Rawe Masî legel Salar Ezîz

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 12 Mijdar 2021 - 23:04

Sazmanî Înqîlabî 
u Kurdistan(102)

Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Muhsîn Rîzwanî Awirêk le bizûtnewey çepî Iran le nawewe, Hemîd  Şewket, çapî yekem: 1384 / 2005  zayînî

Bilaw kerewe: Murtezewî

Rîzwanî: Webîrm dê carêk legel jimareyek le pêşmergekanî Yekêtî Nîştimanî Kurdistan çûyne masîgirtin. Fermandey ewan kesêk bû be nawî Kak Salar ke lay ême fêrî Farsî û babete markisîstîyekan debû û şêweyekî taybetî hebû bo masîgirtin. Ew rojêk be dem qise kirdnewe bangihêştinî kirdîn bo masîgirtin. Şêwey kareke ewe bû lew beşey da ke awî çomî aram bû, tewawî terkî çomekey sengiçin dekird û her goşeyekî be awaleyî dehêştewe. Ewcar le katêk da ta ejno de aw da bûyn, masêkanman kiş dekird. Masîyekan dexuşîn û be îcbar berew ew laye çûn ke be awaleyî hêştirabuwewe û hewzokeyek saz kirabû. Ew car ewêşman sengiçin dekird û rêgey helatnî masîyekanman debest. Ew roje nizîkey 200, 300 masîman girt û le her goşey da be çend kesan agrêkman pêkewe na û masîyekanman kebab kird. Belam le dway ewe herçendî dawaman kird le pêşmergekan ke biçîne rawemasî muwafeqetyan nekird. Kurdekan legel ew hemû dilêrîyey xoşyan, tirsêkî seyryan le aw heye. Pêyan waye, nabê bawer be awî çomî bikrê û amaden sê şew û roj be pêyan biron, belam le aw neden. Delên le pir "lafaw" dê, yanî sêlaw heldestê.

Şewket: Em Talebanî ye 
çi core însanêke?

Rîzwanî: Le temenî sêzde salanewe le bzûtnewe da buwe. Le buwarî maf da xwêndûye û be ser zimanî 'Erebî da zale. Farsî, Îngilîsî û Feranseyîş dezanê û însanêkî behoş û be zekawete û zor kitêb dexwênêtewe. Ejdadî kurdî Iranîn, xelkî şarî Beharan, pêtextî qedîmî Kurdekan ke le nizîk Ekbatan helkewtûwe. Ejdadî le şere xêlekîyekan da Iran be cê dêlin û deçne 'Iraq.

Talebanî xoy be markisîst dezanê û zor hogrî Iran bû. Hemîşe deygut, "dezanim ke dozî Kurd le çuwarçêwey wulatêk da şiyawî cê be cê bûn nîye û helkirdnî alay serbexoyî Kurdistan  ême nageyênête hîç kwê. Be bûnî şovênîsmî 'Ereb tenanet eger destman be otonomîş rabiga û serbexoyîş werbigrîn hîç meseleyek cê be cê nabê. Renge taqe rêgayekî çareserî hebê û ewîş pêkhênanî fêdrasyonêkî gewreye, be bê ewey ke kes le kes cwê bêtewe."

Şewket: Çon yektirtan nasî?
Rîzwanî: Yekem car le Rom dîtim. Legel Xusrew Sefayî ke le hawrêyanî konî ême bû le Sazmanî Înqîlabî da û le Îtalya dejya, çûyne dîdarî. Mihebetêkî zorî legel kirdîn û hemû helumercêkî amade kird ta bituwanîn legel grûpî Şerîfzade le Kurdistan pêwendî bikeyn. Duwatir ke le wez'êkî zor xirap da bûyn le Kurdistan wefiryaman kewit û yarmetî dayn û îmkanat û çekî le ber dest nayn. 

Webîrm dê ew Kuruş Laşayî û Xusrew Sefayî le hemwan ziyatir xoş dewîst. Katêk bîstî Kuruş çuwete ser têlêvîzyon, legell eweş bedaxewe bû le ber ew rûdawe deygut, "min her wek pêşû xoşewîstî û rêzim sebaret be wî parastuwe." Xoşewîstî wî bo Xusrew Sefayî ta radeyek bû ke nawî kurekey na 'Qubad' û Qubad nawî xwazrawey Xusrew bû le Kurdistan.

Ew carêk le pêwendî legel Kuruş da pêy gutim, "Kak 'Elî, helumercêk pêk bênin ta eger hawrêyek mandû bû, be bê ewey ke tawanî çokdadanî wepal bidrê, xoy bixate lawe. Êmey Kurd bo doxêkî awa zaraweyekî taybetîman heye. Pêy delêyn "danîştin" yanî kesêk deyewê danîşê. Boçî deretanêkî ewto le yektirî destênin? Ême pêşmergeyekman hebû ke be salan xebatî kirdbû. Katêk mandû bû pare û azûqey wergirt û çuwe lay jin û mindalekey. Yek dû salî pê biçê boxoy degerêtewe û egerîş negerawe çî têdaye, xoy ewey helbjarduwe. Helumercêk pêk bênin ta eger kurekan mandû bûn bituwanin bê ewey seryan newî bê, xoyan bixene lawe û eger wîstyan bigerênewe bo xebat kirdin."

Rojêkyan ke minî bangihêştin kirdbû bo malekey û xerîkî giftugoy siyasî bûyn, gutî, "Kak 'Elî êwe bo ewende dogmatîkin?" û lêy ziyad kird "Ba nimûneyekt bo bas bikem. Carêk, şa  bo seferêk çû bûwe Mîsr û emnî bangihêştin kird biçim le Qahîre çawim pêy bikewê ke ew bangihêştinem wedwaye dawe. Be salan lew rûdawe tê perîbû ta ewey ke hemû hêzî nîzamî ême le şer le hember erteşî 'Iraq le naw çû.  û cige le 25 pêşmerge le ser sinûrî Iran û 'Iraq hîç hêzêkman nemabûwewe. Min yekêk le pêşmergekanim nard ta biçête nizîktirîn dê le xakî Iran û nanman bo peyda ka.

Maweyekî pê çû be destî betal gerawe. Le layen berpirsî sawakewe peyamî hêna bû ta Mam Celal xoy neye xeberêk le nan nîye û ewe sûkayetîyek bû be ême. Belam çareyekman nebû, rojêk le helwêstî hêz û deselat da detuwanî wulamî nerênî bideyewe be dawxwazî şay Iran û rojêkî dîke debê biçî û sûkayetî qubûl bikey."

Webîrm dê çarêkyan legel çend kes le hawrêyanî hîzbî û jimareyek le pêşmergekanî Yekêtî Nîştimanî Kurdistan çûyne geranêkî Kurdistan ke pêy delên cewle. Duway çend roj geyiştîne nawçeyek ke dû çomî pê da tê deperî. Yekyan zêy piçûk û ewîdîyan zêy gewre bû. Mam celal gutî: "Kak 'Elî, debînî çend cuwane. Elan eger bimanewê biçîne ew berî çomî, debê roj û nîwêk be pêyan biroyn, çunke perînewe le çom lem werzey sal da helnasûrê, belam renge rojgarêk serkewîn wek nîşaneyek le hawpêwendî pirdêk be ser ew çome da rayel keyn."

Dwacar lay nîwero geyiştîne dawênî çiyayek ke le piştewey dêyek hebû ke Mam Celal serî lê bida. Her lewê kemêk hesaynewe û ber lewey werê bikewîn Mam Celal gutî: "Lem werzî zistane da hîç şitêk le dest mirov da nîye û nabê layenî îhtyat le dest bideyn, be taybetî ke hewa nasêkîşman legel nîye û natuwanîn pêşbînî bikeyn ke le se'atekanî dahatû da wez'îyetî hewa çon debê?"

Dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.