Rêya dirêj a qadimgehan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 17 Tebax 2022 - 22:00

  • Çanda tuwaletê ya îro belav a bi kanalîzasyon û di nava malê de, nisbeten nû ye; lê esas sîstema tuwaletê û kanalîzasyonan hezarê salan kevin e û li serdema navîn şikestiye. 

LUQMAN GULDIVÊ

Ka hûn jê re çi dibêjin, avdestxane, qedimgeh, daşîr, tuwalet? Li gundan zêde cihê wê nebû. Paqijiya wê jî bi ferzên dînî û mecbûrîbûna siheta laşê mirov ve girêdayî bû. Lê di gundên neolîtîk yên li heman deverê de beriya bi hezarên salan, kevirên tuwaletan hatine bikaranîn. Li bajarên serdema navîn ên Kurdistanê û welatên Rojhilata Navîn çanda avdestxaneyan bi giranî ya kodikan bû, eynî weke li bajarên Ewrûpayê. Li hin bajaran sîstemên kanalîzasyonan ên îstîsnayî, li hin bajaran jî sîstemên çalan û valakirina wan jî hebûn. Lê ka em berê xwe bidin demên kevintir û bi çanda qedimgeh û avdestxaneyan dakevin.

Beriya qederê 7 hezar salan li gund/bajarên neolîtîk em dibînin di avahiyan de hin kanal hene ji bo ku pîsî û ava qirêj a nava malê bi wan derxin derve. Li Bîblosê (li Lubnana îro) kanalên wiha hatine dîtin û ev kanal ji beriya mîladê di hezarsala 5’an de hatine çêkirin. Lê tiuwaleteke ku weke îro em nas dikin, di nava xirbe û bermahiyan de xuya nake. Lê em dizanin mesela li deverên neolîtîk ên nêzî Heskîfê yên ku îro dewleta Tirk ew di bin avê de hiştine, sala 2017’an kevirên tuwaletê li ber çem hatin dîtin û ew herî kêm 5 hezar salî bûn.
     
Împarator tuwalet çêkirine

Di nava avahiyekê de hebûna tuwaletê, bi delîlên arkeolojîk jî hatiye îsbatkirin û ev jî nîşanî me dide ku tuwalet herî kêm 4 hezar û 300 sal in tê bi kar anîn. Di qesrên împaratorê damezirîner ê Akadiyan Sargonê Yekem (Beriya mîladê 2334 - 2279) ên li Ur û Nippurê de tuwalet hene. Di dawiya vê hezarsalê de li bajarên Mezopotamyayê hema hema li nîvê malan sîstemên kanalîzasyonê û tuwalet hebûne. Ji bo paqijiyeke tekûz a bajêr diviyabû ev rêje bigihişta ji sedî 75’an. 

Li Misrê tuwaletên pêşî ji bo miriyan bûn

Li Misra kevnar jî çanda tuwaletê hebû û di gornên ji beriya mîladê 2890 heta beriya mîladê 2636’an de yên li Saqqarayê mirov avdestxaneyan dibîne. Ji xwe gor jî weke malan hatibûn sêwirandin. Lewma li gorî Misriyên kevin, ji saxan re çi lazim be, ji miriyan re jî ew lazim bû. Di hemû gornan de ev tuwalet nebin jî di hinan de hebûne.

Herçî di nava malan de ye, em dibînin ku beriya mîladê di 1350’î de tuwaletên dişibin tuwaletên ala franga hene. Li bajarê El-Armanê ji van avdestxaneyên mirov dikare li ser wan rûne, li hin malan hatine dîtin. 

Sîstemeke tekez a kanalîzasyonê

Li Hindistanê, beriya mîladê di dawiya hezarsala 3’yan de li navenda împaratoriya Îndûsê, li bajarê Mohenco-Daro sîstemeke baş hatiye sêwirandin a kanalîzasyonan û tuwaletan hebûye. 

Tuwaletên Urartuyan

Li Rojhilata Navîn wekî din em dizanin ku Hîtîtan li qesrên xwe serşok û avdestxane çêkirine. Heta tuwaleteke mirov dikare li ser rûne jî bi kar anîne. 

Herçî şaristaniya Urartuyan e, wan li Serhedan li qesr û îbadetxaneyên xwe sîstemeke bipêşketî ya kanalîzasyonê û avdestxaneyan hebûye. 

Li Romayê ûmûmî bû

Li Romaya kevin tuwaletên ûmûmî dihatin bikaranîn. Welatiyên Romayê dikarin li van tuwaletên umûmî rûnin.

Lê ji ber ku ji bo paqijiyê paç û sunger hevpar bi kar dianîn, ji bo sihetê ne baş bûne. Axir di hezar salên desthilata wan de li bajarên wan heta serdema navîn ev çanda tuwaletê û sîstemên kanalîzasyonê hebûne.

Serdema navîn li bajarên Mezopotamyayê

Em weke nimûne berê xwe bidin qesrên Heskîfê. Li van qesran em dibînin ku kodik ji bo avdestxanê hatine bikaranîn. Yanî bipaşveçûneke eşkere di çanda tuwaletê de xwe dide der. Lê ev kodikên hanê naşibin ên Osmanî û bi pirranî weke yên Mezopotamyayê ne û nexasim dişibin sîstemên bajarên Sûrî yên weke Reqayê.

Axir ev kodik li kolan û sikakan nedihatin valakirin. Ev jî cihêtiya bi serdema navîn a Ewrûpî re nîşan dide. 

Gardî looooo!

Patenta avdestxaneyên modern a Skoçiyekî ye: Alexander Cumming sala 1775’an patenta tuwaleta mirov avê berdidiyê, stendiye. Lê ji bo ku ev îcada wî li bajaran xweşik belav bibe, diviya bû li Ingilîstan û Skoçayayê bi xwe jî bêhtirî sedsalekê bibihuriyana. 

Esas li qesran “garde robe” [erê eynî ew peyva gardrobê ji vê peyvê tê] hebûne; yanî malmezinan dikarî li cihekî girtî biçin tuwaletê. Lê ew bi sîstemeke kanalîzasyonê ve ne girêdayî bûn. Yanî ji kunekê her tişt yekser dikete erda kolan û meydanê. Li hin gind û bajaran çal dihatin bikaranîn. Li Londonê jî demekê gelek çal hatin kolan û kesên ew çal vala dikirin jî hebûn. 

Lê valakirina kodikên daşîrê ji pencereyan li bajarên Ewrûpî yên serdema navîn, tiştekî belav bû. Ji ber vê jî, beriya ku kodik bên valakirin hin peyvên hişyarkirinê çêbûbûn. Li Londonê yek ji van peyvan “Gardî loooo” bûye. Muhtemel e ku ji hevoka bi Fransî “Prenez garde à l’eau” (Xwe ji avê vedin) çêbûbe. 

Peyveke din a ji bo hişyarkirinê jî “cheerio” [“çîriyo” tê xwendin] bûye. Etîmolog bawer dikin ew jî ji peyva “chair below” (Kursî [deynin] erdê/xwarê) peyda bûbe. Lewma xulaman di serdema navîn de li bajarên Ingilistanê bi kursiyên taybet dewlemend li nava bajêr de gerandine. 

Di sedsala 19’an de tuwaletên bi berdana avê li Ingilîstan û Ewrûpayê belav bûn. Heta sala 1848’an qanûn hat çêkirin ku ferz dikir yan tuwaleteke bi avberdanê bixebite, yan jî tuwaleteke binê bi xwelî di malên nû de hebe. Piştî ku sîstemeke nû ya kanalîzasyonê li Londonê sala 1865’an hat çêkirin, êdî ne “Gardî looo” û ne jî “cheerio” lazim nebûn.”

Em dibînin ku çanda tuwaletê ya îro belav a bi kanalîzasyon û di nava malê de, nisbeten nû ye; lê esas sîstema tuwaletê û kanalîzasyonan hezarê salan kevin e û li serdema navîn şikestiye. 

* Lîsans wêne: Lûleyan avêtina derve ya ava qirêj a avdestxaneyê li Xefeceh a Diyalayê. Mafên wêne yên Oriental Institute, University of Chicago, Diyala Archaeological Database in û bi lîsansa Creative Commons Attribution-NonCommercial-NoDerivs 3.0 Unported License dikare bê bikaranîn.

- Lîsans Wêne: Tuwaleta bi tuxleyan a li  Til Esmerê, ji ser dema Akadê. Mafên wêne yên Oriental Institute, University of Chicago, Diyala Archaeological Database in, û bi lîsansa Creative Commons Attribution-NonCommercial-NoDerivs 3.0 Unported License.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.