Raperîn di meha 5’an de ye
Sêşem 17 Çile 2023 - 01:04
Xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî kuştin, gulebaranên raste rast, cezayên bidarvekirinê, girtin û êşkenceyan 4 meh li pey xwe hiştin û dikeve meha 5’an.
Li Rojhilat girtin û binçavkirin berdewam e
Li Rojhilatê Kurdistanê hewldana hêzên rejîma Îranê yên ji bo girtina çalakvan û xwepêşanderan berdewam e. Nasnameya 50 kesên ku di nava hefteyên borî de li Ciwanro hatîn girtin, hat belavkirin. Heman demê de li bajarên Sine, Seqîz, Dêwlan, Bokan û gelek bajarên din pêngavên rejîmê yên ji bo girtina çalakvanan berdewam e. Nav û cezayê komek din xwepêşanderan hat ragihandin.
Karker di grevê de ne
Li 8 navçeyên bajarê Tehranê xelkê li ser balkon û serbanên avahiyan dirûşmeyên li dijî rejîmê û rewşa xirab a jiyanê berzkirin û destnîşankirin ku heta digihijin armanca xwe wê çalakiyên wan berdewam bin.
Heman demê de xwendevanên zanîngehê bi çalakî û bi berzkirina dirûşmeyan hêrsa xwe ya li dijî rejîmê nîşandan.
Her wiha li bajarên weke Zencan û Mahşehîr karkeran grev kirin û nerazîbûna xwe anîn ziman.
Herî kêm 500 kes hatin qetlkirin
Di xwepêşandanan de heta niha herî kêm 500 kes hatine qetilkirin ku zêdetirî 120 kes jê Kurdin. Her wiha zêdetirî 19 hezar kesan jî hatine girtin. Ji vê hêjmarî herî kêm li 112 kesan cezayê bi darvekirinê lê hatine birîn ku heta niha 4 xwepêşander hatine bi darvekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN