ASMAA FATHÎ/JÎNHA/QAHÎRE
Di çarçoveya kampanyaya 16 rojan a li dijî şidetê de, Pirtûkxaneya Mesir El-Cedîda pêşangehek wêneyên hunerî yên ku pirsgirêkên jinan tînin ziman vekir. Rêvebera Pirtûkxaneya Giştî ya Mesir El-Cedîda, Îman Mihdî behsa pêşangehê kir.
Huner riya herî bi lez û tesîr e
Îman Mihdî da zanîn ku huner bi her awayî bandorê li şidetê dike û derbarê pirtûkxaneyê de got; “Pirtûkxane bi gelemperî bi pirsgirêkên cîhanî re têkildar e. Bi civîn, çalakiyên hunerî em vê yekê pêk tînin. Li hember şideta li jinê tê kirin jî me bi dirûşmeya ‘Rengê cîhanê porteqalî ye’ tevgeriya û pêşangeheke hunerî li dar xist. Pêşangeha hunerî, tabloyên komek hunermendên ku dikaribûn xwe bigihîjînin dereceyeke diyar a jêhatîbûnê vedihewîne. Hunermend di dema berhemên xwe yên hunerî yên li atolyeyên pirtûkxaneyê de, bi xebatên xwe gihîştine asteke hostetiyê. Di pêşangehê de nêzî 15 hunermend ji pêşengên pirtûkxaneyê amade bûn, her yekê ji wan tabloyek çêkir û tê de behsa şideta bermaberî jinê kirin. Huner rêya herî bilez e ji bo balbirina ser êşên jinan û pirsgirêkên wan ên cihê.”
Kêmasiya di warê wekheviya zayendî de
Îman Mihdî da zanîn ku rewşa aborî yek ji faktorên herî giring e ku dibe sedema zêdebûna rêjeya şidetê û gotinên xwe wiha bi dawî kir; “Der barê wekheviya zayendî de kêmasiya hişmendiya gel heye û ji bo sînordarkirina encamên wê ji her kesî hewldan û hevgirtinê dixwaze. Şewba koronayê jî rola wê di rêjeya bilind a şidetê de heye. Asta amadebûna li pirtûkxaneyan bi rêjeyeke mezin kêm bûye. Amadebûna li pirtûkxaneyê bi demê ve girêdayî ye, çi di havînê de çi di dema xwendinê de be. Her wiha gelek cureyên çalakiyan li pirtûkxaneyê tên lidarxistin. Gelek jin beşdarî atolyeyên dirûtinê û karên din ên destan dibin û di civînên hişyarkirinê de hebûna her du zayendan wekhev e.”
Pirtûkxane, bi gelek rêxistinên jinan re têlkildar e û piştevaniya rêxistinên jin dike da ku ew bi pêş bikevin.