Rengên xwezayê û tabloyên weke xewnan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 4 Hezîran 2024 - 00:18

Tabloyên ku John MacAllister çêkirine di bin tesîra tabloyên Mattise û Bonnard de mane. Yanî ew ji hosteyên Post-Empresyonîst fêrî vê hunerê bûye. Gava ew li zanîngehê dixwîne di heman deme de Li Muzeya Hunerê ya Metropolîtan jî bi şev weke dergevanekî dixebite. Gava ew li wir dixebite çav bi tabloyên şêwekaran dikeve û derfet dibîne ku li estetîka van tabloyan bikole. Bi vî awayî bi wextê re wî ji bo hunera xwe jî şêwazeke nû peyda kir û dest bi çêkirina van wêneyên xweşik kir.

Menzereyên bi kulîlk û xweza du mefhûmên sereke ne di taboloyên wî de. Her wiha roja ku diçe ava û asîmanê şîn jî di tabloyên wî de babetên sereke ne. Tabloyên MacAllister eynî weke xewanan in, xewnên bi kulîlk, asîman û rengên cur bi cur hatine xemilandin.

John McAllister ku li Los Angelesê dijî ji bo tabloyên xwe dibêje; “Her ku cihê me yê di pergala rojê de diguhere ronahî jî xwe bi awayekî din nîşanî me dide. Gava bihar tê roj bêhtir aram in, kulîlk vedibin û her der dibe weke xalîçeyeke kesk. Ev tiştekî bêhempa ye. Gava roj kintir dibin vêca hingûra êvarê balkêştir dibe û bi awayekî din tê xuyanê. Xweza gelek rengên cuda derdixe hemberî me û ev reng min ber bi xwe ve dikşînin.”

LOS ANGELES

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.