Koma Şehîd Avêsta piştî koçberbûna şêniyên Efrînê li Şehbayê hate avakirin. Di vê komê de tenê jin hene.
Endamê komê Henîfa Haco dibêje, “Destpêkê weke kom me cihê xwe di nava komên giştî de digirt, bi demê re derfet li pêşiya me vebû û me komek xweser bi reng û dengê jinê ava kir. Şehîd Avêsta di Efrînê de berxwedanek bê hempa li hember dagirkerî û çeteyên wê da meşandin û bi tekoşîna xwe di nav çeteyan de canê xwe fedakir ji bo parastina axa xwe, loma me jî xwest navê wê li koma xwe bikin.
Hewildanên me hene ku em kilîp û stranên xwe yên taybet amade bikin. Di vê komê de 5 jin bi hev re dengê xwe derdixînin û di nav me de hunermendên ferdî jî hene stran û mewalan vedibêjin.” JINHA/ŞEHBA