Rejîm ji xwedê jî natirse

Şemî 5 Mijdar 2022 - 01:02

  • Rejîma Îranê ji bo çavtirsandîkirina xelkê, rapvanê Kurd Saman Yasîn di weşana zindî de dadgeh kir û di nava 10 deqîqeyan de ji ber ku destek daye raperînê, cezayê îdamê lê birrî. 

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê merasîmên çileyê xwepêşanderên şehîdbûyî jî veguherîn xwepêşandan û çalakiyên mezin hatin kirin. Bi hezaran kes bi dirûşmeyên li dijî desthilatdariyê berê xwe da goristanan û çûn ser mezelên şehîdan. Li aliyê din rejîmê jî hovîtiya xwe zêde kir. Rejîmê li Tehranê rapvanê Kurd Samîn Yasîn (Seydî), bi derewa dijminatiya xwedê kiriye, dadgeh kir û cezayê îdamê lê birrî. 

Li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê agirê serhildana bi şehîdkirina Jîna Amînî hatî dadan, gur geş pêketiye.

Pêr êvarê di bibîranîna 40 rojiya şehîdbûna gelek xwepêşanderan de li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û yên Îranê xwepêşandan û çalakî berfirehtir bûn.

Li bajarê Şabad yan jî Îslam Abad yê li rojavayê parêzgeha Kirmanşanê, merasîma bibîranîna 40 rojiya şehîdbûna ciwanê bi navê Seîd Mihemed hat lidarxistin. Bi sedan kes li ser gora Seîd Mihemed diruşmeyên li dijî rejîmê gotin.

Li bajarên Sine, Seqiz, Bane, Kamyaran, Merîwan, Bokan, Mehabad, Urmiye, Bîcar û çend bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya jin û ciwanan bi diruşmeya ‘Jin jiyan azadî’ xwepêşandan û çalakiyên li dijî rejîmê dewam kirin.

 

Li Kerecê xwepêşandana mezin

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî li zanîngehan agirê serhildanê bi awayekî gur hat geşkirin. Li pey wan li gelek bajarên Îranê jî careke din xwepêşandan û çalakî hatin berfirehkirin. Li ser asta Îranê, xwepêşandana herî mezin li bajarê Kerecê çêbû. Bi carekê ve xwepêşanderan kolan û rêyên sereke li çunûhatinê girtin.

Pêr di çilrojiya qetilkirina xwepêşanderên bi navê Hedîs Necefî û Parsa Rezadust de li Kerecê bi hezaran kesî berê xwe da goristanê û bi pêşengtiya jinan merasîm veguherîn xwepêşandaneke berfireh.

Li herêmên Kemal Şehîr, Hîsarek, Xoremdeşt û hinek cihên din yê bajarê Kerec xwepêşandan hatin li darxistin û ji bo demekê xwepêşanderan rêya Kerec-Qezwênyan li trafîkê girt.

Heman demê de li bajarê Fuladşehîr yê Esfehanê merasîma ji bo çilrojiya qetilkirina xwepêşandera şehîd Mehsa Muguyî veguherî xwepêşandaneke mezin. Li bajarên Şahîd Şer û Esfehanê jî çalakî û xwepêşandan hatin li darxistin.

Li bajarên din yên weke Tehran, Meşhed, Reşîd, Tewrêz, Amol û Fesa yê li parêzgeha Faris xwepêşandanên mezin dewam kirin.

Ji ber stranan îdam lê birrîn

Hunermendê Kurd ê ji Kirmaşanê, Saman Yasîn ê ku bi stranên xwe piştgirî da şoreşa gel a li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê, kete ber xezeba rejîma Îranê. Dadgehaeke rejîmê ya li Tehranê cezayê îdamê lê birrî.

Di 2’ê Cotmehê de hunermend Saman Yasîn (bi navê Seydî navdar e) ê ku bi stranên xwe piştgirî da şoreşa gel, li Tehranê ji aliyê hêzên rejîmê ve hat girtin. Piştî ku Saman Yasîn derxistin dadgehê, pêr dadgeha rejîmê ya li Tehranê cezayê îdamê lê birrî.

Saman Yasîn her 11 sucên ku rejîmê ew pê tometbar kir, red kir. Rejîmê ev dadgehkirina sexte li ser ekranên televizyonên xwe zindî weşand da ku xelkê çavtirsandî bike. Dadgehê di nava 10 deqeyan de biryara cezayê îdamê li dijî Samîn Yasîn da.

Piştî biryara îdamê, li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê li gelek deveran ciwan daketin meydanan û biryar şermezar kirin. Her wiha li gelek cihên cîhanê jî gelek hunermendan piştgiriya xwe ji bo Saman Yasîn anî ziman û ji bo rakirina cezayê îdamkirina Saman Yasîn, kampanya dan destpêkirin.

Doh li paytexta Elmanyayê Berlînê, li Meydana Brandenburger Tor jî ji ber biryara îdamkirina Saman Yasîn, rejîma Îranê bi çalakiyekê hat rûreşkirin. 

 

Berê xwe dan xwendekaran

Ji ber ku li dibistanên amadeyî û li zanîngehan xwendekar êdî pêşengiyê dikin li nerazîbûnên ji rejîmê û li raperîna li dijî rejîmê, rejîmê jî berê zilma xwe bêhtir da ser xwendekaran.

Xwendekara Kurd a ji Seqizê, ya ku li Tehranê dixwîne Nezîla Marûfiyan jî yek ji wan xwendekaran e ku ketiye ber xezeba rejîma Îranê. Nezîla Marûfiyan hem xwendekar û hem jî rojnamevan e li cem dezgeha nûçeyan Ruydad 24´ê. Hêzên rejîmê ew 30´ê Cotmehê li mala xizmeke wê girtibû.

Ji destpêka xwepêşandanan ve, li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê heta niha herî kêm 277 kes hatine şehîdkirin û 40 ji wan zarok in. Li gorî çavkaniyan, ev hejmara piştrastkirî ye û hejmara bi rastî ji vê zêdetir e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.