Rêberên berxwedana pîroz

Şemî 17 Tebax 2024 - 03:15

  • HPG’ê ragihand ku Endamê fermandariya Sewq û Îdareyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Alan Milazgir û Doktor Sara Tolhildan şehîd bûne û got: Berxwedana dîrokî û pîroz a hevrêyên me Alan û Sara, wê hertim ji me re rêberiyê bike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên ku li Zapê şehîd bûne ev agahî dan:’’Endamê Fermandariya Sewq û Îdareyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Alan Milazgir û Doktor Sara Tolhildan, 21’ê Hezîrana 2024’an di çalakiya fedayî ya li Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê şehîd bûn. Yek ji çepera ku agirê berxwedanê ya pîroz li hil tê, şerê tunelan ku bi rengekî dîrokî û bê hempa tê meşandin, Tunelên Şer ên Şehîd Dogan a li Qada Berxwedanê ya Sîda ya li Zapê ye. Artêşa Tirk a dagirker ku ev 3 sal in, bi her cure çekên qedexekirî û gazên kîmyewî lê bikar tîne, bi kepce û tankan êriş dike, avê berdide tunelên şer da ku berxwedana li vir bişikîne, ev keleha berxwedanê ya hemdem e. Hevrêyên me yên li van tunelan, ev sê sal in li gel ku êrişên dijmin ên dermirovî vala derxistin, hertim li dijî artêşa dagirker di nava berxwedanê de ne û hertim çalakiyan lidar dixin û derbê li dijmin dixin. Hevrêyên me yên li vir bi rastî jî bi îradeyeke jor mirovî rihê fedayî yê APO’yî gihandin asta herî jor, tevî hemû zehmetiyan berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Dewleta Tirk a qirker û dagirker û artêşa wê ya dagirker, 3 salan di çeperekê de sekinandin û rê nedan wan, bûn qehremanên fedayî yên mezin ûn dîroka me. Fermandarê leheng û fedayî yê APO’yî Alan Milazgir û hevrê Doktor Sara Tolhildan jina Kurd a qehreman, 21’ê Hezîrana 2024’an ji bo hevêyên xwe yên din biparêzin, bedenên xwe kirin sîper û li dijî artêşa Tirk a dagirker, çalakiyeke fedayî pêk anîn. Bi rihekî fedayî ya mezin êrişê baregeha artêşa dagirker kirin, astegmenek ceza kirin û derbeke giran li baregeha dagirkeran xistin û şehîd bûn. Berxwedana dîrokî û pîroz a hevrêyên me Alan û Sara ku mîmarê berxwedana herî fedakar, fedayî û destanî ya dîroka me ne, milîtan û fermandarên vê berxwedanê ne, wê hertim ji me re bibin rêber. Em soz didin ku xwedî li bîranîna wan derkevin, têkoşîna wan mezin bikin, armancên wan pêk bînin, tola wan hilînin û berxwedana wan a dîrokî bikin hinceta serketinên hîn mezintir. Li ser vê bingehê em di serî de malbatên hêja yên welatparêz ên hevrêyên me Alan û Sara, ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. 

Sembola dîroka têkoşînê

Hevrêyê me Alan li navçeya Milazgir a Mûşê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Di sala 1994’an li Botanê beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Alan bêyî ku şertên zehmet ji xwe re bike asteng, di nava 2 salan de li tunelên şer ên Qada Şehîd Dogan a Sîdayê, pêşengî ji berxwedaneke dîrokî ya li dijî dijmin kir. Dilsoziya xwe ya bi Rêbertiya me re û baweriya xwe ya bi azadiya gelê me re, di vê pêvajoyê de hîn xurttir kir û tunelên şer veguherand kelehên ku ti carî têk naçin. Tevî israra hevrêyan û tevgera me jî, li cihekî din koordînekirina şer red kir, li heman çeperan ma û ti carî ji vê biryara xwe dudilî nebû, heta nefesa xwe ya dawî şer bi fedayîtî şer kir. Hevrêyê me Alan, di çalakiya xwe ya dawî de jî, li gel derbeke mezin li dijmin xist, têkneçûna milîtanên ku xwe bi îdeolojiya APO’yî rapêçane careke din nîşan da. Ti carî ji rêgezên jiyana APO’yî û şerê azadiyê ya birûmet a gelê me tawîz neda heta nefesa dawî şer kir. Hevrê Alan bû fermandarê pêşeng ê şerê tunelan a taktîka me ya qonaxa nû, bû fermandarekî sembol a dîroka me ya têkoşînê. 

Nûnera rihê PKK û PAJK’ê

Hevrêya me Sara weke ferdeke eşîreta Mamxurî ya welatparêz li Edenê jidayîk bû. Di sala 2014’an de dest ji zanîngehê berda û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Piştî pratîka xwe ya li Avaşînê ya serketî, derbasî herêma Zapê bû ku ji sala 2021’an û vir ve li dijî êrişên dijmin bi fedayîtî şer kir. Hevrêya me ku ji aliyê bi dermankirina hevrêyên birîndar re mijûl dibû, li aliyekî din jî ji bo mezinkirina berxwedanê di nava her xebatê de cih girt. Li Tunelên Berxwedanê yên Sîda ku bû keleha berxwedanê ya hemdem, tevî ku dijmin bi hemû teknîka xwe, çekên qedexekirî û çekên kîmyewî bi hovane êriş kir jî, ti carî ev çeper neket, di nivîsandina vê destanê de roleke dîrokî dît. Hevrêya me Doktor Sara, kedên mezin da û Tunela Şehîd Dogan kire keleha berxwedanê ya mezin. Heta nefesa xwe ya dawî israr kir ku di Tunelên Şehîd Dogan de bimîne. Li Tunelên berxwedanê ya Sîdayê de ku şerê îradeya APO’yî di asta herî jor de dihat jiyan kirin, hevrêya me Sara nûneriya rihê milîtaniya PKK-PAJK’ê pêşxist, bû fermandareke sembola a şerên tunelan ku bi fedakariyeke mezin dihate meşandin. Dilsoziya xwe ya îdeolojîk a bi Rêber APO re û jiyana azad ku wî afirandiye, di her kêliya jiyana xwe de bi serketî derbasî pratîkê kir. Bi berxwedana xwe ji bo taktîka gerîla ya qonaxa nû bigîhê serketinê, pêşengî kir.”

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên şehîd de wiha ne:

Alan Milazgir (Ender Budancer), li Mûşê jidayîk bûye, 21’ê Hezîrana 2024’an li Zapê şehîd bû.

Sara Tolhildan (Leyla Aykut), li Edenê jidayîk bûye, 21’ê Hezîrana 2024’an li Zapê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.