Rabûna dijî şer jiyanî ye
Sêşem 4 Hezîran 2024 - 00:53
DÎB’ê destnîşan kir AKP-MHP dijî Kurdan amadekariya şer dikin û da zanîn ku piştgirîdayîna bi navê “berjewendiyên neteweyî” a muxalefetê rewşa karesatê girantir dike û bang li muxalefetê kir ku helwestekî zelal nîşan bide.
Ji bo Demokrasiyê Yekitî (DÎB) têkildarî amadekariyên şer ên AKP-MHP’ê û encamên li gorî vê yekê dê derbikevin pêş hem ji bo muxalefetê hem jî ji bo hêzên demokrasiyê daxuyaniya bi navê “Qesr ji bo hebûna xwe bidomîne hewl dide welat bavêje nava agir” weşand.
Di daxuyaniya de hate diyarkirin ku AKP-MHP di hilbijartinên 31’ê Adarê de têkçûneke giran jiyaye û hate gotin’ “Her tişt pir aşkere ye. Li gel qareqara şer a li medya alîgir neçareserkirina pirsgirêka Kurd, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê wekî gef nîşandan ji bo domandina rejîma talankar a qesrê alava herî baş a şer e. Bi vê armanc dike ku muxalefetê bêbandor bihêle, li gel negire cem xwe jî wekî ku bêyî liv û tevger bike, welat bi qedexe û zextan bifetisîne, nerazîbûnên civakê tune bike û teşe bide aboriyê.”
Rabûna dijî şer jiyanî ye
Bi berdewamî DÎB’ê got,’’Dema em gavên rejîma qesrê ya ku dixwaze bibe perçeyekî van polîtîkayên mêtinger û naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bike didin ber çavan, peywira rabûna dijî şer a herî jiyanî û mirovî derdikeve pêşberî me. Dîrok û jiyan nîşanî me dide ku divê em li dijî çi derbikevin û di kîjan mijarê de nekevin nav gumanan.’’
Helwesteke zelal hewce ye
Herî dawî DÎB’ê bang li muxalefetê kir û got,’’Em Yekitiya ji bo Demokrasiyê bang li hemû muxalefetê dikin ku di bin navê kîjan hincetê de be bila bibe, bila li hember polîtîkayên mirin, hilweşîn, xizanî, koçberî û ji bilî şer tiştekî nayîne hişyar be, bila gavên desthilatê xweş binirxîne û li dijî vê yekê helwestekî zelal nîşan bide.”
MA/STENBOL