Qirkirina nayê naskirin
Yekşem 21 Mijdar 2021 - 23:57
- Li Zanîngeha Duisburg-Essenê li ser qirkirina Dêrsimê konferanseke 3 rojan hat lidarxistin. Hate gotin ji ber ku şahid û mexdûran behsa qirkirinê ji nifşên li pe xwe re nekir, tesîra vê jî heye di nasnekirina qirkirinê de.
ERDOGAN ZAMUR/BASEL
Li zanîngeha Duisburg-Essenê (UDE) bi hevkariya gelek saziyan di navbera 18 û 20 Mijdarê de bi sernavê "Qirkirina nayê naskirin a Dêrsimê 1937-1938" konferansek hat organîzekirin. Li kampusa zanîngehê diviyabû konferans pêk bê, lê ji ber nexweşiya koronayê, bernameya konferansê li ser Zoom û Youtubeyê hat weşandin. Konferans bi Elmanî, Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) û Tirkî bi rê ve çû.
Academy in Exile, Komeleya Ciwanên Elewî, Weqfa Guherînê ya Akademîk, Çanda Global, Multicultural Forum eV, Zanîngeha Duisburg-Essenê, Weqfa Rosa Luxemburg şaxê wê yê NRW´yê, Şaredariya Essenê, Navenda Xwendekarên Ewrûpa Merkezi, AABF, Federasyona Komeleyên Dêrsimê ya Ewrûpa û Civaka Kurd a Elmanyayê destek dan konferansê. Pirraniya bernameyê jî dîjîtal bi rê ve çû.
Di vekirina konferansê de pêncşema bihurî şaredara Essenê Julia Jacop jî peyivî. Di konferansê de wekî din ji bo vekirinê dersdara li Zanîngeha Duisburg-Essenê Kader Konuk, Volker Heins (Înstîtuya Lêkolînên Çandî), Kazım Gundogan (filmçêker û derhêner) axivîn.
Navê qirkirinê kirin medenîkirin
Di beşa yekê ya konferansê “Di serdema Osmaniyan de Dêrsim û Dîroka Qirkirinan a Komara Tirkiyeyê” de ji Zanîngeha Newcastle, Hans-Lukas Kieser got sê çaxên muhim ên qirkirinê li Tirkiyeyê hene: “Qirkirina pêşî ya sala 1908´an li dijî Ermenî û nemisilmanan bû. Ya diduyê ji salên 1920’an û pê ve li dijî Kurdan qirkirineke fizîkî bû û ya sisiyan jî ji salên 1940´î û pê ve ya asîmîlasyonê bû li dijî Elewî û Kurdan.”
Ji Zanîngeha Clark a li Worchesterê, Taner Akçam jî got, ew banga serokê CHP´ê Kemal Kiliçdaroglu muhim dibîne:
“Çîroka avabûnê ya Tirkiyeyê ya heyî têrê nake ku gelan li cem hev bigire. Çîrokeke nû ya avakirinê lazim e. Seyîd Riza di vê çîroka avakirinê de divê bibe aktor.”
Di dawiyê de ji Zanîngeha Bochagê, Mihran Dabag li ser sedem û armancên qirkirinê peyivî.
Di dawiya roja pêşî de bi moderatoriya Egemen Ozbek, û beşdariya Markus Dressler, Bilgin Ayata û Sedat Ulugana minaqeşeya “Paşxaneya qirkirinê û sedemên wê” hebû. Dîrokzan Sedat Ulugana got, gava mirov li name û telgrafên rayedarên Komarê yên hingê dinihêre, bi hêsanî dibîne ku qirkirin gav bi gav hatiye pîlankirin. Markus Dressler jî got, dewletên desthilatdar xelk qir kirine û jê re gotine, "medenîkirin“.
Ji stratejiyan heta bi wêjeyê
Di roja duyê de minaqeşeya yekê "Plansaziya Dêrsimê, bicihanîna wê û tesîrên wê" bû. Kristin Platt, Zeynep Türkyılmaz û Burak Çapur tê de peyivîn. Di minaqeşaya duyem “Di peywenda îdeolojî û stratejiyên navneteweyî de qirkirina Dêrsimê” de Prof. Tessa Hofmann, Stefan Ihrig û Bariş Unlu beşdar bûn.
Di beşa sêyem a bi navê “Bibîrxistin, Trawma û Nûnerî” de Gulnaz Karatay, Çîçek Îlengiz û Hêlîn Unal peyivîn.
Di bernameya dawiyê ya rojê de mijar "Di lêkolînên qirkirinê de Dêrsim" bû. Taner Akçam, Bilgin Ayata, Hamit Bozaslan, Yektan Turkyılmaz, Kazım Gundogan, Ugur Umit Ungor, Reiner Burger, Tessa Hofmann û Osman Okkan beşdarî bûn. Beşdaran got, nasnameya etnîk û dînî ya Dêrsimî timî bûye armanca êrişên desthilatdaran. Li wir hat gotin, ji ber ku şahidan behsa qirkirinê ji zarokên xwe re nekir, tesîra vê çêbûye ku qirkirin weke qirkirin neyê naskirin.
Di roja dawiyê de bi moderatoriya Bulent Ekenî, Pinar Yildiz, Haydar Karataş û Nezahat Gundogan “Li Dêrsimê Sêyr û Wêje” minaqeşe kir.
Reva ji ziman piştî qirkirinê
Bernameya diduyê bi moderatoriya Davut Yeşîlmen bi rê ve çû û Jan Îlhan Kizilhan, Bahar Şîmşek û Mesut Keskin mijara “Qirkirin, Trawma û Ziman” minaqeşe kir. Li vir reva ji zimanê xwe ya civaka Qizilbaş hatin minaqeşekirin.
Beşa dawiyê ya konferansê jî “Terteleya Dêrsimê û têkiliya wê bi zêmaran re” bû. Yektan Turkyilmaz, Dilek Kizildag û Martin Greve peyivîn.
Piştî konferansê li kampusa Zanîngeha Duisburg-Essenê li hola Sînagogê Mîkaîl Aslan, Mavîş Guneşer û Gule Meyara konser da û piştre jî filma “Hay Way Zaman” hat nîşandan.