Razên çûna Barzanî ya Bexdayê

În 16 Nîsan 2021 - 04:59

  • Berhem Letîf serdana Nêçîrvan Barzanî ya beriya Bexdayê ya Fransayê bi bîr dixe û dibêje, çavkaniyên ji hevdîtinê haydar dibêjin, “Serokê Fransayê ji Nêçîrvan Barzanî xwestiye ku pirsgirêkan li gel Bexdayê çareser bikin û xwe ji Tirkiyeyê dûr bigrin.”

Berhem Letîf ji ajansa nûçeyan Rojnewsê re li ser serdana serokê Herema Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî a Bexdayê ya 10'ê Nîsanê analîzeke berfireh nivîsand. Li gorî wî ev serdan ne li ser navê rêveberiya Başûr, lê li ser navê PDK'ê bûye û çend aliyên serdanê hebûne. Yek ji wan vegera li Bexdayê û xurtbûna li ser siyaseta Iraqê ye, û yeke din jî bidestxistina serokomariya Iraqê ye.
Nêçîrvan Barzanî 10’ê Nîsanê çû serdana Bexdayê û di nava sê rojan de li Bexdayê bi serokkomar, serokwezîr, serokê parlamena Iraqê, nûner û aliyên siyasî yên Iraqê re gelek hevdîtin kirin.

Berhem Letîf dibêje, seredana Barzanî weke ku li ser navê Serokatiya Herêma Kurdistanê pêkhatî xuya bike jî, wî ti cîgirekî xwe yê ji YNK’ê û Tevgera Gorran bi xwe re nebir Bexdayê. Kesên bi Nêîrvan Barzanî re çûbûn, Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê Fewzî Herîrî, şêwirmendên wî Kerîm Sincarî, Felah Mistefa, Newzad Hadî û Dilşad Şehab bûn; yanî hemû jî PDK’yî bûn.

Bi handana Macron berê xwe dide Bexdayê

Berhem Letîf serdana Nêçîrvan Barzanî ya beriya Bexdayê ya Fransayê bi bîr dixe û dibêje, çavkaniyên ji hevdîtinê haydar dibêjin, “Serokê Fransayê ji Nêçîrvan Barzanî xwestiye ku pirsgirêkan li gel Bexdayê çareser bikin û xwe ji Tirkiyeyê dûr bigrin.”

Berhem Letîf gotinên Barzanî yên beriya serdana Bexdayê yên li ser qebûlkirina mercên Bexdayê hemûyan û razîbûna ji budceyê jî di vê çarçoveyê de dinirxîne. 

Gelo PDK li Bexdayê vedigere?

Letîf dibêje, "Li gorî nirxandinên li ser serdana Nêçîrvan Barzanî, PDK êdî dixwaze zêdetir ji berê xwe nêzî Bexdayê bike û bandora xwe li ser nexşeya siyasî ya Iraqê çêke.

Li gorî çavkaniyên ji naveroka hevdîtinên Barzanî li gel aliyên Iraqî agahdar, Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinan de bi awayekî nerm axiviye û îşaret bi danûstandin û lihevkirina li gel Bexdayê kiriye."

Berterefkirina YNK'ê û Mesrûr?

Welê xuya ye, PDK dixwaze xwe li Bexdayê bi hêz bike, da ku aliyên Iraqî di dema danûstandinên li ser mijara Kurd de tenê guh bidin PDK’ê.

Letîf paşê dibêje, "Yek ji armancên serdana Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê ew bû ku careke din posta Serokatiya Herêmê aktîf bike û nîşanî aliyên Iraqî bide ku ew li gel Mesrûr Barzanî cuda difikire."

Yek ji xalên din ên girîng li gorî Letîf, wergirtina postê serokkomariya Iraqê ye: "Li gorî çavkaniyên nûçeyan, PDK amadekariyan dike ji bo vê carê posta serokkomariya Iraqê bi dest bixe." 

Ji bo vê jî namzet Nêçîrvan Barzanî ye, lê ew jî wê girêdayî dubendiya di navbera wî pismamê wî Mesrûr Barzanî de be. Çavkaniyeke nêzî serokkomarê Iraqê Berhem Salih van îdîayan red dike, lê dibêje  PDK Ednan Muftî weke namzet amade dike. Çavdêrê Siyasî Pişder Babekir dibêje bi vê PDK dixwaze peywendiyeke bihêz li gel welatên Erebî yên Sunî çêke.

Hilbijartinên Iraqê û Şengal

Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinên xwe hemûyan de behsa hilbijartina giştî ya pêşwext a Iraqê kiriye. Çavkaniyekê jî ji Rojnewsê re gotiye, PDK dixwaze hevpeymanekê bi Eniya Sedir yan jî Eniya Hikme re  ji bo hilbijartinê çêke. Tevî ku ev îhtîmal pirr lawaz e.
Piştî hevdîtina Nêçîrvan Barzanî ya bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re ofîsa wî ragihandibû ku wan behsa Şengalê jî kiriye. Berhem Letîf dibêje, piştî civînê, 12’ê Nîsanê Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê Osman Xanimî li gel serfermandarê artêşa Iraqê çûye Şengalê û ne dûrî aqilan e ku sedem zextên Barzanî yên ji bo bicihanîna peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê be.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.