Rêber APO nûnerê berxwedanê ye
Duşem 1 Tîrmeh 2024 - 02:55
Kurdên li Parîsê ji bo protestokirina pergala qirkirinê ya Îmraliyê û bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan daketin meydanan. Li banliyoya Vîllîers-le-Bel a paytexta Fransa Parîsê bi şîara ‘Dawî li tecrîda Îmraliyê bînin, ji Rêber Apo re azadî’ meş hat lidarxistin. Kurdên ku bi organîzasyona meclîsa gel a Vîllîers-le-Bel li hev civiyan, pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya dewleta Tirk a faşîst li dijî Rêber Abdullah Ocalan protesto kirin û azadiya wî xwestin. Meşa ku di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de hat lidarxistin, li stasyona Vîllîers-le-Bel destpê kir û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi dawî bû. Di tevahiya meşê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Dawî li tecrîdê bînin, ji Rêber Apo re Azadî” berz kirin. Bi dowîz û danezanên ku têkîldarî tecrîdê hatibûn amadekirin, raya giştî ya Fransî hate agahdarkirin û bang li Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê hat kirin ku li dijî tecrîdê helwest nîşan bide û bikeve nava tevgerê.
Meş li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi dawî bû û mitîng hat lidarxistin. Di mitîngê de di şexsê şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) de, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Di mitîngê de li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Vîllîers-le-Bel daxuyanî hat dayîn û wiha hate gotin:“Weke tê zanîn 40 meh in tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Weke ku em her tim dibêjin, ger rêberê gelekî dîlgirtî be, ew gel jî dîlgirtî ye. Ji ber ku Rêber Apo hêviya me ya azadiyê ye. Heta ku Rêberê me azad bibe, CPT dengê me bibihîze, em ê dengê xwe bilindttir bikin û li qadan bin. Li Kurdistanê du xet hene. Berxwedan û xiyanet. Rêber Apo nûnerê berxwedanê ye. Divê em jî xurttir xwedî li vê berxwedanê derbikevin.” Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
Li Îtalya çalakiyên piştevaniyê
Li bajarên Mantova, Parma û Reggîo Emîlîa yên Îtalyayê di çalakiyên piştevaniyê yên bi Kurdistanê re êrişkariya dewleta Tirk a li dijî Kurdan û berxwedana li Kurdistanê hat axaftin.
Li bajarên Mantova, Parma û Reggîo Emîlîa yên Îtalyayê bi pêşengiya Rete Kurdistan Îtalîa (Tora piştevaniyê bi Kurdistanê re) çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Çalakiyên ku bi dehan Îtalyanî eleqeyekî mezin nîşan da, heta saetên derengî dewam kir. Rojnamevan Mûrat Çinar jî tevlî çalakiyê bû û li ser mêtinkariya dewleta Tirk û berxwedana li Kurdistanê axivî.
Çalakiya li Parma jî bi tevlîbûna nivîskara pirtûka Ronahiya Şengalê (La Luce Şengal) Sara Lucaronî û ji berdevkên Rete Kurdistan Îtalîa Serkan Xozatli hat lidarxistin. Xozatli anî ziman ku hewldana qirkirinê ji aliyê Tirkiyeyê ve li ser tevahiya gelê Kurdistanê tê ferzkirin û banga piştevaniyê kir. Rojanamevan û Lêkolîner Alessîa Manzînî û Francesca ku di Koordînasyona Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de cih digire, bi rêya telefonê tevlî çalakiya li bajarê Reggîo Emîlîa bûn û li ser rewşa giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandineke berfireh kir. Piştî civînê çalakî bi xwarina piştevaniyê û stranên Kurdî yên hunermendê Kurd Aştî heta saetên deren dewam kir.
NAVENDA NÛÇEYAN