Piştî ku polêsê hîcabê yê Îranê 16’ê Îlonê Jîna Mehsa Amînî ya Kurd a ji Seqizê şehîd kir, li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê raperîneke bi pêşengiya jinan dest pê kir. Vê raperînê zûzûka di nava huner de jî xwe da der. Wêneyên xêzkirî û boyaxkirî yên ku îşaret bi serhildanê dikin hatin çêkirin û nexasim jî di ser medyaya dijîtal re hatin belavkirin. Ev jî rengekî piştgiriyê bû. Wêneyên ku Jîna Amînî bi xwe nîşan didin û wêneyên ku jinên ciwan ên Îranî nîşan didin, ka çawa şar û laçikên li serê xwe diavêjin. Yan jî bi dehan destên hev wext ev şar û laçik avêtine hewayê.
Ji bilî wê hin hunermendên weke Gianluca Costantini yê Îtalî jî rêze wêne xêz kirin. Ew hem destekê bi hunerê xwe yên dijîtal dide raperîna gel a li Îranê ya li dijî rejîma heyî, hem jî pêşniyazan dike ji bo ku karibe van projeyên xwe weke nimûne li ser dîwarên avahiyan xêz bike. Heta niha wê ji bo piştgiriya raperîna îro 8 roj e, 4 wêne xêz kirine.
Lê huner yekser jî dikare siyasî be. Sermeselê gava ku beriya 3 rojan serokkomarê Îranê Reîsî li avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê dipeyivî, wî pesnê şoreşa Îranê û rejîma heyî dikir, û îdîa dikir, wan daxwaza azadiyê ya gelê Îranê bi cih aniye. Lê wêneyê wî yên li civata giştî ya NY´ê bi destê bixwîn, performanseke hunerî ye ku yekser dibe beşek ji protestoyên siyasî û piştgiriya yekser a ji bo raperîna gel.
NAVENDA NÛÇEYAN