Qurban ji bo Bakurê Kurdistanê

Nûçeyên Dîaspora

În 17 Tîrmeh 2020 - 14:21

RAMAZAN MARANKOZ
GİESSEN

Serokê Giştî yê Civaka Îslamiya Kurdistanê CÎKê Hafiz Ehmed Tûrhallî got, wê qurbanên di cejna qurbanê de kom bikin ji muhtacê li Bakurê Kurdistanê re bişînin.
Cejna qurbanê îsal 31ʼê Tîrmehê ye. Weke her sal îsal jî Civaka Îslamiya Kurdistanê hevgirtin û destegîriyê mezin dike. Serokê CÎKê Hafiz Tûrhallî bi bîr xist ku berê alîkarî ji Rojava re dişandin, lê van 3 salên dawî alîkariyê ji Bakur re dişînin.
Tûrhallî bi bîr xist ku kampanya qurbanan dane destpêkirin û xwest her malbat beşdar bibe. Ji bo beşdarbûnê jî Tûrhallî mizgeft û nûneriyên CÎKê weke adres nîşan da. Tûrhallî ji bîr nekir û anî ziman ku gelek simsarên dîn hene û alîkariyên xelkê bi navê dîn dixwin an jî ji zaliman re kom dikin; ji bo vê jî cemaetên bi ser kemalîzm û tûranîzmê mînak da û her kes di vî warî de hişyar kir.
Tûrhallî da zanîn ku wê îsal bi sedema koronayê çûna Hecê çênebe. Jixwe Erebistana Suûdî jî destûra vê nade.
Tûrhallî bi bîr xist ku li Ewrûpayê bi qasî 70 mizgeft û nûneriyên wan li Ewrûpayê hene û saziyên wan ên bi sedema koronayê hatibûn girtin niha li xizmetê vekirîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.