Rabûna di nav kavilan de dansa di nav guleyan de

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Îlon 2021 - 05:55

  • Meryem Eşrefî derbarê têkoşîna gelê Kurd de dibêje, ew hîna bi dawî nebûye û têkoşîna wan ya ji bo azadî û mafên bingehîn dewam dike: Ev pirtûk nikare behsa hemû rêwîtiyan wan bike, ji îro pê ve jî ez ê bişopînim û vê têkoşîna wan bikim belge.

“Rabûna di nav kavilan de, Dansa di nav guleyan de.”* projeyeke wêneyan e ya ku li ser encamên şer e. Meryem Eşrefî (Maryam Ashrafi) ji sala 2012’an ve li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji bo vê projeyê dixebite. Piştî ku bajar hatin rigzgarkirin, bi wêneyan şahidiyê dike li sivîlên ku vegeriyana mala xwe. Li ser rola jinê ya li bereyên şer disekine û her wiha berê xwe dide jiyana rojane ya şervanên ku li pişt bereyan mane.

34 hezar euro lazim in

Ji bo pirtûka wêneyan ya “Rabûna di nav kavilan de, Dansa di nav guleyan de” were çapkirin, Meryem eşref niha li benda piştgiriyê ye. Hedef ew bû 24 hezar euro berhev bikin û ew gihiştine vê armanca xwe. Ji bo ku aribin kitêbê bigihînin bazara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê niha dixwazin 34 hezar euroyan berhev bikin. Bi vî awayî kitêb  wê li wir baştir were dîtin û zanîn. Ji bo vê yekê jî kampanya dane destpêkirin. Ji bo pirtûk were çap kirin û bi kopyayên zêde were belavkirin, pêdiviya wan bi piştgiriyê heye. 
Piştî ku pirtûk hat çapkirin dê li “Prix Bayeux Calvados-Normandie” were pêşandan. Li gel vê yekê, platforma piştgirî û fonan “Hemeria” jî dê pirtûka wêneyan bibe Arles (Fransa) û li wir bide naskirin.

Meryem Eşref ji bo platforma wênegiran a Hemeria dibêje, “Platforma Hemeria ji bo wênegiran û wêneyên wan fonan dibîne û ji hêla aboriyê ve wan xurt dike, dihêle ku projeyên xwe fînanse bikin. Li Fransa û li gelek deverên din ên cîhanê pirtûkên wêneyan dide naskirin û bi awayekî profesyonel dixebite. Her wiha li festîval û pêşangehên wêneyan jî çalak e û ji bo vê yekê jî alîkariya me dike. Ji ber vê min platforma Hemeria hilbijart.”

Min hebûna xwe da jibîrkirin

Meryem Eşref dibêje, “Ji bo karibim jiyana leşkeran û mirovên din ên li pişt bereyan baştir belge bikim, min biryar da ku li pişt bereyan bimînim. Min xwest çavdêriya herêmên “gewrik” bikim û binihêrim ka li vir çi diqewime. Jestên besît, pazên şên, dans û hestên ji jidil û ji nêz ve, ev hest bi min re çêkirin. Min xwest hebûna xwe bi wan bidim jibîrikirin. Jixwe, di wêneyan de jî tenê rastiya têkoşîn û berxwedana wan insanan derket holê.”

Têkoşîn hîna bi dawî nebûye

Meryem Eşref derbarê têkoşîna gelê Kurd de jî dibêje, ew hîna bi dawî nebûye û têkoşîna wan a ji bo azadî û mafên bingehîn dewam dike. Meryem Eşref dibêje, “Ev pirtûk nikare behsa rêwîtiya wan hemûyî bike, ji îro û pê ve jî ez ê bişopînim û vê têkoşîna wan bikim belge. Dîsa jî ji bo ez şahidiyê li rêwîtiya wan ya ji bo azadî û wekheviyê bikim, ji min re bûn alîkar û hiştin ku wêneyên wan bigirim. Ez deyndarê wan kesan im ku ez qebûl kirim û destûra parvekirina van wêneyan dan min.”

Rûyekî din yê şer heye

Allan Kaval ku ji bo rojnameya “Le Monde” dixebite derbarê pirtûka Meryem Eşref de nirxandinek wiha dike, “Rûyekî din ê şer heye. Kesên ku şer dikin, beriya herin şer li pişt bereyan bi rojan û hefteyan disekinin. Piştî ku şer radiweste û çek nateqin jî di nav kavilên şer de bêdengiyeke xerîb dest pê dike. Tiştek nalive. Di heman demê de şer ji van kêliyan pêk tê; ew cihên ku ji qerebalixa şer dûr in, cihê ku şer lê rawestiya ye û ew cihên ku hîna şer li wir dest pê nekiriye. Meryem Eşref ji destpêka şer ve li Rojava bû, şahidiya şerê DAIŞ’ê û Kurdan kir. Ew bi wêneyên xwe behsa hebûna kolektîf ya civaka Kurd dike û vê serpêhatiya wan dike belge. Her çiqas şer zirar dabe wan jî ew li ber xwe didin û ji nû ve jiyanê diafirînin. Meryem Eşref her wiha serpêhatiya jinên şoreşger ên Kurd jî vedibêje û rola tevgera azadiyê ya ji bo guherîn û veguherînê jî destnîşan dike.”

Meryem Eşref diyar dike ku ev pirtûk bi piştgiriya kesên wek Allan Kaval, Kamran Matin, Carol Mann, Mylêne Sauloy û Gary Knight heta vê astê hatiye. Ev kes bi metnên xwe tevlî pirtûka wêneyan bûne û li bin wêneyan şiroveyên wan hene. Meryem Eşref dibêje bêyî van kesan, ev pirtûk wê ewqasî bi rêk û pêk nebûya, ji lewma jî malavayîya van kesan dike. 

Di şer de rola jinê

Meryem Eşref bêhtir ji projeyên dûr û dirêj hez dike û wêneyên wê bêhtir bi hêlên xwe yên civakî tên naskirin. Ew li ser geremol û aloziya şer hûr dibe û wêneyên belgeyî digire. Di şer de rola jinê jî wek a mêran girîng dibîne û ji dinyayeke wekhev bawer dike. Ji bo vê modela civakî baş raxe ber çavan, bi rêbaza xwe hewl dide rastiya şer bike belge. Ji bo vê yekê baş nîşan bide, bi salan li heman cihî dikare bixebite da ku encama bi dilê xwe, derxe holê. Ji bo siberojê encamên şer baştir werin dîtin û zanîn, dixebite û ew vî karê belgekirina şer, pirr girîng dibîne. Ji bo siberojê ev wêne dê bibin delîl, ew ji vê yekê bawer dike ji lewma jî dixwaze şahidiyê bike li şerên li dinyayê diqewimin.

Heger kesek bixwaze destekê bide vê projeyê, dikare li ser malpera https://crowdfunding.hemeria.com biçe ser “projects” û li wir projeya “Maryam Ashrafi” hilbijêre. 

* Maryam Ashrafi, ‘Rising Among Ruins, Dancing Among Bullets’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.