Raperîn serî li zextan natewîne
Pêncşem 5 Çile 2023 - 00:45
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ciwanan bi molotof kokteylan saziyên propagandayê yên rejîmê şewitandin.
Li Seqizê komek ji ciwanan serdana malbata xwendekar Mîlad Ebadî kir ku hatiye binçavkirin û piştgirî dan malbata Ebadî.
Li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê dewletê hêzên xwe yên çekdar zêde kir. Li bajêr heta derengiya şevê bi wesayitên zirxî dewriye pêk hat û di serdegirtina malan de bi dehan kes hatin binçavkirin.
Li Girtîgeha Keço ya bajarê Kerecê yê nêzî Tehranê, hunermend Îlham Mûrerîsî yê ji Sine dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.
Li aliyê din li bajarê Kaîmeyê, nivîskara Kurd Mûjgan Kawûsî ya 104 roj in dîlgirtî ye, di berdêla 3 milyar tumenî kefaletê de hate berdan.
Mehdî Eşkîzerî bi êşkenceyê hate qetlkirin
Di binçavan de êşkenceyeke hovane li çalakger Mehdî Eşkîzerî hate kirin. Şopên êşkenceyê, li ser medya dîjîtal hatin parvekirin. Eşkîzerî ku 20 rojan girtî ma, roja Yekşemê jiyana xwe ji dest da.
3'ê Çileyê Dadgeha Îranê têkildarî 2 kesên tevlî xwepêşandanan bûne, cezayê darvekirinê erê kir. Her wiha biryar da ku doza têkildarî sê kesan ji nû ve bê nirxandin.
Li gorî daneyên Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) di navbera 16'ê Îlonê û 2'ê Çileyê de herî kêm 516 kes hatin qetilkirin ku 70 ji wan di binê 18 salî de bûn. Hate ragihandin ku 19 hezar û 204 kes jî hatin destgîrkirin.
Tehlûkeya bidarvekirina 100 girtiyan
Li gorî HRANA'yê çalakiyên şermezarkirinê li 161 bajaran belav bûn. Li gorî çavkaniyen cuda yên muxalîf ên Îranê, bîlanço girantir e. Li gorî hinekan herî kêm 750 kes hatin qetilkirin. Malpereke înternetê nasnameya 601 kesên hatin qetilkirin eşkere kir.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) diyar kir ku tehlûkeya bidarvekirinê li ser 100 çalakgeran heye.
Li Tehranê roja Sêşemê, Fermandarê Navenda Besîc ku amûreke zordar a paramîlîter e Kasim Fethûlayî li ber mala xwe hate kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN