Raz û sira rengê şîn

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 11 Hezîran 2024 - 00:15

  • Bajarê kevnar Pompeii ku li Îtalyayê dimîne yek ji bajarên herî kevnar ê dîrokî tê qebûlkirin. Lê serpêhatiyeke bajêr a nexweş heye. Ji lewma bajêr di bin lav û xweliya agir a Çiyayê Vezûv de ma û kesek ji wir nefilitî. Ji lewma arkeolog her li vî bajarî dikolin û her sal tiştên nû tên kifşkirin.

Pompeii ku li Îtalyayê bajarekî kevnar ê helaqbûyî ye, weke behreke bê binî ye. Ev bajarê antîk ê kevnar li Başûrê Napolî dimîne. Piştî Mîladê sala 79’an Çiyayê Vezûv ê volkanîk teqiya û bajar di bin lavên çiyêyê volkanîk de ma. Pompeii di dîrokê de yek ji bajarên herî girîng tê hesibandin ku li wir gelek tişt hatine parastin. Ev çend sal in ku li wir xebatên arkeolojiyê diçin serî. Hema bêje her sal li wir berhem û bermahiyên kevnar ên nû tên kifşkirin. Tiştên ku tên kifşkirin di derbarê dîroka bajar û her wiha serpêhatiya ku li wir qewimî de gelek tiştî rave dikin. 

Herî dawî li taxa Regio IX a li Pompeii ku ev demek dirêj in xebatên arkeolojîk tên kirin, hin dîwarên ku bi freskên şîn û fîgûrên jinan hatine xemilandin hatin dîtin. Ev fresk û fîgûr li ser dîwarên odeyekê hatin kifşkirin. Fîgûrên ku weke freskan hatine çêkirin çar demsalan temsîl dikin. Wekî din teswîrên pastoral ango xwezayê jî li ser van freskan hatine çêkirin ku weke temsîlên alegorîk jî tên xuyanê. Beriya niha jî li Pompeii tiştên bi vî rengî hatibûn kifşkirin lê rengê şîn ê ku pê dîwar hatine xemilandin kêm caran hatiye kifşkirin. Cihwarên ku ev reng lê hatine kifşkirin jî cihwarên girîng in. 

Şîn li her derî nedihat bikaranîn

Arkeologan berê jî tiştên balkêş kifşkiribûn li Pompeii lê ev odeya ku bi freskên jinan û rengê şîn hatiye xemilandin tiştekî nû ye. Ji lewma odeyeke bi vî rengî beriya niha li wir nehatibû dîtin. Li gor dîtin û lêkolînên pisporên di vî warî de dixebitin ev ode ji bo rîtûelên pagan û her wiha parastina alavên pîroz hatiye bikaranîn.  Pisporan ji bo rengê şîn jî gotin ku wî zemanî tenê li cihwarên girîng dihat bikaranîn û ev reng li her derî tine bûye. Li gel freskên şîn her wiha 15 heb kûp, lembeyên don û sê qutiyên dekoratîf jî hatine dîtin. Li gor pisporan beriya ku çiyayê vezûv biteqe û bajar di bin lavên agir de bimînin ev odeya ku hatiye kifşkirin di tadîlatê de bûye.

Xezîneye ku dawî lê nayê

Serokê Wezareta Çandî yê Îtalyayê Gennaro Sangiuliano bajarê antîk Pompeii weke “xezîneyeke ku bi gelek hêlên xwe baş nehatiye kifşkirin” bi nav kir. Di vê xabata dawî ya li bajêr de li 70 ‘ê malan 13 hezar ode hatin lêkolînkirin û di dawiyê de ev odeya ku bi rengê şîn hatiye xemilandin hate kifşkirin. Beriya ku Çiyayê Vezûv biteqe û bajêr ji holê rabe ango di bin xweliyê de bimîne tê zanîn ku li wir 15 hezar kes hebûn. Bobelata ku li wir qewimî 15 hezar kesî jî bi xwe re xist bin axê û kes bi saxî ji vî bajarî nefilitî.

Warê dîrokzan û arkeologan

Cara ewil di sala 1748’an de li Pompeii hin bermahî hatin kifşkirin. Piştî kifşkirinên ewil arkeolog û dîrokzan berê xwe dan Pompeii û bi bi serpêhatiya bajêr daketin. Her wiha wan tim xwest tiştên di bin xweliyê de mane û bûne kevir an jî şewitîne kifş bikin. Ji lewma ew ji bo arkeologan tim bûye cihwarekî dîrokî yê ku ji gelek kifşên nû re ducanî ye. Her sal bi hezaran turîst diçin serdana Pompeii û bajêr weke parçeyekî girîng ê mîrateya dinyayê tê qebûlkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.