Rêûresm û xeyalên şikestî yên dijîtal

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 12 Kanûn 2023 - 00:52

Jacob Hashimoto hunermendekî Japon-Emerîkî ye ku li bajarê New York Cityê li “McEnry Gallery” pêşangehek vekiriye. Di pêşangehê de înstalasyonên wî yên rengîn tên nîşandan. Ev înstalasyonên wî di warê reng û sêwirandinê de gelekî dewlemend in û îşaret bi serdema dijîtal dikin. Hashimoto bi van înstalasyonên xwe yên xweşik, wekî din balê dibe ser nasnameya xwe ya Japonî û derbarê rêûresmên Asyayî de jî gelek tiştan rave dike.

Navê pêşangeha Jacob Hashimoto “The Disappointment Engine” (Motora Xeyalên Şikestî) e. Wî ji kaxez û bambûyan gelek bafirokên rengo rengo çêkirine û bi awayakî hosteyane bi cih kirine ev bafirokên xwe. Di pêşangehê de bi temamî 11 berhemên Hashimoto tên nîşandan. Ensatalasyonên wî hîseke xerîb bi serdêrên pêşangehê re çêdikin, weke ku ev înstalasyon zindî bin, xelk wisa hîs dike gava ku van înstalasyonan dibîne. Tişta herî girîng jî ew e ku Hashimoto înstalasyonên xwe hemû bi destan çêkirine.

Bi rêûresmên Japonî dadikeve

Jacob Hashimoto got, “Ez hinekî Japonî û hinek jî Emerîkî me. Ez li devereke weke gundan a Emerîkayê mezin bûm. Hem nasnamameya Japonî û hem jî ya Emerîkî di karên min de xuya dibin, jixwe ez jî xwe aidî van her du nasnameyan hîs dikim. Lê têkiliya min a bi rêûresmên Japonî re li hêlekê disekine ku pirr girînge ji bo min. Ez bi malzemeyên ku parçeyekî rêûresmên Japonî ne, karên xwe dibim serî. Nexasim jî şêweyê karên destan ên Japonî di înstalasyonên min de xwe didin der.”

Hilberandin bibîranîne jî

Jacob Hashimoto dide zanîn ku ev kar her çiqas bi teknîkeke rêûresmên kevn ên Japonî hatibin çêkirin jî, ew di heman demê de derbarê serdema me de jî hin tiştan rave dikin. Ji lewma gelek bafirokên ku bi awayekî gilover hatine çêkirin, îşaret bi hin ekranên kompûteran ên xerabûyî dikin. Ew bi rêya pîkselên ekranan vê yekê nîşan dide. Hashimoto da zanîn ku ew di bin tesîra pencereyên vîtrayê de maye û got; “Bi van karan ez hin pirsan dikim û ji bo hin fikir derkevin meydanê, cihekî weke galeriyê bi kar tînim. Gava mirov hin tiştan hildiberîne bi hilberandinê re hin tiştan jî bi bîr tîne, weke mezinahî û hêza xwezayê, her wiha tiştên piçûk ên li xwezayê. Hewladanên Sîsîfos û hemû ezmûnên mirovahiyê yên li xwezayê. Ev nihêrîn hemû bi rêya xebatên bi vî rengî tên nîqaşkirin, yanî bi berhemên hunerî. Ez wisa bawer dikim ku xebatên min nihêrînekê ava dikin bi xelkê re û ez jî bi vî awayî di karê xwe de bi ser dikevim.”

NEY YORK CITY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.