- Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dibêje, firotina balefirên şer ên F-16 ji bo Tirkiyeyê li xêra berjewendiyên DYE´yê ye.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dibêje, firotina balefirên şer ên F-16 ji bo Tirkiyeyê li xêra berjewendiyên DYE´yê ye. Li gorî nûçeya Reutersê, rêveberiya Biden difikire ku heger F-16´an bifiroşe Tirkiyeyê, ev ê li xêra berjewendiyên ewlekariya neteweyî yên Washingtonê be û ji bo hevgirtina NATO´yê ya demdirêj jî bi kêr were. Bi van argumanan wezareta karê derve ya rêveberiyê ji Kongreyê xwestiye destekê bide destûrdayîna firotina balefiran.
Tirkiyeyê Cotmeha par xwestibû 40 balefirên şer ên F-16 ji DYE´yêî bikire û her wiha 80 sîstemên nûjenkirinê ji bo F-16´ên xwe yên heyî jî bikire. Ji nûçeya Reutersê eşkere dibe ku wezareta karê derve ji kongreyê re nameyek nivîsiye. Name 17´ê Adarê hatiye nivîsandin û memûra payebilind a qanûnçêker a wezaretê Naz Durakoglu îmze kiriye. Yanî rêveberiya Biden bi vî awayî esas bersiv daye banga Erdogan a 10´ê Adarê. Erdogan xwestibû DYE firotina van balefiran êdî erê bike.
Heger Kongreya DYE´yê firotina van balefiran erê bike, dewleta Tirk wê fîloya xwe ya balefirên şer bi vî awayî nû bike.
WASHINGTON