‘Rêwingî’ya Geral

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 23 Mijdar 2021 - 23:51

  • Li girtîgehên Tirkiyeyê hejmareke zêde nivîskarên politîk hene. Nivîskarên politîk di warê zimên û wêjeyê de her roj xwe bi pêş dixin.

DERVÎŞ ELÎ

Li girtîgehên Tirkiyeyê hejmareke zêde nivîskarên politîk hene. Nivîskarên politîk di warê zimên û wêjeyê de her roj xwe bi pêş dixin. Çîrok û romanên ji girtîgehan derdikevin hêjayî xwendinê ne. Min jî hewl da derheqê ‘Rêwingî’ya  Mahmut Yamalak û wêjeya wî ya zindanî de çend tiştan binîvîsim.

Mahmut Yamalak sala 1969´an li navçeya Dûtax a Agiriyê hatiye dinê. Ji ber ku malbata wî koçî Stenbolê dike, ew jî li wir mezin dibe. Di ciwaniya xwe de du salan dikeve girtîgehê. Piştî ji girtigehê derdikeve tevlî tekoşîna azadiyê dibe. Sala 1994´an careke din tê girtin û cezayê muebetê lê tê birrîn. Heya niha sê pirtûkên wî hatine weşandin. Weşanxaneya Aramê sala 2013´an “Mermer Kanatlı Kuşlar” û “Tarîderya” çap kirine. Yamalak, demekê beste û gotinên stranan jî amede kirine. Strana Koma Agirê Jiyan ya bi navê Bêhna Adarê ji aliyê wî ve hatiye çêkirin. Yamalak di nameyeke xwe de dibêje, “Min qet pirtûkên xwe negirtine destên xwe. Dewlet ditirse ku ez bikevim bin tesîra fikrên xwe.” Nivîsên Mahmut Yamalak di kovara Demokratik Modernite û Dîpnotê de jî hatine weşandin. Mahmut Yamalak di girtîgehê de li ser xebatên folklorê jî mijûl dibe. “Rêwingî” jî di Tîrmeha 2020´an de ji Weşanxaneya Aryenê der çûye. 

“Roja ku wan bavê min kuştî min dê dest dibistanê bikira.” Çîroka serlehengê romanê Geral bi van gotinan di şikeftekê de dest pê dike. Çend zarok di şikeftekê de li dora agir rûdinin û dest bi axaftinê dikin. Mirov piştî axaftinên wan hîn dibe ku leşkerên Tirk bi ser gund de digirin û heft kesan dikujin. Yek ji wan kesan jî bavê Geralê heft salî ye.

Serlehengê “Rêwingî”yê zarokeke heft salî ye û di nêrîna zarokekê de êşa civakekê dide nîşan. Wextê desthilatdarî dest bi binpêkirinê dikin, di tûrikê bindestan de çend tişt dimînin. Ji bo bindestan berxwedêrî û avakirina hişekî nû yê civakê jî ji van tiştên di dest de mayî ne. Çîrok di salên salên 1990´î de qewimiye. Serhildaneke mezin heye li Kurdistanê. Tevgera Azadiya Kurdistanê li hemberî dewleta Tirk her ku bi ser dikeve dewleta Tirk jî gundan dişewîtîne. Bi nasnameya dewletê a faal ve Kurdan dikuje. Bi van kirinên xwe yên kirêt hewl dide ku civaka Kurdî bêhûş bike, civakê bixe bin çavdêrî û desthilatdariya xwe. Tiştên ku em di vê romanê de guhê xwe didinê, ev tiştên ku hatine bêdengkirin, tiştên hatine tepeserkirin in.

Piştî afirandina tekoşîna azadiyê, dîrok ji nû ve hate nivîsandin. Kurdên azadîxwaz her devera Kurdistanê kirin cihê têkoşînê. Rûyê tirsê ji ser gelê Kurd rabû. Nivîskar jî hewl daye ku vê yekê bi çavê zarokekê bide der. Zarokbûn paqijî ye. Tevgera Azadiya Kurdistanê jî wan çaxa weke zarokeke nûgihiştî paqijiyekê dide nîşan. Her tişt ji nû ve ava dibe... Weke piştî tofana Nûh pêxember, paqijiyek nû ava dibe... Roman jî vê paqijiyê di rûyê zarokan de sembolîze dike. 

Çîroka Geral rastiya civaka Kurdistanê ye. Şer, pêvçûn, gundên hatine şewitandin... Zarokên bê dê û bav mane. Zarokên bêgor, şikeftên tijî hestî. Hestiyên bê nasname. Her bûyera di çîroka Geral de li dora rastiya civakê dizîvire.

Gava ji şikeftê derdikeve, Geral edî heşt salî ye. Geral û hevalên wî xwe berdidin nav dol û newalan. Ji bo xwe li rizgariyekê digere. Tiştên ku ji bîra Geralê piçûk naçin, dîwarê ku bavê wî pişta xwe dabûyê û tevlî şeş gundiyan hatîbû kuştin e. Geralê piçûk hay ji mezinahiya bûyerê nebû. Heya dawiya emrê xwe bûyera li gund qewimî û şikefta ku bi hemsalên xwe re tê de mayî, bi xwe re dikişkişîne...

Çîrok li Bakurê Kurdistanê dest pê dike lê cih ne diyar e. Jixwe, di dawiya çîrokê de Geral jî dibêje, ew jî nizane ji ku derê hatiye: “Dibe ku Culemêrg be an jî Wan.” Geral xwe berdide Derya Reş, çend rastiya li wir hîn dibe. Rêwingiya Geral li Deryaya Reş carna dibe mevanê masîgirên Laz. Masîgir behsa xwe û dewletê dikin. Behsa li dibistana tinekirina zimanê Lazî dikin. Geral hîs dike ku dewlet asîmilasyonê ne tenê li Kurdistanê dimeşîne; di heman demê de li Deryaya Reş, li ser axa Lazan jî mêtingeriyê dike.

Rêwingiya Geral ber bi rastiyê ve diçe û li her cihê ku lê ye xwe ji nû ve ava dike. Geral, piştî Derya Reş vê carê diçe Sêwasê û li vir navê Nurî Dersîmî dibihîze. Dibejê yekem serhildana Kurdistanê Nurî Dersîmî li vir daye destpêkirin.

Nîvîskar carna behsa wan kesayetên girîng ên di dîroka Kurdistanê de jî dike û hewl dide Rêwingî ya Geral bike nîşandana avakirina Kurdewariyê.

Romannûsiya Mahmut Yamalak bi gelek awayên xwe serketî ye. Teswîrên wî teswîrên romannûsiyeke derveyî çawa be wisa ye. Her çiqas laşê nivîskar di girtigehê de be jî xuya ye hişê wî li derve ye, di nav civakê de ye. Weke tê zanîn zindan cihekî sar e; dîwarên sar, ranzayên sar, her tişt ji derveyî mirov diqewime. Mirov li zindanê dûrî rastiya civakê ye lê  xuya ye nivîskar qet ji rastiya civakê dûr nemaye. Ji derve her tişt li ber çavê mirov diqewime, êş û elemên civakê dibe rastiya jiyana mirov. Li girtîgehan ne wisa ye; tu rastiyê dibihîsi û paşê tu vê rastiyê hîs dikî. Yamalak jî vê yekê dide der.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.