Rêveberiya Xweser kampê berfireh dike

Çarşem 25 Îlon 2024 - 16:22

  • Rêveberiya Xweser bi armanca ku malbatên din li kampa Serêkaniyê bi cih bike, kampê berfireh dike. Hevserokê Rêveberiya Kampê got ji bo kampê 14 donim hatiye veqetandin û wê 40 malbatî pêşwazî bikin.

Di encama êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên Cotmeha 2019’an ên li ser Serêkaniyê de, bi hezaran koçberan xwe li bajarê Hesekê girt. Rêveberiya Xweser ji bo koçberan 2 kamp (Serêkaniyê û Waşûkanî) li Hesekê ava kirin. Tevî kampan jî hin malbatên koçber li dibistanan bi cih bûbûn. 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar da ku dibistaneke ku koçber tê de ne, vala bike. Li ser vê yekê rêveberiya Kampa Serêkaniyê ya li taxa Telayî a li bajarê Hesekê ji bo pêşwazîkirina malbatên koçber ên li dibistanan dimînin, qada kampê fireh dike.
Hevserokê Rêveberiya Kampa Serêkaniyê Ebdurezaq Mihemed diyar kir ku biryara firehkirina kampê piştî biryara valakirina dibistanekê hate dayîn. Mihemed bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser li beramberî kampa Serêkaniyê cihek (14 donim) veqetandiye da ku 40 malbatan (220 kes) lê pêşwazî bike. ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.