di bin hukmê xwe de bihêle da ku serê wan neêşe. Kesên ku dişandin van kampan “kesên nedilsoz ên proleteryayê” bûn û ew bi vî awayî ji civakê dihatin îzolekirin. Ev kampên mehkûman her wiha ji bo aboriya welat pêş bikeve jî hatin bikaranîn û mehkûm jî weke karkerên ku vê aboriyê li ser lingan dihêlin hatin nîşandan ango xebitandin.

Zanîngehên herî baş ên dinyayê

Mehkûmê bi navê Asir Sandler ku ketiye ber kadraja Barry Lewîs li ber hucreya xwe belgeyên xwe yên dema ew hatiye girtin nîşan dide. Barry Lewîs wiha behsa serpêhatiya wî dike; “Gava ew hatiye girtin 70 kîlo bû ye. Lê piştî sê mehan ew bûye 42 kîlo. Wî ev tişt jibîr nekiriye. Ew hîna 30 salî ye tê girtin. Di sala 1941’an de di destên wî de pirtûkeke helbestên qedexe hatiye dîtin. Ji ber wî van helbestên qedexe xwendiye bi îxanetê hatiye sûcdarkirin û cezayê îdamê girtiye. Lê piştî 11 salan serbest dimîne û vedigere Magadanê. Di sala 1991’an de 80 salî bû û li kampan fêrî teknîkên bijîşkan bûbû.” Asir Sandler ji Barry Lewîs re dibêje, “Kampên li Sibîryayê zanîngehên herî baş ên dinyayê bûn. Hemû întelektûlan şandibûn van kampan!”

Nivîsandina bi girêkan

Asir Sandler gava ku li hepsê dimîne serpêhatiyên xwe bi rêya girêkên li ser benekî qeyd kirin. Ji lewma defter û qelem qedexe bû. Wî jî li ser girêkan avêt benekî û weke qodên veşartî serpêhatiyên xwe qeyd kirin bi rêya van girêkan. Wî van benên xwe yê ku girêk li ser wan hebûn veşartin û piştî ji hepsê derket bi xwe re derxist derve. Piştî çend salan jî pirtûkeke bi navê “Nivîsandina bi girêkan” derxist ku tê de behsa serpêhatiyên xwe yên hepsê dikir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.