Radyoguhdarên ezîz! Yêrêvan xeber dide!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 29 Adar 2021 - 00:58

  • Tîtalê Kerem: Li mala me qedexe bû ku bi zimanê bîyanî biaxivin. Bavê min digot: 
    ´Zimanê din çawa jî hebe hûnê hînbin, lê pêşda hûn gerekê zimanê xwe hînbin´.

REWŞAN DENIZ

Dengê Keremê Seyad yek ji wan dengan e ku li seranserê Kurdistanê nifşên beriya salên 2000´î xweş nas dikin. Nexasim jî gava digot,Radyoguhdarên ezîz! Yêrêvan xeber dide! 

Ew li gundê Hakko yê ser bi Talînê sala 1938´an hatiye dinê, eynî wê sala Stalîn radyo dayî girtin. Lê malbata wî ji Bakurê Kurdistanê bû. Gava wî behsa xwe dikir, digot, “Kal bavê min ji Qersê hatinin.” Yanî ji Bakurê Kurdistanê koçberî Ermenistanê bûne. Ji bo karê xwe yê bê navber ê li Radyoyê ew dibêje, “Ji sala 1960´î da heta niha ez kar dikim.” Yanî emrek di xizmeta miletê xwe de bihurandiye. Vê dawiyê ew ne tenê ye ji mala xwe, “Ji xeynî min Tîtalê Kerem kurê min, Leyla Kerem keça min, ew jî kar dikin.” *  

Sala 1960´î dengê Kerem kerem dike

Serpêhatiya Radyoya Erîvanê 1930´î dest pê bike jî, heta ku Stalîn wê radyo bidana girtin, yanî sala 1938´an, li radyoyê tenê nûçe dihatin dayîn. Heciyê Cindî û hevjîna wî Zeyneba Îbo hingê ev nûçe pêşkêş dikin. Lê Radyoya Êrîvanê wê sala 1955´an ji nû ve dest bi weşanê bikira û ji sala 1960´î û pê ve jî wê dengê Keremê Seyad bibûya weke nav û nîşana radyoyê. 

Xeloyê kalik û dengê Kerem

Heta bi wê radeyê ku qehremanên berhemên pexşanê jî navê wî hildin. Di romana Welî Sebrî de bele sebeb Xeloyê Kalik wiha bi Muhbayê re napeyive:  

De Xeloyê kalik bû, car jî hebû qure qure li Muhba jina xwe mêze dikir, bêşera xwe xweş dikir û digot:
“Muhbê, radon jî radon e, ha! Belê, wele radon e û radon jî yadîgar a…!”
… Digot: “Ecêba xwedê ye, îca hewqasî agahî û xeberan ji ku tînin gelo?
Erê, hema tînin û li ber Keremê Seyad jî datînin û dibêjin; eha, em bi heyrana te Kerem, de îca jî tu kerem bike û tu bibêje.

Weha dibêjin nabêjin nizanim, lê tiştê ku ez dizanim Kerem Beg, her bi axaftin û tu yê bibêjî biqedîne, nîne. Camêr, geh bi kilamên dengbêjan û geh bi dengê xwe yê zêrîn têêê ji Rewanê berê xwe dide me û di pey ra jî dilê me dihelîne û êvara me xweş dike.

Kerem jî ku nebe ne kal heye û ne jî bi aramiya dilê xwe ye. Eha, dengê wî heye û ew deng jî ji min ra bes e. Erê, wele! Wele, kal bi dengê wî heye û bêyî wê jî timî bêhal û perîşan e. …”**

Ji bo radyo dewam bike 12 kîlometroyan her roj meşiya

Li gorî hesabê Keremê Seyad bi xwe heta niha 44 kesan li radyoyê kar kiriye. Lê yê herî zêde lê dewam kiriye, Keremê Seyad bi xwe ye. 

Keremê Seyad piştî sala 2014´an êdî karê rêveberiya radyoyê hew kariye bimeşînê. Ji hingê ve kurê wî Tîtal ev kar kiriye. Eşqa Keremê Tîtal a ji bo radyoyê ew çend zêde bûye ku gava Hikûmeta Ermenistanê ji ber krîza aborî xwest weşana radyoyê bisekinîne, Keremê Seyad û zarokên wî 12 kîlometre rê bi piyan meşiyane heta bi radyoyê. Wî xwe bi emrê xwe yê dirêj jî da ber vê yekê ji ber ku wî ev yek wek xizmeta miletê Kurd didît. 

Kerem ji nivîskarên Ria Taza ye jî. Sermeselê wî li ser Zadîna Şakir sala 1971´ê ji bo rojnameyê nivîsîbû.

Li malê tenê Kurdî
Ji bo Keremê Seyad zimanê Kurdî gelekî muhim bû. Ji ber wê Tîtalê kurê wî wiha bi bîr tîne helwêsta bavê xwe: “Li mala me qedexe bû ku bi zimanê bîyanî biaxivin. Bavê min digot: ´Zimanê din çawa jî hebe hûnê hînbin, lê pêşda hûn gerekê zimanê xwe hînbin´.” *** 

Di heman hevpeyvînê de Tîtalê Kerem behsa nûkeriyên bavê xwe jî dike: “Bi serkarîya Keremê Seyad bernemên nû hatine amedekirinê, kîjan layîqî begemîya radîoguhdarên me bûn. Ji wan bernemane ´Serhildanên kurda´, ´Rojnîşa çandê´, ´Zimanê teyî dê´, ´Pêncşema edebyetê´, ´Xerîbên xwe digerin´, ´Rasthatin û bîranîn´, ´Fikira guhdarên me´ û yên mayîn. Mesele bernema ´Zimanê teyî dê´ bona guhdara di warê rast axavtinê da wek dibistanekê bû. Ew bernemên min nav kirin pêşda tunebûne.”

Wî 27´ê Adarê konê xwe ji nav me bar kir, kiras guhert. Xwedê wî bi rehma xwe şa bike.

Keremê Seyad kiras guhert

Spîkerê Radyoya Erîvanê Keremê Seyad şemiya bihurî çû ber dilovaniya xwedê.
Kedkar û pêşengê Radyoya Erîvanê Keremê Seyad 82 salî ji nav me bar kir û koça xwe ya dawî kir. Cenazeyê Keremê Seyad dê roja Sêşemê li gundê Hakko yê Talînê were veşartin. Keremê Seyad ev çend sal bûn nexweş bû û zêde ji mal dernediket. 
Keremê Seyad ji wan bêjerên navdar yên Radyoya Erîvanê bû. Ew sala 1938’an de li gundê Hakko yê Talînê ji dayîk bûbû. Seyad sala 1960’î li Radyoya Erîvanê dest bi kar dike û demeke dirêj bi berpirsyariya wê re mijûl dibe. Her wiha ew di rojnameya Ria Taze ya ku li Ermenîstanê derdikeve de jî dinivîsand. Piştî salên dirêj hin nexweşî pê re peyda dibin û ew jî mecbûr dimîne vê erka xwe bide kurê xwe Tîtalê Kerem. Tîtalê Kerem ji sala 2014’an ve kar û barê Radyoya Erîvanê bi rê ve dibe. Tenê ne kurê wî Tîtalê Kerem, keça wî Leyla Kerem jî ji bo Radyoyê li ser piyan bimîne, dixebite. 

Keremê Seyad ji bo çanda Kurdî sêwî nemîne di dema qeyrana aborî ya li Ermenîstanê rû da jî her tim hewl da ku Radyoya Erîvanê neyê girtin û karê xwe bidomîne. Bi sedan qeydên, li Radyoya Erîvanê, îro di arşîva radyoyê de cî digirin û di bin xizmeta gelê Kurd de ne. 

* https://www.youtube.com/watch?v=NKM0cjAsQMk

** Romana Welî Sebrî ya bi navê Yar û Mirad (https://weli-sebri.niviskar.org/weli-sebri-yar-u-mirad-9.html) 

*** Hevpeyvîna Temur Awdoi bi Tîtalê Kerem re. https://vk.com/topic-26399191_24761452?offset=last

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.