Replîkayê “Gayê Nemrûd” li Basrayê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 12 Sibat 2024 - 00:53

IŞID’ê di sala 2015’an de êrîşî berhemên hunerî ên li Kurdistan û Iraqê kiribûn. Wan berhemên bi navê “Gayê Nemrûd” ê ku Beriya Zayînê di sedsala 9’an de hatibû çêkirin jî şikandibû û ji holê rakiribû. 

Peykerê “Gayê Nemrûd” û her wiha yên bi navê “Lamassu” di dema Asûriyan de ji bo ku bajêr ji xelkên biyanî biparêzin hatibûn çêkirin û li ber deriyên bajêr hatibûn danîtin. Ev peyker ji bo Asûriyan û her wiha xelkên herêmê pir girîng bûn. Ji lewma jî li Îtalyayê hinek hunermend bi pêşengiya pisporê restorasyonê Nicola Salviolî di sala 2016’an de bi rêya teknolojiya 3D replîkayekê peyker çêkirin. Peyker di sala 2016’an de Kolezyûma Romayê di bin banê pêşangeha "Rising from Destruction Ebla, Nimrod, Palmyra" de hate nîşandan. 

Piştî pêşangehê rayedarên Îtalyayê peykerê “Gayê Nemrûd” ê ku weke repîlkayekê ji nûve hatibû çêkirin teslîmî Muzeya Basra ya Iraqê kirin. Ev replîka weke diyariyekê ew ê li muzeyê bimîne.

Wezîrê Çandê yê Îtalyayê Gennaro  Sangiuliano got; “Îtalya mîrateyên çandî diparêze û di vî warî de li dinyayê pêşengiyê dike. Ji lewma berhemên çandî ruhên neteweyan in û weke dîrokeke şênber tên nirxandin. Ji lewma jî ji bo em karibin berhemên çandî biparêzin di qada navneteweyî de em hevdîtinan dikin û hevkariyê pêk tînin. Ji îro pê ve jî çi ji destê me were em ê texsîr nekin û bikin.”

BASRA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.