Rejîmê hemû sînor derbas kirin
Sêşem 19 Mijdar 2024 - 03:00
Hevpeymaniya Neda di derbarê cezayê darvekirinê ku rejîma Îranê li çalakvana mafên jinan Werîşe Muradî birriye, daxuyaniyek nivîskî parve kir. Di destpêka daxuyaniyê de hat diyarkirin ji ber jinên li Îranê li dijî zilm û zordestiya rejîma Îranê radest nabin û helwest nîşan didin, ceza û tecrîd li ser wan tê ferzkirin û wiha hate gotin:’’Piştî serhildana jin jiyan azadî ya berî du salan li Îranê pêkhat û şûn de, nêzîkatiyên rejîma melayan li beramberî jinan hîn hovanetir bûne. Hemû sinor û pîvanên mirovahiyê derbaskirine, her tayek pora jinekê li bin perdeyê derkeve dixin girtîgehan, her helwestek li dijî rejîma melayan bê nîşandan, bi cezayên herî giran ên weke darvekirinê tên cezakirin.” Di beşek din a daxuyaniya Hevpeymaniya Neda de tê diyarkirin ku birrîna cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî û ji beriya wê jî cezayê darvekirinê li 831 kesên din birrîn a di nava yek salê de, tirs û encama siyaseta nerewa û hovîtiya rejîma Îranê eşkere dike. Her wiha hat diyarkirin ku Îran yek ji wan welatan e ku herî zêde cezayê darvekirinê li jinan dibirre ye. Hevpeymaniya Neda bang li tevayî rêxistinên jinan, rêxistinên feminîst û mafên mirov ên li bakurê Efrîqa, Rojhilata Navîn û cîhanê kir ku piştgiriya xwe ji bo Werîşe Muradî nîşandin û li dijî zilma rejîma Îranê helwest nîşandin.
NAVENDA NÛÇEYAN