Qirêja destan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 16 Cotmeh 2023 - 16:10

  • Mirov zêde dest bide tiştan, bi demê re ew tişt kevn û qirêj dibin. Nexasim jî hin berhemên hunerî pirr hesas in. Muzeyeke li Galiyayê bi rêya du destên ji porselenê yên ku yek ji wan hatiye parastin û yek jî nehatiye parastin, qirêja salan a ku bi destwerdana tiştan derdikeve holê, nîşanî xelkê daye.

Malzemeyeke weke mermerê, di destê kesên afirîner de werdiguhere tiştekî din. Kesên afirîner, nexasim jî peykersaz ji mermeran peykerên xweşik çêdikin. Her wiha li Mazopotamya, Misir û Yewnanîstanê nimûneyên pirr xweşik ên peykeran jî hatine dîtin ku ew carna bi destê peykersazan û carna jî ji destê sinehetkaran hatine çêkirin. Yanî meyla çêkirina peykeran arezûyeke pirr kevn e û di roja îro de jî ev arezû bi formên cuda xwe vedijîne û di warê peykersaziyê de berhemên pirr xweşik tên çêkirin.

Hinek peyker hene, gava mirov wan dibîne yekser mirov dixwaze destê xwe bide wan, hin hûrgilî û xetên li ser peykeran, wê xwestekê bi mirovî re çêdikin. Ev xwestek her çiqas tiştekî insanî û xwezayî be jî ji bo peykeran ne baş e. Gava mirov dest bide peykeran, yan jî xwe lê  biqewimîne ku dest bide peykeran, dibe ku peyker biqelibin yan jî tiştekî din were serê wan. Her wiha heger mirov zêde destê xwe bide peykeran, bi demê re ew hûrgilî û xweşikiya li ser wan winda jî dibe. National Galery of Wales, muzexaneya/galeriya neteweyî ya Welatê Galiyan (Galiya) e; ev galerî li paytexta welêt Cardiffê ye. Ev galerî bi awayekî darîçav nîşanî xelkê dide, ka çima divê destê xwe nedin berhemên dîrokî û hunerî. Wan nîşan daye heger serdêrên muzeyê destên xwe bidin peykeran, ka encameke çawa wê derkeve holê û peyker bi çi awayî werin xuyakirin.

Li National Galery of Walesê “Vazoya Jenkins” heye ku navê xwe ji tacirê hunerê klasîk Thomas Jenkins werdigire. “Vazoya Jenkins” sala 1489’an li nêzî Napoliyê hatiye dîtin û nimûneyeke ji peykerên Romayî ye. Li gorî texmînan ji sedsala yekê maye. Ew ji sedsala 18’an ve li galeriyê tê parastin û bi qasî 172 santîmetreyan bilind e. Guldankeke balkêş û xweşik e û her wiha li ser wê gelek fîgûr hatine çêkirin. Yanî hûrgiliyên li ser vazoyê gelek in. Heta niha gelek serdêr çûne ku vazoyê li muzeyê bibînin.

 

Hinceteke me ya baş heye

Muze wiha hişyar dike

Derûdora peyker ango vazoyê bi ti awayî nehatiye asê kirin. Yanî weke gelek peykeran, sînorêkî bi werîsan yan jî tiştên din diyarkirî be, tine ye li pêşiya vê guldankê. Tenê li ser lewheya li pêş “Vazoya Jenkins” bi zimanê Galî û Ingilîzî wiha dinivîse: “Ji kerma xwe destê xwe nedin vazoyê. Gava muzexane dixwazin ku serdêr destê xwe nedin peykeran, hinceteke wan ya baş heye. Ev vazo ji mermer hatiye çêkirin û gelek hûrgilî hene li ser peyker. Heger serdêran destê xwe bidana vazoyê,  vazo dê di demeke kin de qirêj bibûya.” 

 

Dest bidinê û ferqê bibînin!

Muzeyê li bin “Vazoya Jenkins” du destên ji porselenê hatine çêkirin, bi cih kirine. Ji van destan yek jê di nav caman de hatiye parastin û kes nikare destê xwe bidiyê. Lê destê din bi ti awayî nehatiye parastin û kî hatiye, destê xwe daye vî destê ji porselen. Jixwe, muzeyê li bin van destên ji porselenê, nivîseke wiha daye nivîsandin: “Em dixwazin hûn destê xwe bidin vî mermerî û paşê li ferqa di navbera her du destan de binihêrin.” 

 

Qirêjiyê hûrgilî winda kirine

Destê ku bi caman nehatiye parastin helbet qirêjtir e ji yê din. Destê di nav camê de hatiye parastin pirr paqij maye û spî ye. Lê qirêjiya destê din kiriye ku hin hûrgiliyên li ser peyker winda bibin. Muzeyê bi vî awayî rewşa dest werdana peykerên li muzeyê karîkatûrîze kiriye û ev yek bi encameke balkêş nîşanî xelkê daye.

Her çend mirov vê encama balkêş bibînin jî arezûya di hundirê insan de ya ku dixwaze dest bide tişta li hemberî xwe, tine nabe. Nexasim jî berhemên hunerî yên bi vî rengî bi xweşikî û xemla xwe bala mirovan her tim dibin ser xwe. Lê ev rêbaz û encama balkêş ya ku National Galery of Wales jî nihêrîneke din raberî mirov dike û mirov bivê nevê li ser destewerdana peykeran yan jî berhemên hunerî yên din difikire.

CARDIFF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.