Qudreta alavên zêr û zîvîn

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Gulan 2023 - 05:37

  • Hin alav an jî bermahiyên dîrokî dikarin derbarê serdemekê de gelek tiştan zelal bikin. Alavên zêr û zîvîn ên Persan jî derbarê deshilatdariya wan de gelek tiştan rave dikin. Her wiha qudreta van alavên zêr û zîvîn nîşan dide bê ka wan çawa li ser xelkê din jî tesîr ava kiriye. Nexwasim jî Yewnanan, piştî ku Pers têk birin, qir û qaf û alavên zêr û zîvîn ên Persan teqlîd kirin û ji sinhetkariya wan sûd wergirtin.

Di navbera leşkerên Yewnan û Persan de Beriya Mîladê di navbera salên 499-449’an de şerê “Greko-Pers” çêbûn. Dema leşkerên Yewnan li meydana şer berê xwe didin çadirên deshilatdariya Persan ku ew ji wir şer birêve dibin, di çadiran de çav bi alavên ji zêr û gelek luks dikevin. Tiştên ku di van çadiran de dibînin hêz, qudret û ezameta desthilatdariya Persan e. Lê di heman demê de ev alavên luks in ku dawî li desthilatdariya Persan tînin, ji lewma her ku desthilatdariya Persan fireh û mezin bûbû, xemla ji bo nêşandana dewlemendiyê jî zêde bûbû û vê yekê kiribû ku dsîplîna wan ji holê rabe û bi vî awayî leşkerên Persan têk çûn li hember leşkerên Yewnanî. Yanî malê dinyayê, xemla zêde û luksbûnê, civaka Persan pûç kiribû ji lewma jî dema leşkerên Yewnan êriş birin ser wan, ew têk çûn. Ji ber ku li hemberî wan artêşeke Yewnan a bi dsîplîntir hebû û Yewnan bi saya vê dsîplînê bi ser ketin.

Jixwe, hin nivîskarên Yewnanî jî wiha dinivîsîn; “Xezîneyên mezin hebûn di van çadiran de. Mobîlya û alavên zêr û zîvîn… qedehên ji zêr û tasên zîvîn…” Ev alavên zêr û zîvîn ne alavên ji rezê bûn, wan alavan di heman demê de îşaret bi otorîte û hêza deshilatdariya Axamenîş jî dikir. Lê herî dawî bi êrişa Skenderê Mezin otorîteya Persan hilweşiya û ev alavên luks ketin destê Yewnanan. Jixwe, bi vî awayî serdema Helenîstîk ya ku çandên Rojhilatî û Rojavayî bi hev ve girê dide, dest pê dike. Bi demê re jî ti bandora çanda Persan namîne û Yewnan gelek çandên Rojhilatî dikin malê xwe û li ser mîrasa Persan şaristaniyekê ava dikin. Ev alavên ku niha li muze û pêşangehan tên nîşandan jî vê yekê nîşan didin û derbarê dîrokê de gelek tiştan tînin ziman.

Îşaret bi otorîteyê dikin

Qismek ji van alavên hanê, niha li “British Museum” tên nîşandan. Gelek ji wan jî paşê hatine çêkirin û çanda Persan teqlîd dikin. Ev alav her çiqasî weke nîşaneya luksê werin dîtin û dawî li desthilatdariya Persan anîbin jî, di heman demê de xweşikiya van alavan serdema Pers, Yewnan û Helenîstîk ronî dikin; niha jî Asya û Ewrûpayê li ser mîrateya vê luksê hebûna xwe ava dikin û pê dijîn. Yanî ev tenê xweşikiya çend alavên ji zêr û zîv nîne, hêz û otorîteyeke çandî ye jî. Mirov dikare wan weke nîşaneyên siyasî jî binirxîne, ji lewre di warê civakî û polîtîk de jî bandora van alavan çêbûye. Nexasim jî çanda Helenîstîk a ku piştî dagirkirinên Skenderê Mezin ava bûye, hîmê xwe li ser vê çandê danî û paşê jî bi deshilatdariya Romayê dewam kir. Yewnanan hîna di wî çaxî de rojhilatî weke barbaran bi nav dikirin lê ji bo alavên ji zêr û zîv jî dimirin! Wan çanda Yewnanî bi saya van alavên ku “barbar”an çêkiribû, dewlemendtir kir û niha jî neviyên wan bi saya vê çandê li ser piyan in.

Sinehetkariya Persan

Yek ji van alavan “Rhyton” a zîvîn a bi stêrk e. Rhyton ji wan alavan e ku ji qiloçên heywanan dihatin çêkirin. Ev alav, weke tasekê di ayînên olî de û her wiha ji bo vexwarina şerabê dihatin bikaranîn. Dev, per û qiloçên zêr ên “rhyton” ku di dema Persan de hatiye çêkirin, nîşaneyeke xurt a sinehetkariya Persan e. Sinehetkarên Yewnanî, nexasim dilê xwe dibijandin van alavan û dixwestin eynî ji van alavan çêkin û wan bi kar bînin. Ev “rhyton” di heman demê de yek ji nîşaneyên dewlemendiya serayên Persan bû.

Her wiha sîwanên tavê yên li ser qir û qafan jî dîsa îşaret bi desthilatdariya Persan dikin. Sîwanên li ser van qir û qafan îkonên deshilatdariya Persan bûn. Lê piştî ku Yewnanan ev tişt girtin cem xwe, bi demê re van sîwanan tenê jin temsîl kirin û bi jinan re hatin bibîranîn. Nexasim jî di teswîrên bêhnvedana jinan de em van sîwanan dibînin. 

Dîzika ku serê şêrekî pê ve ye jî dîsa nîşan dide ka Yewnanan çawa hunerê Persan teqlîd kirine û xwe şibandine wan. Nimûneyên van rhytonan jî dîsa ji hêla Persan ve hatine çêkirin lê Yewnaniyan paşê ew bi awayekî din şirove kirine. Yên Yewnanan weke yên Persan ne zêr û ne jî zîv in. Ew ji kîlê hatine çêkirin û weke fincanan hatine sêwirandin û çembil bi wan ve kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.