QSD’ê li Holê şaneyeke DAIŞ’ê felişand

Yekşem 12 Hezîran 2022 - 22:18

  • QSD’ê şaneyeke fînansê ya çeteyên DAIŞ’ê ya ku li bajarokê Holê yê rojhilatê Hesekê, girt.

QSD’ê şaneyeke fînansê ya çeteyên DAIŞ’ê ya ku li bajarokê Holê yê rojhilatê Hesekê, girt.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) got, "Yekîneyên me yên taybet li bajarokê Holê yê li gundewarê rojhilatê Hesekê ku li nêzî Kampa Holê ye, operasyonek kir. Di encamê de şaneyeke ji 3 endaman girt. Vê şaneyê pere ji şaneyên DAIŞ’ê re dişandin, hin şaneyên çalak ên li gundewarên Hesekê û herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê fînanse dikirin."

Navendê da zanîn ku di operasyonê de çek, amûr û belgeyên li gel endamên şaneyên ên hatine girtin, hatin desteserkirin.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.