Rastiya Cûdiyê Miradan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 4 Gulan 2021 - 05:09

  • Derhênera Anîmasyonê Semîha Yildiz: Îro Çiyayê Cûdî bi pênaseyeke ne baş tenê di rojnameyan de cî digire. Lê min xwest çîroka Cûdiyê Miradan ya rast bibêjim, esas ew ji van nûçeyên kirêt û derew dûr e. Xwezaya wê wek behiştê ye. Bîra min, derdê min û çîroka min jî ev bû. 

ARDÎN DÎREN

 

Semîha Yildiz jineke ciwan e û ev çend sal in, bi karê anîmasyonê re mijûl e. Herî dawî wê filmeke kurt yê bi navê “Cûdiyê Miradan” çêkir. Ew dixwaze nihêrîn û pênaseyên şaş ên li ser Çiyayê Cûdî bi filma xwe biguherîne. Em jî bi Semîhayê re li ser karê wê axivîn, û jê hînî çîroka Cûdiyê Miradan bûn. Semîha dibêje, “Jixwe pirranî nexşê diya min bûn ku digot, min kêlî bi kêlî bi destan çêkiriye. Min ev gotina wê şiband anîmasyonê. Anîmasyon jî bi 24 framan kêlî bi kêlî tê çêkirin. Ji lewma, di filmê de min motîfên Kurdî bi kar anîn.”

Em hinekî te nas bikin, Semîha Yildiz kî ye?

Ez sala 1994’an li Şirnexê ji dayik bûme. Sala 2012’an min li zanîngeha Înonîyê dest bi mamostetiya kompûterê kir, ji wê demê ve bala min çû ser anîmasyonê û min dest bi karên anîmasyonê kir.

Fikra filma Cûdiyê Miradan çawa peyda bû?

Di bin banê “Navenda Huner a Diyarbekir” de min ev film çêkir. Projeyeke bi navê “Gotegoteyî” hebû, ji wê projeyê 12 film derketin, yek ji wan projeyan jî filma min Cûdiyê Miradan bû. Ji bo filma ku em dixwazin çêkin, me pirsek ji xwe kir, “Gelo di bajarê xwe de herî zêde tu dixwazî çi biguherînî?” Bersiva min yekser Cûdî bû. Ez bi vê fikrê meşiyam. Paşê min bi bîr anî ku berê jî min hewl daye ku ez Cûdî bidim fêhmkirin. Dema li zanîngehê bûm, her kesî ji ber şer, Çiyayê Cûdî bi awayekî ne baş nas dikir, lê min her tim digot, “Esas, Cûdî devereke xweş e, ne wek ku tê gotin e!” Lê ez bawer dikim, wê demê min baş neda fêhmkirin, hêvî dikim min vê carê bi rêya filmê hin tişt dabin fêhmkirin.

Çima dibêjin, Cûdiyê Miradan, ev çîrok ji ku tê?

Bi hîs û hêmayên bibîranînên zarokatiya xwe, min dest pê kir. Cûdiyê Miradan xeyalên zarokatiya me dixemilandin. Her tim wek tiştekî pîroz behsa vî çiyayî dihat kirin. Pêşîyê, min xwest ez hurmetekê jê re nîşan bidim ji ber ku her dem li cihê xwe bi me re bû, berî me jî hebû û dê piştî me jî hebe. Li Şirnexê nabêjin Cûdî, dibêjin Cûdiyê Miradan. Ji ber xwezaya wê, civak pîrozbahîyekê lê bar dike, rêzekê jê re nîşan dide lê gava tu ji sînorekî derbas dibî, êdî ev rêz namîne wateya xwe winda dike. Îro Çiyayê Cûdî bi pênaseyeke ne baş tenê di rojnameyan de cî digire. Bi şer û pêvçûnan tê bibîranîn. Lê min xwest çîroka Cûdiyê Miradan ya rast bibêjim, esas ew ji van nûçeyên kirêt û derew dûr e. Xwezaya wê wek behiştê ye. Bîra min, derdê min û çîroka min jî ev bû. 

Di filmê de herikîneke sirûştê heye. Lê paşê ev sirûşt tê şewitandin û bombebarankirin. Te nûçeyên rojnameyên Tirk jî bi dengên topan û balafiran, wek motîf bi kar aniye; armanca te çi ye?

Di serî de li Cûdiyê Miradan herikîna sirûştî ya çar demsalan dibêjim. Ji lewma li Cûdî çar demsal jî dewlemend in û tim herîkînek heye. Herî dawî jî encama şerê li wir qewimî. Ez destwerdana vê herikînê dinirxînim û wê rexne dikim. Li çiyayekê bifikirin ku wargehê çendîn cûre kulîlkan, bizinan, pezkovîyan û mêşan e, lê bi dehan salan e bi zimanê desthilatdaran navê vî çiyayî hatiye sazkirin, min hewl da vê carê ji nav wê erdnîgariyê, bi dengê sirûştê navê Cûdîyê Miradan saz bikim. Ew vî navê sirûştî heq dike, ne ku şewitandin, şer û bombebaranan.

Ji xêzên dîjîtal bêhtir te motîfên Kurdî bi kar anîne. Sedema hilbijartina vî şêwazêî çi bû?

Ya rast, ewilî min bi xêzên dijîtal dest bi çêkirîna filmê kir, lê gava min temaşe dikir ew hesta ku min dixwest, ne dida min. Çend ceribandinên min çêbûn, di dawiyê de ev fikr gelekî bi dilê min bû. Min xwest, her tiştê di filmê de xwedî dîrok û çîrokekê be. Bila bizanin ku bi rastî jiyanek û xwezayek li Cûdiyê Miradan heye. Jixwe, pirranî nexşê diya min bûn ku digot, min kêlî bi kêlî bi destan çêkiriye. Min ev gotina wê şiband anîmasyonê. Anîmasyon jî bi 24 framan kêlî bi kêlî tê çêkirin. Guherîna wan rengan ango motîfên çiyayan, demsalan temsîl dikin. Çar demsal hene lê piştî demekê guherînek çêdibe û çiya vediguherin wan nûçeyên rojnameyan. Û rengê xwezayê winda dibe di nav reşê tarî de. Çawa ku ev rojname fermaneke mirinê bidin, bi dengê her tûşeke daktîloyê min xwest nîşan bidim ku ev rojname bi nûçeyên xwe fermana Cûdiyê Miradan radikin.

Di dawiya film de hemû ajal dibin xwedî bask û difirin. Ev fîgur dişibin wan  fîgurên şikeftan. Tu dixwazî li vir çi bibêjî?  

Ew fîgurên şikeftan di dîrokê de xwedî ciyekî girîng in. Weke ku temsîla hestên mirovan, temsîla tevger û şêweyê jiyana wan bikin. Herêma Botanê û Cûdiyê Miradan jî warên kevnar û dîrokî ne. Bûyerek diqewime, dibe şev û em pistepista wan fîguran dibihîsin wek bi hev re biaxivin yan bi hev re bişêwirin yan jî ji ber ku şahidiya wan bûyeran kirine, hestên xwe ji hev re bibêjin. Her dem wek xawên razek bin, min li wan nihêriye. Di filmê de jî min xwest wisa bi kar bînim. Jixwe, di dawiya filmê de jî min xwest ajalan hemûyan bi bask nîşan bidim. Ew difirin ber bi asîman ve. Min nexwest film bi xemgînî biqede, min wisa xeyal kir ku ew jenerîk dê bibe pîrozbahîyek bo hêza Cûdiyê Miradan û rengînbûna wê. Min xwest, hesta berxwedêriyê li wir zindî bimîne.

Ji bo siberojê xebat yan jî projeyên te yên nû hene gelo?

Berê ji bo kar min rêzefilm û klibên anîmasyonî çêkiribûn, lê yekem film Cûdiyê Miradan e ku min derhêneriya wê kiriye. Ji bo projeyên li pêşiya min, gaveke xweş bû bo min. Niha projeyek heye ku min dest pê kiriye, lê ji ber ku anîmasyon wexteke dirêj divê, hêj rêya wê heye ku bibe film.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.