Rastiya zindî û mîmarî

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 13 Îlon 2020 - 23:00

Selwa Rewda fikrên xwe bi materyalên cihê dikirin berhemên hunerî û formên di berhemên wê yên berê de her cihê xwe di berhemên nû de didît. Wê bi vê, ev fikra xwe îfade dikir: huner divê rastiyeke zindî ya mîmarî be.

Gelek dikarin bifikirin ku hunerê mucered bi mêran cihê xwe li Rojhilata Navîn çêkiribe. Lê, ya rastî, jinekê ku di modernîzma huner de jî ji pêşengên li Rojhilata Navîn tê hesibandin, Saloua Raouda Choucair pêşengî ji vî hunerê hanê re li Rojhilata Navîn kiriye. Navê wê bi Fransî wiha hatibe nivîsîn û wê ev nav di nivîsê de bi kar anîbe jî navê wê Selwa Rewde Şukeyr e. Wê hunerê mucered bi resm, tevn û peykerên xwe yên li hev siwar dibin, ji Libnanê ber bi Rojhilata Navîn a mayî belav kir. Ev hunermenda sala 1916´an li Beyrûdê ji dayik bû, Çileyê 2017´an wefat kir. Wê qederê 100 salan berhemên hunerî çêkirin û heta ku dest û lingên wê ew li erdê nehiştin jî, huner çêkir.
Selwa Rewda di hunerê mucered de xwe ne tenê disipart modernîzma hunerê Ewrûpî. Rast e wê 3 salan li Parîsê di salên 1940´î de hunerê mucered û mijarên wê li paytexta herî muhim a hunerê Ewrûpî nas kir. Lê beriya wê, ew sala 1943´yan çûbû Misrê û gihiştibû wê qeneatê ku hunermendên Ereb ên berê “ji serdema Yewnanan heta bi dawiya sedsala 19´an” xwe gihandibûn “ruhê hunerî” û ew bi qalibên xwe yên hunerî bi gewde kirine. Herdu hosteyên wê Umer Unsî û Mustefa Farûq weke wê nedifikirîn, lê ew li ber wan radibû bi vê fikra xwe. Yanî wê hem di helbesta bi wezna arûz de hem jî di xetên xetatiya cîhana Ereb de ew ruhê hunerî didît.

Ji kamilbûna hunerê Ereb bawer dikir

Tevî ku wê li École des Beaux-Arts a Parîsê dixwend û li berdestê hosteyê navdar Fernand Léger jî bû, wê çavên xwe li kesên weke wê difikirin gerand û ew dîtin li Atelier d’Art Abstrait (Atolyeya Hunerê Mucered) dîtin. Ev jî komek hunermend bûn ku berê xwe dabûn hunerê ne tişteyî û objektîf. Wê hingê dest bi çêkirina resman li ser tuwalan kir ku rengên gouache (gûaş; boyaxeke bi avê tê tenikkirin) li ser wan ceribandin. Selwa Rewda hingê tecrûbeya xwe ya bi formên modulekirî bi îlhama ji eşqa ji bo geometrî û matematîkê, gelek caran resm kirin. Yanî xwe spart xetkişandina xetatan û geometriya xemla hunerê Îslamî jî.

Vegeriya mala xwe Bêrûdê

Ew ber bi dawiya salên 1950´î ve vegeriya Beyrûdê û wê li Studyoya xwe dest pê kir bi kîlê xebitî û dar xeritandin û verotin. Me li jor behsa xetan û xetatan kir: Selwa Rewda ji xetê, rêgeha wê û behreya wê ya çêkirina form û gewdeyan bawer dikir. Li gorî wê bi vî awayî xetê dikarî gelek kirasan li xwe ke û bi gelek rengan bi gewde bibe. Ji ber wê jî xet û tew hêmanên sereke yên zimanê vîzuel bûn ku wê di temamê hunerê xwe de bi kar anî. Gava wê ev kir, wê xwe bi boyax, peyker, tekstîl, resmên li ser dîwaran û dîzaynên ji bo navmalê jî kir.

Rêze berhemên wê û wezna arûz

Di salên 1960´î de ew li ser rêzeberheman xebitî ku weke ‘interforms’ tên zanîn: kubên besît ên ku di nava wan de formên hundir ên kompleks ê verotî hebûn. Piştî vê jî wê ew rêzeberhemên xwe yên navdar ên bi navê “şiir” çêkirin. Ev jî peykerên modulekirî bûn û her modula wan wezna risteke helbesta Erebî ya ku weke arûz navdar e, nîşan dida. Ketina nav hev a van formên modulekirî, xwendina bihevve a her rista helbestê temsîl dikin. Rêzeberhemeke wê ya din heye, ew jî ji du parçeyên ku dikarin li hev siwar bibin hatine çêkirin û ev rêzeberhem weke “duals” tên nasîn.
Selwa Rewda fikrên xwe bi materyalên cihê dikirin berhemên hunerî û formên di berhemên wê yên berê de her cihê xwe di berhemên nû de didît. Wê bi vê, ev fikra xwe ya ku ji hunerê Ereban ê heta sedsala 19´an wergirtî, îfade dikir: huner divê rastiyeke zindî ya mîmarî be.

Ji ber şer nereviya

Di dema şerê navxweyê yê Libnanê de Selwa Rewda dev ji Bêrûdê û hunerê xwe berneda. Yek ji berhemên wê yên boyaxa bi formên modulekirî yên ji salên 1940´î ku hûrik û parçeyên camê tê de ne, şahidiyê li vê yekê dikin. Di salên 1980´yî de di êrişeke bombeyî de camên atolyeya wê jî parçe bûbûn û di vê berhema wê de jî şopa xwe hiştibûn. Lê ew li Bêrûdê, li atolyeya xwe ma.
Di vê serdema şerê navxweyî de ew bi peykertiraşiya ceribandinê daket: wê alemyon, lek û naylon bi kar anîn, ev jî elaqedarî wê hêrs û arezûya wê bû ku avê û tevgerê di nava berhemên xwe de bi cih bike.
Hunerê wê li meydanên giştî, nekarîn zêde bimînin. Sala 1982´yan wê peykerê şêrekî mezin çêkir ji bo ku li meydaneke mezin a bajêr bê bicihkirin. Ev peyker li ketina bajêr a başûr hat bicihkirin. Pêşî hat xirakirin û îro jê ti tişt nemaye. Selwa Rewdayê salên 90´î jî hin berhem ji bo meydanên giştî çêkirin; ji wan ên ku li Baxçeyê Cibran Xelîl ê li keviya Bêrûdê ne, hîna dimînin.
Wê 26´ê Çileyê 2017´an li Bêrûdê wefat kir. Berhemên wê û arşîva wê jî li weqfa bi navê wê parastî ne ku keça wê hê di saxiya wê de sala 2011´an dest pê kiribû ku damezrîne. Portreya wê ya wê bi xwe sala 1943´yan çêkirî jî li vê weqfa bi navê wê ye. 

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.