Reşbeleka doktorên Kurmancî jî çêbû

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 1 Hezîran 2022 - 21:03

  • Weşanên Nûbiharê bi navê “Hekîmtiya Kurmancî” pirtûkeke lêkolînê çap kir. Nivîskarê pirtûkê, Tekîn Çifçî ye. Pirtûk ji 400 rûpelan pêk tê.
    Di danasîna pirtûkê de tê gotin; 

Weşanên Nûbiharê bi navê “Hekîmtiya Kurmancî” pirtûkeke lêkolînê çap kir. Nivîskarê pirtûkê, Tekîn Çifçî ye. Pirtûk ji 400 rûpelan pêk tê.
Di danasîna pirtûkê de tê gotin; 

"Hekîmtiya gelêrî, rêûresma hezaran salan berê ji me re maye; ji zanîn, tecrûbe û bîrûbaweriya miletekî kemiliye û meyaye; qern bi qern wek mîrateyekê ji nifşên berê derbasî yên nû bûye. Ev rêûresmeke di xwe de gencîneyeke çandî û zimanî jî hewandiye.

Tekîn Çifçi, di vê lêkolîna xwe ya meydanî de daye pey şopa bijîşkiya gelêrî, yanî ´hekîmtiya Kurmancî´. Gund bi gund li herêma Semsûrê geriyaye, bi hekîmên wir re hevdîtin kiriye; derbarê nexweşiyan, dermanan, gîhayan, rêbazên dermankirinê û bîrûbaweriyan de agahî berhev kirine, tomar kirine, dabeş kirine."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.